
Mesrûr Barzanî û Mike Waltz li ser hinartina petrolê axivîn
.
A+A-
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mike Waltz bi rêya telefonê axivîn.
Di peywendiyê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê wekî gava kêmkirina krîza darayî ya Îraq û Herêmê hate gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî û Mike Waltz rewşa herî dawî ya, Îraq, Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya peywendiyê bandora krîza aborî ya li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bû.
Di vê çarçoveyê de hat tekezkirin ku hinartina petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê, krîza darayî dê were sivikkirin.
Mesrûr Barzanî û Mike Waltz tekezî li ser giringiya xurtkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin