
PWK, PSK û HAK-PARê Li Stenbolê Bi Hev Re Cejna Ramazanê û Newroz Pîroz Kirin
.
Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK), Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) û Partîya Mafe û Azadîyan (HAK-PAR), roja 21.03.2026ê li Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê, bi hev re Cejna Ramazanê û Newrozê pîroz kirin.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, Nûnerê PWKyê yê Stenbolê Cengîz Gungor, Serokê Teşkîlata Stenbolê ya PSKyê Mansûr Kara û rêvebir û endamên her sê partîyan û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê pîrozbahîyê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, peyama pîrozbahiyê ya Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk hate xwendin. Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de, Cejna Ramazanê û Newroz a beşdaran û ya gelê me pîroz kir û hêvîya xwe ya ku ev newroz bibe destpêka yêkrêzî, yekitî, tifaq a nav mala kurd û bibe destpêka azadîya Kurdistanê anî zimên.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan û Endamê Rêveberiya PSKyê Bahattîn Turan jî Cejna Ramazanê û Newroz a beşdaran pîroz kirin û li ser girîngîya yekrêzîya nav mal kurd de axivîn.
Endamên hersê partîyan û mêvanên ku beşdarî vê pîrozbahîYê bibûn jî daxwaza yekitî, tifaq û yekrêzîya nav mala kurd anîn zimên.
Pîrozbahî bi hêvî û daxwazên baş bi dawî bû.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin