• Diyarbakır 0 °C
  • Batman 0 °C
  • Hakkari -2 °C
  • Şırnak 1 °C
  • Ağrı -3 °C

Tu nikarî! Janteloven an jî farmana Jante

Mûsa Em

Fermana Jante, ji alî yê Aksel Sandemose yê, 1933 de hatîye nivisandin.

Naverok û gringî ya Fermana Jante, li Danimarkê, li nav gelek weşanan da derbas dibe, li ser vî film hatîye kişandin, li jîyanê û li wêje yê cîhek grîng û fêre girtîye.

Aksel Sandemose dibêje, “Fermana Jante unîversele(gerdûnî ye), mantiqê wî da sûc û berpisyarî yê me gişka heye.”

samuel-001.jpg
Aksel Sandemose

“Mîrov nikare bêje Fermana Jante bes ji bo Nykøbing Mors ê Danîmarka yê, an ji bo sedsala 20 an tenê derbas dibe. Vaya zêdetir nîşan dide, mîrov bi kîjan çavî li hev dinêre û bi çê awayî mûemeleyê hev dike.”

“10 fermanên Jante:

  • Tu yê bawer nekî, tu, tû tiştekî yî.                               
  • Tu yê bawer nekî, tu dikarî mîna me bibî.
  • Tu yê bawer nekî, tu ji me baqiltirî.
  • Bira qet bîra teneyê, tu ji me çêtirî.
  • Tu yê bawer nekî, tu ji me baştir zanî.
  • Tu yê bawer nekî, tu ji me mezintirî.
  • Tu yê bawer nekî, tu kêre tû tiştekî tê.
  • Tu yê bawer nekî, tu dikarî ji mere bikenî.
  • Tu yê bawer nekî, hênek dikarin tehamula te bikin.
  • Tu yê bawer nekî, tu dikarî me hîmê tû tiştekî bikî.

Fermana dawîyê; ceza yê huqûqê, bi çi babetî derbasê jîyanê tê kirin û tatbîq kirin, bi awakî gelek baş îzeh dike.

Vaya jî:

  1. Tu belkî bawer nakî, ez tişta berheqê te da zanim?”

Aksel Sandemose dibêje, “desthilatdar bi alîkarî ya van fermanana, dixwazin feqîran û tebeqe yê herî jêrîn ê civatê tim li bin dest bihêlin.”

Sandemose, li dawî yê ji bo van fermanana şîrovekî dinê dinivsîne û dibêje, “demakê tebeqe û klasên jêrîn li zanebûnê van fermana da bin, ewê rewşên xwe baştir bikin û li civatê hilkişin pozisyonekî jortir.” *

Va fermana, bê şêk li civata Kurdîstanê da jî bûye sedemê tahrîbatan. Pêşketin, guhartin û dewlemend bûyina civatê ra bûye asteng, dînamik û enerjî yên civatê, sist û lawaz  kiriye.

Li her tebeqe og qatên civatê da, li nav jîyanê kar û jîyanê rojanî da, em giş, bê îstîsna rast û şelpeyê van fermanana hatine.

Van fermanana li mentalîte yê meda heye, û carkî binehişê me da jî cîh girtîye, lew ma jî, xwe jê van dûrxistin û paqijkirin wilo hêsan nîne.

Kêmkirina van hestan xebatek, zanebûnek, tehamulek, sebrek mezin û bi îsrar dixwaze.

Ji bo ku li giyan û rûhîyetê me da, hindik an jî pir, kompleks, hesûdî, hîsê konkuransê, pêşbirkê û reqabetê heye.

Li vir da, gelek caran li navbera xwexwazî ya me, ego yê me û, ji alîyê dinê li navbera mantik û nîyetê meyî çêyî kirinê da, dêjberîyek diqewime.

Li wezinandinê da, kîjan alî giran, û kijan alî ewê sivik bibe, gora têgihîştin, zanabûn û mentalîte yê me, tê guhertin.

Belê îcar jî em, li jîyanê, li ser hinek mînakan da bifikirin, lêkirina dûwarekî, hînbûyina înstrûmentekî mûsîkê û ajotina psîkletekî de, û hemû van babet û xwestinin jîyanê de, hêvî, xewn, daxwaz, kêfxweşî û şadîyên mîrovan hene.

Ev hêvî, û pêwîstî li ba mîrovan motîvasyonek û xwestinek peyda dike. Va hezkirin û daxwazana, dibên motor û dînamîkên kar û helwestên me. Li ba me fehmkirin û têgihîştinan peyda dike, û vana jî enerjîyek nûh kirinê, guhartinê û xulqandinê li ba me çêdike.

Em zanin, çêkirina, nûkirina an jî peyda kirina berheman, karek, xebatek, wextek û prosesek dirêj dixwaze.

Divê zarok, xort an jî mezin be, ji bo hînbûyin an jî çêkirina berhemekî, alîkarî, alaqa, pesn dayin û piştgrî dixwaze.

Ji bo ku sosyal qarekterekî babetên hînbûyin û berhem dayinan heye. Va qarekterê sosyal, berheman biwatedar û  bimehne dike.

Teşwîk û alîkarîyên bi vî cûreyî, li ba mîrovan motîvasyon û heskirinek çêdike, ku vana jî dibin garantîya serketin û berhem dayinin baş û pêşketî.

Ji van tecrube û rastîyana em giş hayîdarin, lê li pratîk û li jîyanê de, em çawa dikin?

Ew xeberdan û gotinana, û bi sedan gotin û pêşgotinên bi van cûre yî, em zanin, û me pir caran bihîstîye, û hinekan jî me bi xwe hanî ye ziman.

Ka em çîçkek bifikirin, doralî yê xwe mêzekin, û wan peyvên jêrîn bigrin ber cavan:

Hinek mînak, ji Janteloven ê kurdan:

Tu dibê jî qey lawê qor qor begê ye!

Mîrov ku wê nasnekiraya, ewê ji xwera bigota ez keça..

Tu dibê jî qey bûye profesor!

Lo ew hîn jî gundîyeke!

Ma ji Mûşîya qet, kesek ûsa derketî ye!

Dîya wê mêzeke, keça wê bixwaze!

Bavê wî çîye, lawê wî jî ewe!

Tu dibê qey li qesra qenco mezin bûye!

Xwe kesek mezin dihesibîne!

Bi van gotinana, û bi helwestên ûsa va em

Biçûk dibînin, henek û qirfên xwe dikin, pêşî lê digrin, guhertin û pêşta çûyina mîrovanra asteng derdixinin, şewq û hewesê wan dişkînin, bawerî, motivasîyon û enerjîyê yê wan kêm û sist dikin.

*Min Janteloven ji intanetê (Wikipedia yê) girtîye, û ji danîmarkî yê zivirandîye kurdî.

Têbînî: Mijara vî nivisê rexne nine, ji bo ku rexne yê positîv jî heye!

 

Bu yazı toplam 362 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar