Tirkiyê hejmareke penaberên Sûriyê bi zorê vegerandin welatê wan

Tirkiyê hejmareke penaberên Sûriyê bi zorê vegerandin welatê wan

.

A+A-

Hejmareke penaberên Sûrî ji Tirkiyê bi rêya deriyê Bab El-Selame bo Sûriyê hatin vegerandin. Ebdurehman Sermînî penaberkî Sûrî ye dibêje qaşo vegera wan  li ser daxwaza  wan bû,  lê wan îmze nekir, berpirsan li şûna wan imze kirin û ew şandin Sûriyê.

Hejmareke penaberên Sûrî di dema bêhnvedana Cejna Qurbanê de ji aliyê hikûmeta Tirkiye ve bi zorê bi rêya Deriyê Bab El-Selame ser sînorê parêzgeha Helebê bo Sûriye hatine vegerandin.

Piraniya penaberên Sûrî  yên ku hatine vegerandin, ev neh salin li Tirkiyê ne, li wî welatî xwedî kar û mal in, hinek jî xwendekar in. Bi gotina wan 15 demjmêran di minîbusan de bê av û xwarin mane heta gehiştina Deriyê Bab el-Selame.

Penaberê Sûrî Ebdurehman Sermînî dibêje: “Em derketibûn derveyî bajar, em li minîbusan siwar kirin û birin asayîşa Mêrsînê û bi zorê xwestin bi me îmze bikin, qaşo vegera me li ser xwasta me ye, lê me îmze nekir, rabû ji dêvla me re îmze kirin, her yek jî ji me malbatek wî heye, hinek li Mêrsînê ne û hinek li Stenbolê ne.”

Hemû ev koçberên Sûrî ku ji aliyê asayîşa Tirkiye ve hatine deportkirin hilgirin nasnaemya Tirkî ne. Hemû jî dibêjin wan ti xirabî nekirine û bê agahdarî hatine deportkirin.

Penaberî Sûrî Fewaz Mihemed got: “Çawa ez dê bi kêfa xwe derkevim û hevjîn û zarokên xwe li wir bihêl im, bila ez û malbata min derxistibana, eger hikûmeta Tirkiye dixwze berra me de, bila berde min û malbata min bi hev re, niha ez û malabta xwed ji hev qut bûne, nîva me li vê derê ne û nîva din li wir mane, ji bo Xwedê hikûmeta Tirkiyê çi dike.”

Penaberê Samî Edîb jî dibêje: “Ez li wê derê dixwînim, ez ji dibistanê derxistin û avêtin minîbusê, ez li bajarê Mêrsînê bi awayekî fermî dixwînim. Nehiştin ez biaxivim û ez bi zorê derxistim, ez xwedî nasname û kaxezên fermî me.”

Piraniya koçberên Sûrî yên hatine deportkirin dibêjin asayîşa Tirkiye bê Neteweyên Yekbûyî ew bo welatê wan dersînor kirine,  hawara xwe jî digihînin hikûmeta demkî ya ser bi Itîlafa Sûrî ve. Ji destpêka 2022ê û heta niha hikûmeta Tirkiye nêzîkî 35 hezar koçberên Sûrî bi zorê vegerandine welatê wan.

Niha li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiye zêdeyî 3 milyon û 700 hezar koçberên Sûrî li wî welatî dimînin, nêzîkî 170 hezarî jî ji wan nasnameya Tikiye wergirtine. Niha pirasa van koçberan bûye rojeva Tikriye, milmilane û hevrikiyeke dijwar di navbera  AK Partiya desthiltadar û partiyên opozisdyonê de li ser wan tê kirin.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin