Tevî hewldanên Rûsyayê Tirkiyê av li ser Hesekê qut kir

Tevî hewldanên Rûsyayê Tirkiyê av li ser Hesekê qut kir

.

A+A-

Rêveberiya Avê ya Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Tirkiyê  ji Tebaxa borî ve ava wêstgeha Elokê bi temamî li ser herêmê qut kiriye.

Rêveberiya Avê ya Hesekê derbarê qutkirina ava Wêstgeha Elok ji aliyê artêşa Tirkiyê  û çekdarên girêda  wê ve li ser kantona Hesekê, daxuyanî da û daxuyanî ji aliyê Hevserokê Ava Hesekê Îsa Yûnis hat xwendin.

Îsa Yûnis da zanîn ku Rûsyayê hewl da di 19ê meha borî de wêstgeha Elok bi rêkeftinekê li gel Rêveberiya Xweser ji nûve bide xebitandin û got: “Ji 4 mehan ve anku ji 22yê Tebaxa 2022ʹyan ve av qut kiriye. Piştî zextên navneteweyî Rûsyayê hewl da wêstgeha Elokê careke din bixebitîne û di 19ê Cotmeha 2022yan de xwe gihand dewleta Tirkiyê da ku bi lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re li beramberî dayîna elektirîkê avê bighîne bajarê Hesekê ku mîlyonek û 2 hezar kes lê dijîn.”

Yûnis tekez kir ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pabendê lihevkirinên bi Rûsyayê re bû û got: "Rêveberiya Xweser bi kapasîteya 3 megawatt di satekê de elektirîk da wêstgeha Elok û bajarê Serê Kaniyê. Tirkiyê hewcedariya Hesekê ya bi avê bi kar tîne, elektirîk zêde xerc dike, giheşt asta ku di navbera 6 heta 8 megawatt di saetekê de bi kar bîne. Lê tevî vê yekê av li gorî tê xwestin nedan.”

Rêveberiya Avê ya Hesekê herwiha bang li aliyên peywendîdar kir ku zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku weke tê xwestin wêstgeha Elok bide xebitandin û weke çek neyê bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin