Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Sufîzm û Îslamîzm 1

A+A-

Dewleta Osmanî di sala 1300î de li Anadolîyê hat damezrandin û di sala 1920î de hate rûxandin. Ev dewlet ji alîyê nîjadên cuda ve pêk hatibû û ev pêkhatin ji nîvê hêkê bû û ev dewleta ku ji nîv hêkê çêbûye, dê nikaribe konfederalîzmê çêbike. Turkiye êdî dewleteke neoosmanîst e. Neoosmanîzma AKP-ê bilindbûna panturkîzmê bi xwe ye. Panturkîzm û neoosmanîzm ne peyvên dijber in. Panturkîzm wekî rêxistineke siyasî ye, 100 sal berê avabûye bi armanca ku gelên tirk ên cuda li dinyayê bike yek û di nav dewleteke tirk de kom bibin. Bingeha îdeolojîya panturkîzmê, turanîzm û neoosmanîzmê ji Attila, Cegîzxan, Timur Lenk, Babar, siltanên osmanîyan û ji yên wekî wan tê.

Prof. Dr. Darko Tanaskovic, Beşa Orîentalîstîyê, berpirsê sazî, serokê sazîya felsefeyî ya Fakulteya Belgradê ye. Ew endamê Akademîya Ewropayê ya ku ji bo zanyarîyê ye. Wî nêzikî 600 nivîsên zanyarî û pisporîyê nivîsîne. Prof.Dr. Darko AKP´ê wekî neoosmanîzm û panturkîzmê dibîne. Lê siyasetmendarê kurd Kemal Burkay bi çavekî erêyî û xweşbîn li hikumeta AKP´ê mêze dike.

1. Organîzasîyonên Tirk li Navbenda Asyayê

Dewleta Osmanî di sala 1300î de li Anadolîyê hat damezrandin û di sala 1920î de hate rûxandin. Ev dewlet ji alîyê nîjadên cuda ve pêk hatibû û ev pêkhatin ji nîvê hêkê bû û ev dewleta ku ji nîv hêkê çêbûye, dê nikaribe konfederasyonê li Navbenda Asyayê çêbike, ji lew re jî, dê bi vê rewşa xwe nikaribe bikeve nav Yekitîya Ewropayê. Bi dîtina min, Yekitîya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) û Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser paşeroja Tirkiyê li hev kirine. Çimkî menfîeta wan hersê hêzan di çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de heye. Em vebigerin ser bisilmanên tirk, ereb û farisan. Bisilmanên tirk ji bo bisilmanên Kazakistanê, Azerbêycan, Uzbekistan, Turkmenistan, Kirxizistan, Tadcîkistan, Rûsya û Mongolistan alîkarîyê dikin. Îro li Asyayê 2 dewletên siyasî yên mezin hene, ew herdu dewlet Rûsya û Çîn in û di vê dema dawîn de Japon bi aborîya xwe ve bi hêztir dibe.
Fethullah Gûlen merivekî tirkperest û antîkomunîst e. Ew li bajarê Edirneyê dest bi karîyala xwe dike û dibe serokê îslamîstên tirk. Bi eslê xwe kurd e û ew ji bajarê Erzurumê ye. Gûlen di sala 1938ê de ji dayîka xwe dibe û dikeve bin hîkarîya derûdora xwe. Ew di sala 1960î de wekî çalakkerê îslamîst nav û deng dide û li derûdora Îzmîrê, havîngehên hîndekarîya ola îslamî vedike û têde dersên olî dida xwendekarên Unîversîte û lîsê. Piştî derbeya leşkerî ya sala 1971ê çêbû, hingê ew hat girtin û kete zîndanê. Ew heft meh ji bo çalakîyên xwe yên olî kete zindanê û têde ma. Gûlen ji alîyê hêza dewletê ve hat tehdîtkirin. Dewletê gef lê kirin, çavên wî tirsandin, zirt û fortên xwe lê kirin, kirin ku ew bibe peyayê dewletê û îro ew roleka xerab dileyîze. Dibistanên wî tenê ji alîyê rektorî ve nahê îdarekirin, mamoste, kesên serkar, xwarinpêj û nobetdarên dibistanên wî jî mirovên dewletê ne. Divê xwendevanên vê dibistanê, zimanê tirkî, kazakî, turkmenî û uzbekî bizanibin da ku serkarê dibistanê wî/ê qeyd bike û derbasî kutûtê(sicîl) bike û navê wî/ê bê nivîsandin. Di dibistanên Gulenî de navê kurd û zimanê wî qedexe ye. Bi tenê dersên zimanê tirkî, matematîk, xwezayî û teknîka kompîyûterê cîh digire. Elisabeth Ozdalga(2002) bervedêrî dike(îdîa dike), dibêje akademîkerên tirk ên wekî profesor Aydin Yalçin û heta General Kenan Evren jî, senteza îslamîzma Tirkî ne. Ew li gorî daxwaza nijadperestên tirk dilivin û daxwaza wan bi cîh tînin. General Kenan Evren serokê hêza dewletê ya di sala 1980î de bû û ew hat ser hikum da ku tevgêra kurd tune bike, lê ji destên wî nehat. Evren serokê senteza îslamîzma Tirkî bû. Di dema wî de dersên olî yên li dibistanên tirkî dest pê kirin û vebûn.


Em vebigerin ser tradîsyona dewleta osmanî li Asyayê. Wê çav ber dabû Navbenda Asyayê. Tradîsyona karê erzan li bakurê Qefqasyayê di dema Osmanîyan de hebû û di wê demê de çerkez wekî koleyan kar dikirin. Di dema Osmanîyan de xortên çerkez ji bo leşkerî û perwerdegarîyê ji alîyê osmanîyan ve dihatin kirîn û firotin. Heta keçên çerkezan wekî heywanan dihatin firotin. Osmanî bi keçan dileyîstin, wan harem dikirin û paşe berdidan meydanê, firotin. Leşkerên qebrax hebûn(Michael Fredholm, (2002), Amjad Jaimoukha (2001) r.23). Gelekî Çerkezên mihacir mecbûr man ku zarokên xwe bifiroşin da ku bikaribin heqê rêya xwe ya serdana dewleta osmanî bidin. Yên ku perê wan tune bûn, zarokên xwe di şuna pereyan de didan osmanîyan. Dê û bavên ku nikaribin deynên xwe bidin, zarokên wan wekî koleyan dixebitî ji bo osmanîyan. 150000 çerkezên qefqasî bûn koleyên Dewleta Osmanî û domdarê dewleta osmanî yanî dewleta tirk hê ji wê xirabîyê rizgar ne bûne û ev xirabî kirine nav kurdan jî.
Aqilmendên tirk Weqf û komeleyên xwe li Navbenda Asyayê ava kirine û bi wan sazîyan tirkperestîyê dikin. Di bin perdeya komeleyan de çi plan tên meşandin, ew dizanin. Komela Dost Elî ya Alîkarîyê (Dost Elî Yardimlaşma Dernegi, Hemlandsvännernas biståndssförening), bi alîkarîya azerîyan ava bûye. Ev komele di sala 1946ê de ji alîyê nîjadperestan ve hate dameziradin û pêywendîyê xwe digel Tirkîyê hebû û ji bo nasmeya çerkezan dixebitî. Di sala 1946ê de Komela bakurê Qefqasyayê ya kulturî li Ankarayê (Kuzey Kafkasya kûltûr Dernegi bi”Nordkaukaiens kulturfêrening”ava bû. Sala 1993ê, Komela Qefqasîyê, ew bi navê ”Kaf-Der”jî tê nasîn. Ev komele ”paraplîorganîsyona çerkezan e û” ji bo wan dixebite. Navbenda ”Kaf-Der-ê” li Ankarayê ye û 34 komeleyên wê hene. Ji bilî Kaf-Der-ê, di sala 1995ê de 2 Weqfên dî ava bûn, Weqfa Qefqasyayê û Komela yekbûna Qefqasyayê(BirleşikKafkasya Dernegi(Förenade kaukasiska föreningen) ava bûn. Ev herdu komele li ser bawermendîya îslamê ava bûne û dixwazin konfederasyona tirk – îslamî li bakurê Qefqasyayê damezrînin.

 

Tabela Fredholm, Michaelî (2002) di derbara dibistanên Gûlenî de:
Hejmara dibistanan 1996 / 97
Kazakistan 29
Azerbêycan 12
Uzbekistan 18
Turkmenistan 13
Kirxiztan 12
Tadcîkistan 5
Rûsya 28
Mongolistan 4
Bulgaristan 4
Rumanya 4
Australya 5
Georgiye 3
Moldaviya 2
Arnavut 2
Bosniya 2
Iraq 2
Makedonîya 1
Îndonezîya 1

Têbinî: 2 dibistnên Gulenî li Başurê Kurdistanê hatine vekirin.
Komkirin: 151

 

Fethulla Gûlen û aqilmendên tirk çav berdane başurê Kurdistanê, li Kerkûkê û Hewlêrê dibistanên tirkî vekirine. Ji bilî plana tunekirina kurd jî, Tirkiye alîkarîya çerkez, tatar û uzbekên Qefqasyayê dike. Tirkiye û aqilmendên wê li çar bajarên xwe; li Îstambul, Bursa, Ankara û Adapazarê, şîrketên xwe ava kirîne, ew şîrket ev in:
1. Şîrketa Şelalê ya perwerdeyê” Şelale egitim Şirketî” li Kazakistanê”
2. Şîreta Paytext a Perwerdeyê” Başkent” egitim Şirketî li Tirkmenîstanê.
3. Şirketa Perwerde ya Silmê li Uzbekistanê.
4. Şirketa Sebatê ya Perwerdeyê” Sebat egitim Şirketî” li Kirxizistanê.
Dîsan, bi kontrola rêxistina Gûlenî çend Weqf ango komele ava bûn, nimûne: Weqfa Kazakistan û Tirkiyê ya hîndekarîyê”KATEV”, Komela mirovên kar ên Uzbekistan û Tirkiyê(UTID), Mirovên komela kar ên Kirgizistan-Tirkiyê(KITIAD). Li Kazakistanê rêxitinek bi navê ”KATIAD ku di bin kontrola Gûlenî de ye, ava bûye.

1.2 Şerê Malazgirtê, Bizansî û Selçûkî

Di sala 1071ê de li Malazgirtê (deşta Mûşe) di navbera ordîya Bîzansî û Selçûkî de şerekî giran dest pê kir û di wî şerî de serokê ordîya Bizansî Romanos IV ji alîyê osmanîyan ve tê dîlkirin. Di wê tarîxê de eşîrên Tirkan ji Asyayê hatin, Malazgirtê, hêla Mûşe dagir kirin û li Kurdistanê û li wir bi cîh û war bûn. Di navbera salên 1070î – 1081ê de li paytexta Bîzansê 2 kontra-darbeyên mezin çêbûbûn, şerê hundir, dek û dolabên siyasî, fen û fêlbazî û lîstikên osmanîyan pêk dihatin. Romanos Dîogenus, bi darbeyekî koşkeyî(saray, koşk, leşkerî) desthelatdarîyê bi dest xistibû. Împarator Nikeforos Botanîates jî, bi eynî metodê, di sala 1081ê de bû împaratorê Bîzansîyan.
Di sed sala 15ê de dewletên Osmanî û Safewî li ser Kurdistanê pazaran dikirin. Di wê demê de Kurdistan ji alîyê du dewletên bisilman ve hate parvekirin. Peymana ku em behs dikin, Peymana Qasrî Şerîn e, ev peyman di sala 1639ê de çêbû. Alayên Abdul Hemîd ”Alayên Hemîdî” hebûn. Alayên wî ji kurdan pêk hatibûn û ew kurd li dijî ermenî û sûryanîyan dihat bikarhanîn. Dîsan, Osmanîyên tirk bi danîn û damezirandina ”Teşkîlatî Mexsûsa” ya ku MÎT jê çêbûye, damezrandin û di wê demê de ev organîzayon û aqilmendên wê, fermana kuştina fireh û ermenîyan dabûn. ”Teşkîlatî Mexsûsa” rêxistina parastina dewleta tirk bi xwe bû û mîraza ”Alayên Hemîdî bû. Di sala 1985ê de dewleta tirk rêxistina xwe ya bi navê”koykoruculugu” damezirand û rêxistên wê yên projeya tunekirina Kurdistanê hene. Di dema osmanîyan de kurd, ermenî û sûryanî wekî bira bûn. Aqilmendên Osmanîyan vê yekê dîtin û ji ber vê yekê jî, ola îslamê wek pêwengekê(, alav, hacet, navginekê) bikarhanîn. Bi lîstikên Hemîdî ve yekitî û aşitîya ku di nav kurdan de hebû xera bû, dijminahî, navkokî û nexweşî ket nav eşîrên kurdan û kurd bi hev ketin. Ji alîyekî ve jî, xirîstîyan û bisilman yanî ermenî, sûryanî û kurdan berdan hev û ji vê rewşe sûd wergirtin. Di wê demê de Şex, Seyîd, mele, axa, beg û serokeşîrên kurdan hanîn ba xwe û wan di qirkirina sûryanî û ermenîyan de bikarhanîn. Qirkirina ermenî û sûryanîyan, di navbera salên 1914 û 1919ê de çêbû. Li gorî Dr Şukrû Xanioglu hê berî Kemalîstan, pirtûk û belgên ku di derbara Kurdistanê de hebûn, hatibûn qedexekirin û dewletê ew pirtûk û belg di Arşîvên xwe de kom kiribûn. Lêkolîner Malmîsanij (1992) jî hevbîr e, dibêje; berî Mistafa Kemal, hê di dema Osmanîyan de pirtûkên ku di derbara Kurdistanê hatibûn qedexekirin. Cudatîya me û tirkan li Başurê Kurdistanê xwe dide der, li wir zimanê sûryanî /asurî, tirkmenî, erebî serbest in. Yanî hindikneteweyên Kurdistanê û zimanên wan bi hawayekî fermî di dibistanan de tê xwendin û nivîsandin. Welatê me bi wan zimanan û kulturan şerûntir dibe. Neteweyê kurd ji alîyê olên cuda û zaravayên cuda ve rengîn e. Di welatê me de bisilman, digel wan her celebên tarîqatan, ji bilî tarîqatan cihû, file, yezidî, tirkmen, asurî/sûryanî, ûwd hene. Ji bilî zimanê kurdî û neteweyê kurd, gelek ziman û zaravayên dî, jî tên axaftin. Kurdistan bi wan kulturan şerîntir û dewlemendtir dibe. Em vebigerin ser jeopolîtîkê; kurd xwedîyê çar derîyên jeopolîtîk in, ew çar derî jî ev in:
•Derîyê dinya ereban(Iraq, Sûrîye û ev rê diçe Urdûn, Quwêyt û Suudî Erebistanê)
•Derîyê Nato’yê (Tirkiye, Qibrîs, Pakta Warşova)
•Derîyê”Bloka” Sovyetê(Ermenîstan, Azerbaycan û Gurcistanê)
•Derîyê Başurê Asyayê û Navbenda Asyayê(Îran, Turkmenîstan û ji vê derê jî rê diçe
Kazakîstan û Ubekîstanê).

Wê bidome…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar