Stûneke hunera kurdî

Stûneke hunera kurdî

Hunermend Seîd Gabarî stûneke hunera kurdî ku bêhtirî 40 salan e stranên kurdî çêdike û dibêje û xizmeta huner û folklora kurdî dike. Gabarî di 64 salîya xwe de koça dawîn kir

A+A-

Hozan Emîn

Hunermendê kurd Seîd Gabarî di 64 salîya xwe de ji ber nexweşîya penceşerê di sibeha roja 4’ê gulana 2020’an de li nexweşxaneya Serdem a bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Hunermend Seîd Gabarî stûneke hunera kurdî ku bêhtirî 40 salan e stranên kurdî çêdike û dibêje û xizmeta huner û folklora kurdî dike, di 13’ê nîsana 1956’an de li gundê “Xirbê kejê” yê girêdayî bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê çavê xwe li jîyane vekir. Gabarî hê 8 salî ye ji ber nexweşîyekê ronîya çavên xwe winda dike û bi wî hawî jîyana xwe bi zor û zehmetîyeke mezin didomîne û di wan salan de dest bi strangotinê dike.

Nemir Seîd Gabarî di sala 1966’an helbestvanên kurd ê navdar Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike û herdu helbestvanan bandoreke mezin lê kirîye û her wiha alîkarîya wî kirine û han dane bo strangotinê û wî di wê demê de dest bi muzîkê kirîye.

Helbestên Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj

Helbestên her du helbestvanan dike stran û di sala 1967’an de dest pê dike xwe hînî jenîna tembûrê (bizqê) dike. Piştî du salan, di 1969’an de yekem car derdikeve ser dikê û stran dibêje. Ew bû pêngava wî ya yekem û ji wir û pê de navê wî derdikeve. Bi taybetî piştî  sala 1970’î ku ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlo hat girtin tê naskirin.

Wî pir îşkence û zehmetîyên biêş dîtin û gotinên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe tu carî ji stran û awaz û gotinên kurdî dûr nekir û stêrka wî geş bû bi strana “Ey Bilbilê Dilşad” a gotinên ên Seydayê Tîrêj in. Piştî şikestina şoreşa başûrê Kurdistanê sala 1975’an û nav û dengê wî li Kurdistanê belav bû.

Vegerîya başûrê Kurdistanê

Her wiha wekî hunermendekî şoreşger di nav şoreşa kurdan de cih girt. Di sala 1980’yan de derbasî başûrê Kurdistanê bû û bi hunera xwe tev li nav pêşmergeyan dibe. Gabarî destpêka salên 1980’yî derbasî Ewropayê bû û li Almanyayê neştecih bû. Piştî salên 2000’î vegerîya herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bi cîh bû û heya koça xwe ya dawî kir.

Stûneke bilind

Bi koçkirina hunermendekî navdar ê mîna Seîd Gabarî hunera kurdî stûnekî xwe yê bilind winda kir lê wê her sax be di dilê gelê kurd de. Wek bilbilekî xemgîn li serê çîya û xwezaya Kurdistanê wê her bixwîne û wê bi huner, deng û bi awazê xwe her tim bijî.

Xwebûn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin