Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Şoreşa Gulanê, armanc û hedefa wê…

A+A-

 

Em kurd miletekî weha ne ku zû tiştan û xwe ji bîr dikin. Hin hêjayî hene ku tenê em wê ji salekê carekê pîroz dikin û diqede.

Ji ber vê ye em nikarin tişt û hêjayiya gel dide zanîn, an dide xuyakirinê ku di dema gotinekê de, di şoreşekê de, di cejnekê de çi bûye û qewimiye, sedem û bûyera wê baş nizanin. Loma jî hema bi pîrozkirinekê vê derbas dikin.

Çi dizanin?

Hin rojên taybet ku herkes şermezar an pîroz dikin em jî weha dikin. Ji ber ku em di nasîna dîroka xwe de lawaz in. An navarok û sedema wê roja pîroz an wan rojên xerab nizanin.

Tenê bûye adet ku em bi gelemperî salê carekê roja ku herkes wê pîroz an şermezar dike, em jî wê dikin da ku li du heval û hogiran nemînin.

Heger em navarok, hedef û armanca şoreşa Gulanê bizanibin, em ê fêr bibin ku bê vê şoreşê ji bona me kurdan çi aniye, çi daniye, bawerî û helwesta kurdan li ser çi asasî hûnandiye.

Heger me ev bizanibana, me yê bêtir qîmet û rûmeta Şoreşa Gulanê bigirta. Hedef û armanca wê ji xwe re bikirana rehber û bida ser wê biryara asasê dewletbûnê ji bona me kurdan avêtibû, biçûyina.

Em baş dizanin û tê digihêjin ku şoreşa îlona tirs û xofa dagirkeran ji ser kurdan rakir. Vê şoreşê guhên kurdên xetimîbû, bi teqandina guleya ewil, ew guhê kerr bi guh kir da bibîne, bibihîze, bi ruhê berxwedanê ji nû ve çawa geş bû.

Kurd ji nû de li xwe, li rewşa xwe hay bûn. Fêr bûn ku heta kurd nebin xwedî dewleta xwe, wê her bindest û koleyê dagirkeran be. Lewra şoreşa îlanê kurd ji nûde zîndî kir da ku nemirin.

Lê şoreşa Gulanê çi kir?

Aha ya girîng jî ev e ku divê hemî kurd vê fêr bibin û bizanibin ku şoreşa gulanê ya ku bi şoreşa îlonê ve hatibû xemilandinê, ji me kurdan re asasê dewletbûna avêt.

Li ser vî asasî li gor vê baweriyê û li gor destûr û bernameya rêbaza Barzanî vê nemir, karê xwe ê danîna dewleteke kurdî domand. Domand û vê domandinê heta sala 1992an ku gava ewil ya dewletbûnê avêt.

Em kurd piştî wê gavê, li cîhanê û di nava xwe de fêr bûn ku bê dewletbûn çiqasî zehmet e û hebûna dewleteke kurdî jî, bê çiqasî xweş e. Em kurd ji wê gavê û heta niha bi hebûna dewleta xwe ya ku hê di qada nevneteweyî de weke dewleta kurd nehatiye nasîn, bi serbilindî dijîn.

Em weke kurd fêr bûn ku bê dewlet çi ye. Çima em kurd jî dixwazin bibin xwedî dewleta xwe. Ji ber ku şoreşa gulanê ew ruh û can da kurdan.

Ji ber ku bê dewletî sêwîtî ye. Bê dewletê hustuxwariye, bê dewletî malwêranî ye. Bê dewletî koletî ye. Em li başûrê kurdistanê ji sala 1992an û heta niha bi saya şoreşa îlon û Gulanê bi serbilindî di bin sîwana dewleta xwe de dijîn.

Îspata vê ew e ku bi hatina vîrûsa Koronaya niha hemî dinya dorpêç kiriye, me dît û bihîst ku dewleta kurdî çawa xwedîtî li miletê xwe, li gelê xwe kir ku li vê cîhanê herî kêm zerar li wir angoli başûrê Kurdistanê bû.

Ji ber vê divê bi her awayî û di her warî de em hemî kurd kar bikin da ku wê biryara danîna asasê dewletê ya şoreşa Gulanê pêk bînin.

Biryar, asas û xebata wê şoreşa delal, ew bû ku kurdan bike xwedî dewlet. Heta ku em nebin xwedî dewlet, em ê weke milet nikaribin li ser erda xwe bi azadî bijîn.

Ji bona vê jî divê em ne salê careke, her gav, di jiyana xwe de, her tim ruhê şoreşa gulanê bi cî bikin da ku bikaribin hemî li gel hev, dewleta xwe ya kurd û kurdistanî di qada nav neteweyî de jî bidin qebûl kirin.

Çi dema me ev pêk anî aha wê demê em ê hêjayî û qîmeta şoreşa gulanê bêtir fêr bibin ku bê ev şoreş ji bona çi bû û bizanibin ku ev berdewamiya şoreşa Îlona ku kurd ji nû de zîndî kiri bû ye…

 

Önceki ve Sonraki Yazılar