Şopên Urartuyiyan tên tesbîtkirin

Şopên Urartuyiyan tên tesbîtkirin

Kelheya Ayanîsê ji avahiyên Urartuyiyan yên herî berbiçav yek e û bi destê ekîbeke pispor li şûnwarê vê kelheyê di çarçoveya xebatên kolanê de bermayî û şopên Urartuyiyan tên tesbîtkirin.

A+A-

Kelheya Ayanîsê ji avahiyên Urartuyiyan yên herî berbiçav yek e û bi destê ekîbeke pispor li şûnwarê vê kelheyê di çarçoveya xebatên kolanê de bermayî û şopên Urartuyiyan tên tesbîtkirin.

 

Kelhe 2 hezar û 700 sal berê bi destê Kralê Urartuyiyan Rusayê Duyem hatiye avakirin, ji wê heyamê heya îro neqş, dîwarên kerpîç, xemlên balkêş ên li ser kevirên kelheyê mane. Vekolan û restorasyona 30 sal berê li kelhê dest pê kiriye îro jî berdewam e.

 

Xebatên ku îsal di serokatiya Mamosteyê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturk Prof. Dr. Mehmet Işiklî tê meşandin li ser şopa Urartuyiyên li Kelheya Ayanîsê berdewam in. Di encama xebatê da wê bê tesbîtkirin ka Urartuyiyan Gola Wanê bi çi awayî emilandiye û li herêmê çi şop hiştine. 

Di çarçoveya vê xebatê de Serokê Makezanista Arkeolojiya Avê ya Zanîngeha Uludagê li Bursayê Dr. Serkan Gunduz û ekîba noqivan li herêma Ayanîsê xwe berdan bin ava Gola Wanê û li şopên Urartuyiyan geriyan.

 

Tê çaverêkirin ku bi lêgerînên di binê avê de agahiyên girîng yên ji bo dîroka arkeolojîk a Urartuyiyan bên bidestxistin.

 

Prof. Dr. Işikli destnîşan kir ku Wan ji bo dîrok, çand û arkeolojiyê erdnîgariyeke pir dewlemend e.

 

Işikli herwiha diyar kir ku li Kelheya Ayanîsê xebat ji 30 salî pê ve ye berdewam dikin û armanca wan ew e ku bi projeyên nû wê xebatê dewlementir bikin û wiha pê de çû: "Rusayê Duyem ê ku di dîroka Urartuyan de ji kralên herî mezin yek e, li du herêmên Gola Wanê Kelhe ava kirine. Ji van yek Kelheya Ayanîsê ye û ya din jî Kelheya Kefê ya li Elcewazê ye. Em dizanin ji bo herin hin cihan Urartuyiyan Gola Wanê bikar anîye. Şaristaniya Urartuyiyan li herêma Gola Wanê bi cih bûye. Ji ber vê yekê şaristaniya Urartuyiyan xerîbê golê nîne. Daneyên arkelojîk ên di destê me de jî vê rastiyê nîşan didin.

 

Li ser vê me xebateke ezmûnî kir. Ji bejayê re li gor şert û mercên wê heyamê mirov dikare di nav 3 rojan de xwe bigihîne Kelheya Kefê lê ji ser golê re mirov dikare di nîv rojî de here wê derê. Ji ber vê me qenaet kir ku Urartuyiyan Gola Wanê bikar aniye. Piştî ku me encamên lêkolînê bi dest xistin niyeta me ew e ku em van ceribandinên xwe ji hêlên cuda ve pêşva bibin. Lewra herêma Gola Wanê erdnîgariyeke gelekî dewlemend e."

 

Dr. Gunduz jî got dê bi ekîba ku ji pênc kesan pêk tê hemû xeta li qeraxê golê ya li herêma Kelha Ayanîsê lêkolînên xwe bidomînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin