
Zextên Amerîkayê yên li ser NATOyê zêde dibin
.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê bi tundî êrişî hevpeymanên xwe yên di nava NATOyê de kir û ragihand ku dê Washington di 6 mehên pêş de li ser hêzên xwe yên li Ewropayê pêdaçûnê bike.
Ev yek jî wekî bertekekê ye li hemberî "sistbûna" welatên Ewropayê ya di piştgiriya Amerîkayê ya di dem şerê li Îranê de.
Di civîna wezîrên parastinê yên NATOyê ya li Brukselê de, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth peyameke tund da welatên Ewropayê û got:
"Ev dê bibe pêdaçûneke rasteqîn.
Armanc ew e ku NATO ber bi wê yekê ve gavan biavêje ku Ewropa bi xwe berpirsyariya yekem a parastina parzemîna xwe bigire ser xwe."
Hegseth hişyarî da û anî ziman, "Ev ceribandinek e ku dê hinek welat tê de bi ser bikevin û hinekên din jî têk biçin."
Wezîrê Şer ê Amerîkayê hêrsa Washingtonê ya li ser reftarên hinek welatên Ewropî yên di dema şerê li Îranê de venedişart.
Wan welatan rê nedabû ku hêzên Amerîkayê baregehên leşkerî û asmanê welatê wan bi kar bînin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê destnîşan kir:
"Ew karekî şermezarker bû.
Wan hevpeymanan jiyana kur û keçên me xist metirsiyê.
Ti hincetên vê yekê nînin."
Zextên li ser hevpeymanan
Amerîkayê zextên xwe yên li ser hevpeymanên xwe zêde kirine ku xerciyên xwe yên leşkerî derxînin ji sedî 5ê berhema navxwe ya giştî.
Hegseth her wiha diyar kir ku dayîna para Amerîkayê ya di budceya birêvebirina NATOyê de ku ji bo sala 2026an nêzîkî 790 milyon dolarî ye girêdayî wê yekê ye ka dê welatên din xerciyên xwe zêde bikin yan na.
Pete Hegseth anî ziman:
"Li wan cihên ku hevpeyman bi lez pereyan xerc nekin, dê para me jî kêm bibe."
Medyaya Amerîka û Almanyayê eşkere kir ku kêmkirina hêzên Amerîkayê van gavan li xwe digire:
“Vekişandina sêyeka balafirên şer ên cureyê F-16 û F-15 (nêzîkî 50 balafir), vekişandina balafirên dagirtina sotemeniyê, balafirên sîxuriyê û dronan.”
Her wiha Amerîka dê 2 binderyayên hilgirên mûşekên krûzê vekişîne û yek ji keştiyên xwe yên balafirhilgir jî ji herêmê dûr bixe.
"Pêwîstiya me bi demê heye"
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte hewl da rewşê aram bike û ragihand ku Ewropa û Kanadayê sala 2025an xerciyên xwe yên leşkerî 90 milyar dolarî zêde kirine û da zanîn:
"Eger NATO rûbirûyî êrişekê bibe, ez piştrast im ku dê Amerîka û hemû hevpeyman tiştê ji destê wan bê bikin."
Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius dilgiraniya xwe nîşan da û got:
"Em dikarin tazmîna gelek tiştan bikin lê pêwîstiya me bi demê heye.
Eger ew şiyan bi lez werin vekişandin û cîgirên wan nebin, ev yek metirsîdar e."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin