
WAN - ‘Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê’ dest pê kir: 40 weşanxane li wir in
.
Şaredariya Tuşbayê bi dirûşma "Bajar Diaxive" li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê çalakiyeke mezin a wêjeyê û pirtûkan li dar dixe.
Di çalakiyê de 40 weşanxane û gelek nivîskar amade ne.
Bi pêşengiya Şaredariya Tuşbayê û bi hevkariya komeleyên Kurdîwar û YEWKURDê di navbera 18 û 21ê Hezîranê de çalakiya bi navê "Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê" tê lidarxistin.
Çalakiya "Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê" dê 4 rojan bidome û li bajarê Wanê dibe navenda wêjeyê û çanda Kurdî.
Armanc xwendin û nivîsandina Kurdî ye
Armanca sereke ya çalakiyê ew e ku xwendin û nivîsandina Kurdî derkeve pêş û her wiha tê xwestin ku wêjeya Kurdî bi awayê wê yê nivîskî zêdetir were naskirin.
Endamê Komîteya Amadekar a Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê Mehmûd Gulêcan ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dirûşma wan a îsal "Bajar Diaxive" ye.
Gulêcan anî ziman ku ew dixwazin bajarên Kurdan êdî bi zimanê xwe yê dayîkê ango bi Kurdî biaxivin.
Bernameyeke dewlemend: Panel û helbest
Di çarçoveya Rojên Wêje û Pirtûkan ên Tuşbayê de ne ku tenê pirtûk tên nîşandan, di heman demê de bernameyeke tijî û dewlemend hatiye amadekirin.
Di vê çarçoveyê de dê panelên zanistî û neteweyî hebin.
Mehmûd Gulêcan qala naveroka bernameyan kir û anî ziman:
“Li ser pêşhatên Rojhilata Navîn paneleke taybet heye.
Panelek li ser ciwanan û rola wan a di têkoşîna Kurdan de heye.
Panelek jî li ser hiqûqê ye. Kurd di qada navneteweyî de hiqûqê pir kêm bi kar tînin.”
Mehmûd Gulêcan her wiha da zanîn:
“Di her sê şevên çalakiyê de dê helbestvanên Kurd helbestên xwe bixwînin û li ser çîroka helbest û wêjeyê gotûbêjan bikin.
Hem dê çîroka helbestan hem jî ya helbestvanan werin guhdarkirin.”
Di vê çalakiyê de 40 weşanxane pirtûkên xwe pêşkêş dikin.
Hinek weşanxaneyên ku tevlî çalakiyê bûne ev in:
Ar, Aram, Aryen, Ava, Azad, Belkî, Bêjing, Dara, Deng, Do, Doz, Enstîtuya Stenbolê, J&J, Kurdîxane, Luvî, Mezopotamya, Morî, Na, Nubihar, Ozgurluk Yolu, Pall, Payîz, Sîdar, Sîtav, Vate, Zarg, Zîlan.
Gelek kesayetiyên serbixwe, nivîskar û ronakbîr jî wekî mêvan beşdar dibin.
Tê payîn ku xelkê Wanê û hezkiriyên wêjeyê eleqeyeke mezin nîşanî vê cejna pirtûkan bidin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin