
Mucteba Xamineyî li ser peymana bi Amerîkayê re peyamek belav kir
.
Mucteba Xamineyî di peyamekê de ji bo gelê welatê xwe ragihand, her çi qas di bingehê de nêrîneke wî ya cuda hebûye jî lê ji ber wan dilniyayî û pêbendiyên ku Serokkomar dane wî, wî destûra îmzekirina peymana lihevtêgihîştinê ya Îran û Amerîkayê daye.
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe de destnîşan kir ku gihîştina bi vê qonaxê encama hewla berpirsên navxwe bûye û got:
"Aliyê Amerîkayî ji ber neçariyê serî li her cure amûr û zextan daye ku bigihêjin vê peymanê."
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê eşkere kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan wekî serokê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî soz daye wî ku dê mafên gelê Îranê û “Eniya Berxwedanê” biparêze.
Xamineyî her wiha anî ziman:
"Min destûra îmzekirina peymanê da çimkî Serokkomar berpirsiyariya wê girt ser milê xwe û tekez kir eger aliyê Amerîkayê bixwaze daxwazên zêde bisepîne, ew dê serî netewînin."
Dan û standinên rasterast
Mucteba Xamineyî hişyarî da ku dan û standinên rasterast ên paşerojê "wateya qebûlkirina daxwazên dijmin nade" û da zanîn:
"Em û gelê serbilind li benda pêkanîna wan mercan in ku me li ser wan li hev kiriye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin