Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-1-

A+A-

Min di zanîngeha Stockholmê da lêkolînek li ser sazûmanîya mîrektîya Kurdistanê û jinavbiriana wan kiribû. Lêkolîn, di sala 1989a da di kovara Bergehê ku li Stockholmê derdiket jî hat weşandin.  

Sazûmanîya mîrektîya Kurdistanê, heta sedsala 19an zindî bû. Dema ku li Kurdistanê îslamîyet bi cîh bû, dewletên xanedanî yên kurdî jî ava bûn. Piştî têkçûna wan, sazûmanîya wan jî parçe parçe bû. Paşê mîrektîyên Kurdistanê îlhaqê Dewleta Osmanî kirin. Li Îranê mîrektîya Erdalanê demek hebûna xwe parast.  Di salên 1800 da osmanî sîstema mîrektîyê têk birin. 

Min di pirtûkxaneya Carolîna ya Unîversîteya Uppsalayê da li ser kurd û Kurdistanê  çend pirtûkên kevn û balkêş dîtibû. Di hemûyan da agahî li ser mîrektîya Babanê hebû. Ji ber wê yekê Baban bo min bûbû nimûneya sereke. Lê her usa hin agahî û lêkolîn li ser mîrektîya Bedlîsê jî henin. Ew herdû mîrektî, xwedî desthilatdarîyek mezin  bûn.  Li ser mîrektîya Bedlîsê jî hin agahî, lêkolîn û belge di destê me da hene.  Her usa em dibînin ku li ser wê mîrektîyê agahîyên nû jî derdikevin. Ronakbîrên Bedlîsî bala xwe baş didin ser dîroka Bedlîsê û pêra jî zanîna me li ser wê mîrektîyê zêdetir dibe.  Lê mixabin, hêna jî zanîna me li ser wan sazûmanîyan kêm e.

Di nîveka sala 1950 û 1960 da mala me li bajaroka Dîyarbekirê, li Hezroyê bû. Sazûmana mîrektîya mala Sêvîdîn Paşayê zirkî sed sal zêdetir bû ku hilweşîyabû, lê bermahîya sazûmanîyê ku  xwedî dîrokek 300 sal e, hêna jî xuya dikir û nîşan dida ku li Kurdistanê desthilatdarîyek heremî ya  berfireh hebûye. 

Mîrên Hezroyê berê li dervayê Hezroyê, li Tercilê diman û wek mîrekên  Tercilê tên zanîn. Ger em wê demê jî bidin ser dîroka wan, dîokek kevntir derdikeve ber me. 

Seraya mala mîr li Hezroyê bi bendek bilind hatibû dorpêçkirin û dihat parastin.  Di Serayê da, ji mala mîr û binemala Sêvidîn Paşa kesên din jî dijîyan. Mezinê wan Hecî Faris Beg, oldarek di halê xwe da bû û Seyfî Beg jî reîsê beledîyê bû. Ez bi xwe çûm mala mîr û kompleksa seraya wan dît. Seyfî beg hevalê bavê min bû. Digotin li Swîsreyê xwenîye. Bi fotêr û di kincên Ewrûpayê da bû. Keça wan Ajda 10.11 salîya xwe da li pîyano dida. Di wê seraya kompleks da dadgeh û girtîgeh jî hebûn. Mîna ku digotin, di wan rojan da jî di serayê da 40 xulamên mala mîr hebûye. Cemoyê Rewan ku di wextê xwe da bi siwarî, postecîyê mala mîr bû, bi sûvarî name û posteyên mala mîr dibir Dîyarbekir, Farqîn an dewerên din, îdî kal bû û cîranê me bû. Ez gelek piçûk bûm lê Cemo gelek bi min ra diaxivî,  digor kale te hevalê min bû. Kalê min li gor nifûsê sala 1889 hatîye dine.

Seyfî beg û paşê jî Muherrem beg reîsê beledîyê bûn. Qesra Muharrem beg ne di nav benda mala mîr  da bû. Paşnavê wî jî Ceylan bû. Min usa zanibû ku ew mîrê derketî bye. Lê paşê min bîhîst ew ne ji wan e.. Paşnavê mala mîr Budak bû. Miherrem beg gelek dihat cem bavê min û wextê ku ne li Hezroyê bûya bavê min dikir wekÎlê xwe.

Di civatê da hêna jî dewranek wan hebû lê, di nava 10-15 salan da ew dewran ber bi dawîya xwe va diçû. Li gundê Mala Temiran, li Goman Kevirê rijî derket, wan  dewlemend kir û bûn hîssedarê şîrketa kevirê rijî. Karê guhestinê (neklîye) jî kirin. û her diçû dewlementir dibûn. 

Ebdilbarîyê ji Mala îmamn(Xoceler jî digotin) des bi frotina eşyayên gewr(beyaz eşya) kir,  bûn bazirganê acantayê. Wextê ew dewlemend dibûn, mala mîr berewajî lawaztir dibû. Mala mîr dest neavêtin tîcaretê û ew ji serdestîya xwa ya ”xwezayî” danediketin. Ji bo domandina îhtîşama xwe bere bere gundên xwe firotin û her diçû ji hêz diketin û dawîyê min bîhîst ku Hezroyê terk kirine.  Mala Seyfî beg xwenda bûn, paşê karê burokrasî û memurtîyê kirin, lê birê min digot Muherrem beg di  rewşa aborîyê da ketibû halê gelek xirab.

Li gor agahîya nexşevanê înglîz Brant, ku sala 1838 li deverê gerîyaye, dibêje: Desthilatdarê Tercilê Receb Beg dewlemendê herî mezinê mîrê zirkîyan bû, 60 gund di bin tasarrufa wî û 300 sûvarî di  emrê  wî da bû.” 

Mîrektîya Tercilê di nav 24 sancaxên Wîlayeta(carna eyalet digotin) Dîyarbekirê da, di nav 5 sancaxên wek hukumet binavkirî cîh digirt, xwedî îmtîyazek mezin bû û mîrîtî ji bav derbasê law dibû.  

Anekdotek heye ku dibêje: Mîrê Hezroyê ji nimêja înê derdikeve ku here male lê, qondera (pêlav) xwe nas nake. Ji ber ku berê gel pêlavên adî dikirin pîyê xwe. Lê paşê rewş guhurî. Mîr biryar dide: ”Îdî Hezro ne warê me ye.” 

Ev kurtebêj parçeyek ji aqûbeta gelek mîreka ye. Lê divê bi xemgînî bibêjim ku di înternetê da xuya ye, Camîya Mezin a Hezroyê ku avahîyek kevn e, ji dema eyûbîyan maye, tê restore kirin lê qonax û avahîyên mala mirên Hezroyê ku bermahîya dîrokek girîng e, li ber bayê felekê maye, ku gelek mixabin li ber hilweşînê ye. Ya rastî hildiweşe. Diviya bû ew bermahîya dîrokê bihata parastin.  

Wextê kurd bi lihevhatinek, hakimîyeta (îlhaq) osmanî qebûl kir, parçe parçe û lawaz bû. Em zanin ku Kurdistan gelek car hatîye dagirkirin. Hukumranîya ser Dîyarbekirê, 23 car dest guhurîye.  Lê di nava wan dagirkirinan da jî mîrekên Kurdistanê, xwedî sazûmanek deverî, xwedî maf bûn. Kurd di sazûmana mîrektîyê da serdestê bindestîyê bûn. Di wê sazûmanîyê da bindest nemusilman û gundîyên niştecî bûn. Kurd, piştî jinavbirina sazûmanîya mîrektîyê her çû ket bin lingan. Di dema  Komara Turkîyeyê da hebûna kurd hat înkarkirin û zimanê kurdî hat qedexekirin. Kurd bû neteweyek bindest û mêtingehek bê heq û hiqûq û “bê nav û nîşan”. Navê wê jî kirin Rojhilat, Rojhilata Anadolê.

Di dîroka kurd a nêzîk da gelek guhertinên mezin pêk hatin. Şerê Kendavê ku di 2yê tebaxa 1990 da dest pê kiribû,  rê li ber Sazumanîya Herêma Kurdistanê vekir. Paşê jî Kurdistan, statuya federal wergirt. Sala 2011 li Surîyê jî agirê şerê hundurîn hat vêxistin. Li Rojavayê Kurdistanê kurd, digel hêzên din desthilatîya leşkerî û birêvebirîyek xweserî bi dest xist. Esad nedikaribû Rojava kontrol bike. Amerîka ku bi argumana têkbirina DAÎŞê li rojhilata çemê Feratê bi cîh bû, YPG kir hevpeymanê xwe. YPG bi daxwaz û alîkarîya Amerîkayê qadek ji Kurdistanê  mezintir di gel hêzên din yên deverê xist bin kontrola xwe.  

Di sala 2019 da hikûmeta Erdogan Afrînê dagir kir. Bidestxistîîyên gelê Afrînê ji destê wan hat girtin û ket bin sazumana Turkîyeyê û hêzên paşverûyên cîhadîst. Her usa bi dagirkirina Cerablûsê korîdora ku kurd pêk anîbûn, hat qutkirin. İro jî hewildanek xurt heye ku Cizîr û Kobanê ji hev bên qut kirin.

Îroj (25 Hezîran 2020) em dibîsin ku Lirayê tirki li İdlib û li derdora wê ketîye tedawûlê, Pereyê sûrî sedi 70 qiymet wenda kiriîye. Li gor agahîya SETAyê (wezareta tirkî inkar dike) banka merkezî ya tirki Lira xistîye bazarê û dewer kirîye perçeyek Tirkîyeyê. 

6ê Çileya Pêşîn sala 1996 Necmedîn Erbakan bi heyetek gelek mezin çûbû Lîbyayê. Mebesta wan a esasî girtina pereyên mitehîdên Tirkîyê bû. Lê armanca xwe dîyar nekirin û seyahata xwe kirin yek ji rêzezîyaretîya Afrîqayê. Hevdîtina Qaddafî û Erbaqan ji çapemenîyê ra vekirî bû û Qaddafî  şîretên mezin li Tirkîyê kir û pêra wan gotina kir: ”Divê kurd jî di binê rojê da cîyê xwe werbigre”. Û baş tê bîra me ku ew gotin çawa Tirkîyeyê hejandibû.

Piştî 10 salan, di dema AKPyê da li Tirkîyeyê guhertinek sîyasî rûda. Tirk, bi xewn û xeyala Mîsaqî Mîllî peywendîyên xwe bi desthilatdarên Kurdistanê ra baş kir. Peywendîyên, di navbera Tirkîyeyê û Kurdistanê  geş dibû.  Barzanî kirin dostê mezin. Ew peywendî, serê gelek  kesan gêj  kiribû: Gelo Tirk sîyaseta xwe ya li hember kurd  diguhire. Pêvajoya aşîtîyê jî  hêvî xurt dikir. Lê heta Referandûma Serbixwebûyînê. Nêzîkê roja referandûmê, Erdoğan dengê xwe bilind kir û li dijî referandûmê derket û biryara erêkirina referandûmê kir sedema şer. Wextê ku kurd referandûmê erê kir, Tirkîye, di gel Îran û Îraqê ket nav tevgerek cezakirina Kurdistanê. Erdoğan digot: ”Çawa dikarin bêyî erêkirina me gav bavêjin. Guh nedan hişyarkirina me. Her tiştên wan hebû. Ew hê li pey çi ne.”

Gotinên Erdogan di esesê xwe de bi kurtebirî sîyaseta tirk li Kurdistanê dîyar dike: Kurd divê cîyê xwe baş bizanibe û qima xwe bîne. Ev gotin bê şik mentalîteya serdestî û mêtingehkarîyê ye. 

Pîştî Referandûma Serxwebûnê kurd, giringîya konjukturê jî cardin nas kir. Konjoktur rê dabû ku Kurdistana Federe saz bibe. Lê  kontuktura wê rojê rê li ber serbixwebûnê girtibû. 

Ji bilî Îsraîlê tu dewletek daxwaza Kurdistana serbixwe qebûl nekir. Heman tişt li Ewrûpayê bi serê Katalanyayê  jî hat. Dewletên Ewrupayê digotin: ”Serwebûna Katalanyayê, ji bo ewlehîha Ewrûpayê xeter e.” Dewletên Ewrûpa û Amerîkayê  heman gotin ji bo Kurdistanê jî digotin û hişyarî didan Barzanî, ku teşebusa serbixwebûnê meke. 

Dewletên Ewrûpayê, digel geşbûna daxwazên mîllî û doza serbixwebûnê modela xwe dîyar kiribû: ”Danezana serbixwebûnê divê yek alî mebe. Divê Dewleta serdest jî  destûr bide û biryara serbixwebûnê erê bike. Divê  ji bo rêlibergirtina bêaramîyê   pirsgirêk,  destpêkê  bê gengeşkirin û mercên pêkvejîyanê bê peyda kirin. Bi wî awayî dibe ku rê li ber lihevkirinê û bihevra jîyanê vebe.”

Ew prosesa dirêj a dîroka kurd û Kurdistanê bi kurtebirî babeta vê xebatê ye. Min xwest li ser wê bingehê pirsa neteweyîya kurd û pirgirêka serbixwebûnê mınaqeşe bikim.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin