Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Sîyaseta Neteweya Demokratîk, rêgirê azadîya neteweya kurd e

A+A-

Min di nivisara xwe ya çûyîn de teorîya Modernîteya Demokratîk nirxand. Ew teorî, li ser sê ûnsûran hatîye avakirin; Netewyê Demokratîk, Îndustirîya Ekolojîk û Ekonomîya Komunal. 

Di nava van her sê ûnsûran de, li gor A.Ocalan, ya herê muhîm, neteweyê demokratîk e. Ev netewe, ji mirovên nû pêk tê. Ev mirov, bi hişmendî û exlaqeq nû, têne perwerdekirin û afirandin.

Ji bo ku kesek bibe endamê neteweya demokratîk, aîdîyeta wî/wê ya etnîkî çi dibe bila bibe, divê  îdeolojîya modernîteya demokratîk qebûl kiribe û di rêxistinek vê de cîh girtibe.

Ev sazûmana ji mirovên afirandî pêkhatî, ne tenê mexsûsê civaka me ye. Lo gor A.Ocalan, ev sîstem wê li tevayîya dinyayê were pejirandin û pêkanîn. Loma jî ev nêrîn, universîyal e. Ji ber ku ev nêrîn, xwe li ser civakê ferz dike, ev nêrîn jî, wek hemû îdeolojîyên unîversîyal ên şîdetperest, totalîter e.

Divê were destnîşankirin ku afirandina mirovek nû, armanca hemû îdeolojîyên totalîter e. Danerên van îdeolojîyan, mîsyonerên xwe bi sifatên payebilind bi nav dikin. Hesen Sabah,  murîdên xwe wek murşîdên heqîqetê; Fethulla Gulen, murîdên xwe wek nesla zêrîn; Abdullah Ocalan jî yên xwe wek rêwîyên heqîqetê bi nav dike.

”Rêwîyên heqîqetê” wê li tevayîya dinyayê bela bibin û di çerçewa nêrîna ”Modernîta Demokratîk”, civakên nû ava bikin. Ev civak, ji alî A.Ocalan ve, wek Sîstemên Konfederal tên binavkirin.

Koma Civakên Kurdîstan (KCK)

Li Kurdîstanê, navê vê Sîstema Konfederal, Koma Civakên Kurdistan (KCK) e. KCK rêxistinek wek şemsîye ye. Navê rêveberîya îdarî ya KCKê Xweserîya Demokratîk e. Xweserîya demokratîk wê bi şoreşa zîhnîyetê (bi mêjîşûştinê), neteweyê demokratîk biafirîne.  Nasnameya neteweyê demokratîk, endamtîya KCKê yê. Ji bo ku mirov bibe endamê vê neteweyê, dive mirov endamê KCKê be. Bi gotineke din, Kurd yên ku îdeolojîya A.Ocalan napejirînin û di rêxistinek KCKê de cîh nagrin, ne ji wê neteweyê ne; ew, ji mafê neteweyî bêpar in.(1)

Li alîyek din, KCK li cîyê hişmendîya neteweyî, îdeolojîyek naylon daye ikamekirin. Ev îdeolojî naylon e, ji ber ku ti binheke wê yê felsefîk û sosyolojîk nîne. Bi mêjîşûştinê, dixwaze civakek  bêkok biafirîne û vê civakê, wek netewe bi nav bike. Lê tê zanîn; netewe, bûyerek sosyolojîk e û herewha, berhemê sedsalan e. Netewe, xwedî navek sosyolojîk e. Navê netewe dikare îngîliz, alman, kurd, ereb, faris ya jî tirk be. Lê Neteweya Demokratîk bênav e. Divê mirov navek lê bike.

Navê Neteweya Demokratîk, Neteweya Apoperest e

Civaka ku ji Neteweya Demokratîk pêk tê, xwedî yek rêber, yek îdeolojî û yek sîyasetê ye. Li gor çêkerên vê civakê,  A.Ocalan (Apo) raserê her tistî ye. Wî, tevayîya ilmên civakî xitim kirine; di ware felsefê, civaknasîyê û tarîxê de, ew bêhempa ye. Ev bawerî, di navbera Apo û pêgirtîyên wî de têkilîyek manewî daye xwiliqandin. Bi gotineke din, ew mirovên ku di sala 1984`an ji bo bawerîya Kurdistanek serbixwe derdigetin ser cîya, îroj xwedî bawerî û psîkolojîyek cuda ne. Ew, êdî “rêwîyê heqîqetê”ne û xwedî mîsyona guhrandina Rojhelata Navîn û tevayîya Dinyayê ne. Di vê pêvajoyê de, “ilmê” Apo, ji bo wan, têra her tistî dike. Loma jî, li gor min, divê nave Neteweya Demokratîk, neteweya apoperest be. Bi vî awayî ev netewe jî dibe xwedî navek.

Neteweya Demokratîk him rêgirê mafên neteweya kurd û him jî rêgirî demokrasîya Tirkîyê ye

Sîyaseta neteweya apoperest, li Bakûr, sîyaseta serdest e. Tevê ku ew xwe wek hereketek kurdî nanirxînin jî, ji alî hêzên Tirkîyê ve, ew, wek temsîlkarên kurd tên naskirin.

Eşkereye ku ew, ji kurdayetîyê dûr in. Ew, li gor îdeolojîyek naylon û xeyalpereest hedefên şaş dane pêşîya kurdan û wan li hev gêj kirine. Li gor vê sîyasetê, dive ew, bi darê zorê, Tirkîyê demokratîze bikin û di çerçewa yekgirtîya axa Tirkîyê de, bi navê ”rêveberîya xweser” qaşo civaka xwe ya îdeolojîkî ava bikin. Ger ku hukumeta Enqerê bi wan re li hev neke, dive kurd û pêkhatîyên dinê, yekalî, vê xweserîyê îlan bikin.

Ev sîyaset, bi heqîqeta dewletan re ne li hev e. ji ber ku ti dewlet, bi emrîwaqîyê, deshilatdarîya xwe ya sîyasî bi hêzek dinê re parve nake. Ger ku ji destê dewletê were, vê emrîwaqîyê ji hole radike. Lê, li gelek dewletan, ku Tirkîye jî dikare yek ji wan be, bi tevgerek neteweyî, deshilatdarîya sîyasî dikare were dabeşkirin (2). Li alîyê din, ev sîyaset, bi şêla xwe ya emrîwaqî û şiddetperestî, av li aşê hêzên herî paşverû yên Tirkîyê  digerîne. Loma jî ev sîyaset, berevacîyê armanca ku daye ber xwe, rêgirê demokratîzekirina Tirkîyê ye.

Sîyaseta Neteweyê Demokratîk, bi sîyaseta navdewletî ra jî ne li hev e. Li gor têkilîyên navdewletî, daxwaza guhrandina rejimên sîyasî, pirsek navxweyî ye. Dewletên derve, di çerçewa mafên mirovî de, dikarin bibin têkildar, lê KCK, wek rêxistinek PKK ya mohra terorlêdayî, di vî warî da jî îzolekiriî ye. Dinya demokratîk, li dijî sîstema KCKê ya totalîter helwest digre. Ev yek, di şerê hendekan yên di dawîya sala 2015`an de hat dîtin. Loma jî ev sîyaset, rêgirê alîkarîya navdewletî ye.

Ev sîyaset, ji derdê neteweyê kurd re ne derman e. Ji ber ku kurd dixwazin bi ziman û çanda xwe ya neteweyî bijîn. Kurd dixwazin li ser axa xwe, li Kurdistanê, bibin desthilatdar. Lê ev sîyaset, dewlet jî tê de, hemû maf û şeklên desthilatdarîya neteweyî red dike. Loma jî ev sîyaset, rêgirê azadîya neteweya kurd e.

Sîyaseta Neteweyê Demokratîk, bi enerjîya kurdayetîyê, rêgirîya azadîya kurdan dike. Ji holê rabûna vê sîyaset û îdeolojîya naylon û xeyalperest, bi neteweya kurd, qencîyek mezin e.

Salim Çelîker

08-09-2020

1-Li Rojavayê Kurdîstanê, ew cotkarên ku ne endamê komunên Xweserîya Demokratîk in, mazotê bi buhayek giran peyda dikin. Hinek ji wan cotkaran, li Qamuşlî û Hesekê xwe qeydê rixistina cotkaran ya Rejimê dikin da ku mazota erzan bi kar bînin.

2- Dewlet, li gor hinek şertan, dikarin li gor îdareya ademî-merkezî yê (îdara beldeyî, otonomîya heremî û federasyon) werin birêvebirin. Ev yek, rasterast, bi pirsa neteweyî ve ne têkildar e. Decentralîzekirin, dabeşkirinek îdarî ye. Di hinek dewletan de, ev dabeşkirin, dikare bibe bingehê çareserkirina pirsa neteweyî. Ev dabeşkirin tê wateya ku neteweyê hakim desthilatdarîya xwe bi neteweyê piçûk û ekalîyetan ve parve dike. Ev parvekirin bi qanûn û makeqanûnan de tê destnîşankirin.

Neteweyek, bi imaknên hundurîn û yên derva, dikare derê dervayê sînorên dewleta heyî û li ser cografya xwe bibe desthilatdar û serxwebûna xwe îlan bike. Di vê rewşê de, yekalî, îlankirina serxwbûna xwe maqûl e û rewa ye. Kosova û Taiwan di vê rewşê da ne. Lê KCK, li alîyekî, deshilatdarîya nedeweyî û dewleta neteweyî red dike û li alîyê din, di nava sînorê dewletek de, yekalî, deshilatdarîya xwe ya îdeolojîkî îlan dike.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar