Şerê hêzên rejîma Sûriyê û DAIŞê dijwar bû: Ji her du aliyan 18 kuştî

Şerê hêzên rejîma Sûriyê û DAIŞê dijwar bû: Ji her du aliyan 18 kuştî

.

A+A-

 Di navbera rêxistina terorîst DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyê de li çolistana Sûriyê, şer dijwar bûye û di operasyonên dawî yên dijî DAIŞê de, ji her du aliyan 18 kes hatin kuştin.

Li gorî ragihandina SOHRê di rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û hêzên rejîmê de, li çolistana Dêrazorê 5 leşkerên sûrî û 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku çekdarên DAIŞê di encama êrîşên asmanî yên balafirên Rûsî de hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh jî hatibû ragihandin ku DAIŞê êrîşî otobuseke leşkerên Sûriyê kiriye û herî kêm 3 leşker hatibûn kuştin û 20 jî birîndar bûbûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin