
Pearl Petroleum dê heta 2035an li Herêma Kurdistanê 10,2 milyar dolar veberhênanê bike
.
Mehmûd Baban
Li gorî rapora nû ya şirketa PwCyê, şirketa Pearl Petroleum plan dike ku li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2026 û 2035an de bi qasî 10,2 milyar dolarên Amerîkayî veberhênanê bike.
Armanca şirketê ew e ku hilberîna gaza xwezayî du qatan zêde bike.
Şirket dixwaze hilberînê ji 750 milyon metre sêca (MMscfd) ya rojane derxe 1.650 milyon metre sêcayî.
Rapora ku ji aliyê PwCyê ve hatiye amadekirin, bandora veberhênana şirketê ya li Herêma Kurdistanê analîz dike.
Li gorî raporê, plana berfirehkirinê ya 10 salî ya Projeya Gaza Kurdistanê wekî motora sereke ya aboriyê kar dike.
Ev proje dê di nav 10 salan de bi qasî 420 milyar dolaran beşdarî hilberîna navxweyî ya safî (GDP) ya Herêma Kurdistanê bibe.
Her wiha, ev veberhênana plankirî ya Pearl Petroleumê dê asta hilberîna her du zeviyên Kor Mor û Çemçemalê zêde bike.
Pearl Petroleum konsorsiyûmek e (hevkariyek e) ku ji aliyê Dana Gas û Crescent Petroleumê ve tê birêvebirin.
Bi vê yekê re dê dabînkirina elektrîka navxweyî bi awayekî berçav zêde bibe.
Ev proje dê piştgiriyê bide hezaran derfetên kar ên navxweyî û bi dehan milyar dolar qezenca darayî û jîngehî ji bo ku Herêma Kurdistanê bi dest bixe.
Xalên girîng ên projeya 10 salî
Rapora PwCyê bi sernavê "Projeya Gaza Kurdistanê, Bipêşketina Du Dehsaliyan û Dehsaleke Derfetan - Rapora Nirxandina Bandoran a 2026an" hatiye belavkirin.
Xalên herî girîng ên berfirehkirina projeyê yên di navbera salên 2026-2035an de ev in:
Duqatkirina hilberînê: Berhema gaza xwezayî dê di vê dehsalê de rojane ji 750 milyon metre sêcayî derkeve 1.650 milyon metre sêcayî. Ev dê li gel armanceke demdirêj bimeşe. Tê pêşbînîkirin ku rojane 100 hezar bermîl petrola xam, 47 hezar bermîl kondensat (gaza şil) û 5 hezar û 500 ton gaza şil a malan (LPG) were hilberîn.
Beşdariya li aboriya giştî: Li gorî nirxandinê, tê pêşbînîkirin ku qonaxa berfirehkirinê di vê dehsalê de bi 420 milyar dolarî beşdaran hilberîna navxweyî ya safî (GDP) ya Herêma Kurdistanê bibe.
Afirandina derfetên kar û dabînkirina pêwîstiyên navxweyî: Çalakiyên avakirinê yên paşerojê dê piştgiriyê bidin 53 hezar derfetên kar ên demkî. Tê pêşbînîkirin ku karên berdewam bi rêya xebata rasterast û nerasterast 193 hezar derfetên kar biafirînin. Her wiha, dê ji sedî 90ê karmendan ji karkerên navxweyî pêk bên. Ji bo xurtkirina zincîreyên dabînkirinê yên li Herêma Kurdistanê dê 4,1 milyar dolar rasterast bikeve nava bazara kar.
Destkeftiyên darayî û jîngehî: Tê pêşbînîkirin ku li şûna sotemeniyên şil ên giran (petrola reş û mazot) gaza xwezayî ya paqij were bikaranîn. Ev yek dê bi qasî 59,9 milyar dolaran mesrefa sotemeniyê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêze. Her wiha dê di 10 salên pêş de rê li ber belavbûna nêzîkî 128,9 milyon ton gaza karbondîoksîtê (CO2) bigire.
Destkeftiyên her du dehsaliyên borî û yên paşerojê
Destkeftiyên darayî, civakî û jîngehî yên dîrokî ku di navbera salên 2008 û 2025an de hatine pêşkêşkirin, dê bi vê veberhênana nû ya heta sala 2035an guherînên mezin çêbikin.
Cudahiyên her du qonaxan wiha têne pêşbînîkirin:
Koma veberhênana sermayeyê: Di salên 2008-2025an de 3,9 milyar dolar bû, di 2026-2035an de dê bibe 10,2 milyar dolar.
Bandora li ser GDPya Herêma Kurdistanê: Di qonaxa yekem de nêzîkî 240 milyar dolaran bû, di qonaxa duyem de dê bibe nêzîkî 420 milyar dolaran.
Paşekefta mesrefa sotemeniyê: Di qonaxa yekem de 38,3 milyar dolar bû, di qonaxa duyem de dê bibe 59,9 milyar dolar.
Kêmkirina gaza ziyander (CO2): Di qonaxa yekem de 63,1 milyon ton bû, di qonaxa duyem de dê bibe 128,9 milyon ton.
Derfetên kar ji bo avakirinê: Salane ji 38 hezar û 100 karî dê derkeve 53 hezar karî.
Derfetên kar ên berdewam: Salane ji 47 hezar karî dê derkeve 193 hezar karî.
Xerciya kirîna pêwîstiyan li bazara navxweyî: Ji 900 milyon dolaran dê derkeve 4,1 milyar dolaran.
Rêjeya karkerên xwemalî: Ji ji sedî 80 dê derkeve ji sedî 90î.
Xurtkirina destê kar ê navxweyî û parastina jîngehê
Li gorî raporê, plana 10 salên pêş bi awayekî sîstematîk hatiye dariştin.
Armanc ew e ku li gel parastina armancên jîngehê û bipêşxistina sermayeya mirovî, hilberîna saman û sermayeyê were dabînkirin:
Xurtkirina karkerên navxweyî: Şirket bi bernameyeke dîrokî ya serkeftî hejmara jinan di postên teknîkî û çavdêriya stasyonan de zêde kiriye. Stratejiya demdirêj a Pearl Petroleumê giringiyeke taybet dide karkerên navxweyî. Armanca wan ew e ku di hemû astên şirketê de ji sedî 90ê karmendan xwemalî bin.
Sotemeniyên nû û kêmkirina CO2yê: Di dîrokê de gaza vê projeyê ji sedî 80yî zêdetir sotemeniya elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn kiriye û zêdetirî 6,4 milyon kesan jê sûd wergirtiye. Ji bo salên 2026-2035an, berfirehkirina xebatên zeviyên Çemçemal û Kor Morê dê bikaranîna petrola xam, benzîn û mazotê ji bo pîşesaziya navxweyî biqedîne. Ev gav dê di heman demê de jîngeh û tenduristiya Herêma Kurdistanê biparêze.
Bingeha hevkariya stratejîk
Nêzîkî 20 salan piştî destpêkirina wê, Projeya Gaza Kurdistanê ji destkefteke endezyariyê derbas bûye.
Îro ev proje di cîhanê de wekî mînakeke serkeftî ya hevkariya sektroa giştî û taybet tê dîtin.
Bi dîtineke stratejîk a demdirêj, veberhênana biyanî berdewam dike.
Bi terxankirina zêdetirî 10 milyar dolaran sermayeya nû, proje dê di dehsalên pêş de bibe stûneke aramiya darayî, bazara kar û derbasbûna enerjiya paqij li Herêma Kurdistanê.
Peymana Projeya Gaza Kurdistanê di navbera şirketên Dana Gas û Crescent Petroleumê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de sala 2007an hatibû îmzekirin.
Hilberîna yekem a li zeviya Kor Morê sala 2008an dest pê kiribû.
Tenê 15 meh piştî destpêkirina avakirinê, dezgeha hilberîna bilez û tora boriya 180 kîlometreyî hatin avakirin.
Vê yekê yekser rûyê enerjiya herêmê guherand û sotemeniya pêwîst ji bo stasyonên elektrîkê yên Hewlêr û Çemçemalê dabîn kir.
Veberhênera herî mezin a kerta taybet li Îraqê
Ji 2007an ve, konsorsiyûma Pearl Petroleumê ji aliyê Dana Gas û Crescent Petroleumê (her yek ji sedî 35) ve tê birêvebirin.
Her wiha OMV, MOL û RWE jî (her yek ji sedî 10) şirîkên projeyê ne. Heta niha di binesaziyê de zêdetirî 3,9 milyar dolaran veberhênan hatiye kirin.
Ev yek Pearl Petroleumê li Îraq û Herêma Kurdistanê wekî veberhênera herî mezin a sektora taybet a enerjiyê destnîşan dike.
Destkefta KM250yê
Nexşerêya 10 salî rasterast li ser bingeha pêşxistina stasyona KM250yê ya bi bihayê 1,1 milyar dolaran hatiye avakirin ku Çiriya Pêşîn a 2025an temam bû.
Ev proje ji aliyê Saziya Darayî ya Bipêşketina Navneteweyî ya Amerîkayê (DFC) ve hat fînansekirin û 350 milyon dolar jî di bazara "Nordic" de hat komkirin.
Vê yekê karîbû bi serkeftî hilberîna gazê ji sedî 50 zêde bike, yanî rojane ji 500 milyon pê sêcayî derxist 750 milyon metre sêcayî.
Vê zêdebûnê hilberîna elektrîka Herêma Kurdistanê xurt kir û piştgirî da "Projeya Ronakî" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina elektrîka 24 demjimêrî û aramkirina veguhestina enerjiyê ji bo deverên din ên Îraqê.
Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin