
Wezîrên rastrê û opozisyona Îsraîlê lihevkirina Amerîka û Îranê red dikin
.
Hejmareke wezîrên rastrê yên tundrê û serkirdeyên opozîsyonê li Îsraîlê êrîşên tund kirin ser wê lihevkirina ku di navbera Amerîka û Îranê de hatiye holê, û rexnegirên Îsraîlî wesa difikirin ku ev lihevkirin, ku armanca wê bidawîanîna şerê Rojhilata Navîn û Libnanê ye, garantiya ewlehiya welatê wan nake.
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Itamar Ben-Gvir îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) di hesabê xwe yê Telegramê de ragihand: "Lihevkirina Trump bi tu awayî me pabend nake, em ne aliyek in tê de û ev lihevkirin ewlehiya me naparêze." Wî amaje bi wê yekê jî kir ku nabe ew ji Libnanê paşve bikişin heta ku Hizbulah bi temamî hilneweşe.
Hevdem Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich jî ev lihevkirin wesa wesif kir ku "ji bo Îsraîlê xirab" e û daxwaza berdewambûna zextên serbazî kir, ji bo herofandina Îranê û rêgirtina li gihîştina Tehranê bi çekên atomî.
Ji aliyekî din ve jî, serkirdeyên opozîsyonê hikûmeta Netanyahu lawaz û bêbandor wesif dikin. Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Naftali Bennett ragihand ku ev lihevkirin ji bo ewlehiya Îsraîlê werçerxaneke xeter e û diyar jî kir ku hikûmeta Netanyahu di asta pêdivî de nebûye.
Herwesa Serokê Partiya Demokratan Yair Golan jî rexneyên tund girtin û got: "Bi yek îmzeyê, destkeftiyên serbazî yên mezin ên artêşa Îsraîlê hatin tunekirin, di demekê de ku Netanyahu bi bêhêzî û nexweşiyê ve temaşeyî rewşê dike û bêbandor e." Wî destnîşan jî kir ku ev lihevkirin bi milyaran dolaran dixe xizmeta Îranê û jêrxaneya atomî ya wî welatî jî wekî xwe dihêle.
Ev rengvedan piştî wê yekê tên ku Pakistanê şeva borî ragihand; Îran û Amerîka bi navbeynkariya Îslamabadê gihîştine lihevkirinekê, bo bidawîanîna şer li deverê, ku biryar e di 19ê Hezîranê de li Cinêvê bê îmzakirin.
Hikûmeta Îsraîlê heta niha bi rengekê fermî helwesta xwe li ser naveroka wê lihevkirinê ranegihandiye, lê Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz tekez kir ku hêzên wan ji bo demeke nediyar dê li Libnan, Sûriye û Xezeyê bimînin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin