Şandeke bilind a veberhênana Amerîkayê gihîşt Hewlêrê

Şandeke bilind a veberhênana Amerîkayê gihîşt Hewlêrê

.

A+A-

Şandeke bilind a bazirganî û veberhênanê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku ji pênc kesatî û veberhênerên diyar ên warê pêşxistina mal milkan pêk tê, gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de li ser hatina wê şandê ji Kurdistan24 re ragihand: “Ew şand dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.”

Mihemed Şukrî eşkere jî kir ku ev şand nûneratiya kompaniyeke mezin dike, ku li 18 welatên cîhanê bingehên wê hene, û armanca serekî ya serdanê jî xurtkirina peywendiyên bazirganî yên her du aliyan e, herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe dixwaze ku ev kompanî di paşerojê de veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin.

Li gorî amarên dawiyê yên Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompaniyan, niha 169 kompaniyên Amerîkayî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Ji vê hejmarê jî, bingehên 155 kompaniyan li bajarê Hewlêrê ne û di sektorên cuda cuda de çalakiyên xwe yên Bazirganiyê bi rê ve dibin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin