Şerê Azerbaycan û Ermenistanê; Ji herdu aliyan 99 leşker hatin kuştin

Şerê Azerbaycan û Ermenistanê; Ji herdu aliyan 99 leşker hatin kuştin

.

A+A-

Li ser sînorê Azerbeycan û Ermenistanê di navbera artêşên her du welatan de pevçûnên dijwar derketin û li gor daxuyaniyên fermî di pevçûnan de 49 leşkerên Ermenistanê û 50 leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin.

Di sibeha 13ê Îlonê de li çend cihên ser sînor di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de careke din şer derket.

Baku û Yerîvan hevdu bi destpêkirina şer tohmetbar dikin.

Piştî şer bi navbeynkariya Rûsyayê, li gorî saeta herêmê saet 09:00an di navbera her du aliyan de agirbest hat ragihandin.

49 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihandiye ku şeva borî piştî nîvê şevê artêşa Azerbaycanê bi top, balafirên bêmirov û çekên giran hem binesaziya leşkerî û hem jî ya sivîl li herêmên Gorîs, Sotk û Jermukê kiriye hedef.

Wezareta Berevaniya Ermenistanê îdia kir ku hêzên Azerbaycanê hewl didin bi piştgiriya çekên giran derbasî nav axa Ermenistanê bibin û ber bi pêş ve biçin.

Ermenistanê herwiha dîmenek ji leşkerên Azerbaycanê belav kiriye û ragihandiye, hêzên Azerbaycanê di nav axa Ermenistanê de hewl didin ber bi pêş ve biçin û tekez dike, ew tevgera serbazî ya Azerbaycanê sedema gurbûna şerê navbera herdu welatan e.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di axavtinekê de li parlamentoya wî welatî diyar kir, ku herî kêm 49 leşkerên wan di şerê dawî de hatine kuştin. Paşînyan got “Li gorî datayên wezareta me ya berevaniyê, hejmara qurbaniyên êrîşêln Azerbaycanê li ser sînorê Ermenistanê 49 serbaz e û mixabin dibe ku hejmar bêhtir bibe.”

50 leşkerên Azerbaycanê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê ragihandiye ku artêşa Ermenistanê di saetên êvarê de li ser sînorê Daşkesen, Kelbajar û Laçînê provokasyonên berfireh pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku komên sabotajê yên artêşa Ermenistanê li zevî û rêyên di navbera çeperên artêşa Azerbeycanê de ji aliyên cuda ve mîn danîne.

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê, artêşa Ermenistanê di şeva 12ê Îlonê û 13ê Îlonê de serê sibê ji Daşkesen, Kelbajar, Laçîn û Zengilanê êrîş pêk anîne û di pevçûnên li ser sînorê Ermenistanê de 50 leşkerên wan hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema tepeserkirina provokasyona mezin de 42 ji artêşa Azerbaycanê û 8 jî ji Rêxistina Sînor a Dewletê bi giştî 50 leşker hatine kuştin."

Alîkarê berpirsê ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Azerbaycanê Aner Ayvazof jî ragihandiye “Şeva 12ê Îlonê, hêzên Ermenistanê çend gavên binpêkariyê li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê encam dan û grûpeke çekdar a ser bi wê jî, rêyên navçeyên sînorî mînrêj kirin, piştre artêşa Azerbaycanê rûbirûyî wê bû, da ku aramî vegere wê navçeyê.”

Sala 1988an şerê Nagorno – Karabaxê, di navbera Ermenên Herêma Azerbaycanê, bi piştgiriya Ermenistanê û Artêşa Azerbaycanê de, destpê kir û heta sala 1994an berdewam bû ku di encama wî şerî de nêzîkî 30 hezar kes hatin kuştin û bi sedan hezar kes jî aware û koçber bûn. Piştre agirbest hate ragihandin.

Di salên navbera 1994 û 2020an de, çend caran şer û pevçûn di navbera her du welatan de çêbûn, lê ne berfireh bûn.

Sala 2020an di navbera Azerbaycan û Ermensitanê de şer çêbû ku 6 heftiyan dom kir û di encamê de 6,600 kes hatin kuştin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin