Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Serdana serokkomarê Tirkîyeyê ya DYAyê û paşxaneya dîrokî

A+A-

Serdana serokkomarê Tirkîye’yê R. Tayyip Erdogan, di bin bandora peyamên nexweş ên barê Dewletên Yekbûyî Amerîka’yê da (DYA) dest pê kir.

Wekî têt zanîn, ji rayedarên Tirkîye’yê, taybetî ji serokkkomar, serokwezîr û ji wezîran gellekî peyamên nexweş hatin/tên bihîstin.

Ya herê giran jî, heta tawanbarkirî ji wezîrekî Tirk hat; ji DYA’yê ra wiha gotibû, „Li ser mêze (mase) hevpeyman, li ser erdê minafiq.“

Di eslê xwe da, li Tirkîye’yê siyasetvan tenê wisa nafikirin, ev bawerî û bîr û boçûnên rayagiştî jî wiha ye û rêjeya nerazîbûna ji DYA’yê her roj bilintir dibe.

Encamên lêpirsînên li ser rayagiştî vê rastiyê diselmînin, ku taybetî di nava raygiştî da pênebaweriyek fireh heye.

Gellek kes û sazî vê encamê wekî serketinekê dibînin, bi dengekî bilind û jixwebawerîyek xurt vedibêjin!

Gellek caran, di dema „Şerê Kendavê“ da behsa mebesta artêşa DYA’yê û hinek nexşeyên herêmê dikin, bi ya wana, ji roja ewil va di barnameya DYA’yê da damezrandina Dewleta Kurdistan’ê heye.

Piranîya rayagiştîya Tirk, DYAyê dewletek bêbext, dabeşkerê Tirkîye’yê û xwedî projeya avakirina Kurdistan’ê dizane.

Bê guman, ev neyartiya DYA’yê ya di nava rayagiştîya Tirk da ne ji ber xwe aj da, desthilatên Tirkîyê bi dehan salan hewldan, peyamên dijminahiyê dan û di encamê da rewşek wiha rû da.

Bi bawerîya min, ger mirov desthilata Turgut Ozal ji navê derxe, yên mayî ji damezrandina Komara Tirkîye’yê heta îro ti caran di nava rayagiştîya Tirk da bona DYAyê bawerî û hestên xwîngermiyê pêk nehat.

Ev bertekî (refleks) ne tenê bona DYA’yê ye, herweha bona hemû Cîhana Rojava’yê guman jê têt kirin.

Jixwe, peywendiyên Tirkîye’yê bi DYA’yê va, têt wateya peywendiyên Tirkîyê bi Cîhana Rojava’yê va.

Mirov dikane rojane jî di barê Cîhana Rojava da, taybetî di barê DYAyê da ji rayedarekî peyamek nexweş bibîse, bixwîne.

Bi bawerîya min paşxaneyek dîrokî ya vê rewşê heye, ku dema belavbûna Dewleta Osmanî da yekem car serokê DYA’yê Woodrow Wilson di nava prensîbên xwe da, ku bi navê „Prensîbên Wilson“ tên zanîn, cî dabû „mafê çarenûsî“ û van prensîban rengê xwe dabû Peymana Sêrves’ê.

Wekî em dizanin, bi ya Peymana Sêrves’ê „Kurdistanek Otonom“, piştê salekê jî „Kurdistanek Serbixwe“ dihat damezrandin.

Bona civat û dewleta Tirk, Sêrves wekî peymanek dijmanahiyê û birînek kûr têt zanîn.

Ev di dîroka Tirkîye’yê da paşxaneyek wiha ye, ku hêj îro jî sîya xwe dide ser pêywendiyên vî welatî bi Cîhana Rojava’yê va, dibe sedema gumanek kûr.

Dema DYA’yê bona alîkarîya hêzek Kurd, her kîjan dibe bila be, di bîra dewlet û civakê da ev paşxaneya dîrokî xwe dide der û Tirkîyê bertekên tûnd nîşan dide.

Heçkû, rewşa cîhanê , Rojhelata Navîn û herweha Tirkîye’yê û neteweya Kurd hat guhertin, îro amanc û peywendiyên cûda, partiyên ji hev cûda, bîr û boçûnên ji hev cûda hene.

Ji payemên serokkomarê Tirkîye’yê wiha dixuye, ku ev paşxaneya dîrokî dê li ser serdana wî ya îro jî karîger be, Tirkîye’yê gellekî dilgiran e û bi gumanek kûr li siyaseta îro ya DYA’yê di barê Rojhelata Navîn û taybetî Suriyê û PYDê da dinire.

Mijara sereke ya serdanê çekdarkirina Hêzên Suriya Demokratîk (HSD)ê ye, ku skeleta wê Yekiniyên Parastina Gel (YPG) pêk tîne û operasyona Reqqa’yê ye.

Wekî têt zanîn Tirkîye, ji alîkarîya DYA’yê ya HSDê nîgeran e û gellek caran dilgiranîya xwe ger li ber rayagiştî, an di hevtînên taybetî da bi şêweyekî tehdît gotiye.

Herî dawî serokkomar Erdogan di civînekê da gotibû, „pêwendiyên me dê ne di pileya bêhnokê (vîrgul) da, ewê di pileya nuqtikê da be.“

Ango wateya vê gotinê, ku bêhna gefê jê difure, dixwaze berê serdana xwe rêvebera DYA, taybetî ser biryara serok Donald Trump kariger be, ku ji biryara çekdarkirina HSD/YPGê bi paşve gav bavêje.

Lê, ez bawerim ew jî dizane, ku du karwanên (partî) çekan hatin veguheztin, ketin destê HSD/YPGê êdî bi paşve veger nabe.

Ez ne bawerim, ku Donald Trump dê ji biryara xwe paşve gav bavêje, lê dibe ku di hinek mijarên din da kêfî serokkomarê Tirkye’yê xweş bike, bo mînak temînata ewlehîya Tirkîyê, valakirina Şingal’ê ji PKKê, karneanîna çekan li dijî Tirkîyê û herweha dibe ku dosyaya Reza Zarrap dayne ser mêze.

Lê dîsa jî, siyaseta Erdogan bi me diselmîne, ku ew herdem dijminekî diafirîne û bona desthilata xwe bi kar tîne.

Îro dijmin PYD/YPG ye, ewî çav li „qehremaniyê“ ye û „qehremanî“ jî bi têk birina dijmin dibe, her çiqas ez metirsiyek wiha dûr dibînim jî divê mirov hay li metirsiyê hebe.

Gotina dawî bila ser peyama Salih Muslim be, di hevpeyvîna xwe ya TV24 da li ser pirsekê dibêje, „Bakurê Suriyê ji rojava Kurdistan’ê mezintir e.“

Rast e, bakurê Suriyê ji rojavayê Kurdistan’ê mezintir e, ez bawerim wî li ser wateya gotina xwe nefikirîye, bi vî aqlî me divê em dest ji navê Kurdistan’ê jî berdin, ji ber ku cîhan ji Kurdistan’ê mezintir e!

Aqilekî wiha ti caran naye qebûl kirin.

15.05.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin