Salîm Çelîker: PAK Û PSK

Salîm Çelîker: PAK Û PSK

Roja 14ê gulanê bi daxwaza PAK û PSKê li Stockholmê, li Kitêbaxana Kurdî, civênek hat kirin. Di civînê de li dor 50 kes pêşdar bûn. Ez jî yek ji wan bûm.Rojeva civînê li ser du babeta bûn: Nirxandina hilbijartina meheli ya 31ê adarê û dozvekirina li dijî

A+A-

Roja 14ê gulanê bi daxwaza PAK û PSKê li Stockholmê, li Kitêbaxana Kurdî, civênek hat kirin. Di civînê de li dor 50 kes pêşdar bûn. Ez jî yek ji wan bûm.

Rojeva civînê li ser du babeta bûn: Nirxandina hilbijartina meheli ya 31ê adarê û dozvekirina li dijî PAK û PSKê û ew partîyên ku di navên wan de gotina “Kurdistan” derbas dibe. Li dor 15 kesan nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Herçi şêla PAK û PSKê ya hilbijartina 31ê adarê ye, divê bi serbilindî, ev şêl, were silav kirin. Ev herdû partî di wê zanînê da ne ku rewşa sîyasî ya Bakûrê welatê me îrasyonel e; serê 40 salan e ku milletê me ketîye nava cenderkî. Di vê rewşê da, nêrînên rasyonel çikas rast dibin bila bibin, nayên guhadrîkirin; piranîya mirovên me ne bi mêjîyên xwe, lê bi dilên xwe difikirin. Tevî vê rewşê jî helweststendin mêrxasî bû. Ew namzetên ku xwe dan pêş fedekarî kirin. Ez, ji bo vê helwesta netewî, him PAK û PSKê û him jî hemû namzetan pîroz dikim. Xwedîyê vê helwestê dizanin ku pêvajoja guhrandinê di noktekî da dest pêdike. 

Helwestsitendina hilbijartina 31ê adarê, perçekî proseya bi navê “Kurdîstan”ê parti avakirinê bû. PAK û PSK, bi şêlekî zelal, pirsa netewî bi cografya netewî ve girêdidin. Bêyî ku şîdetê biparêzin û tecawizê heqê hinekê dinê bikin, bi bernamekî netewî, bi rê ketin e. Bê şik, ev helwest, wekî ku dihat texmînkirin, tuşî qanunên Tirkîyê bûn, li van her dû partîyan û partîyên din yên ku di navên wan de gotina “Kurdîstan” derbas dibe, doz hat vekirin.

Min bersîva PAKê ya sîyasî ku ji mahkemê re hatîye şandin, xwend. Ev bersîv bi serê xwe manîfestoyek netewî ye. Ez serokê PAKê Mistefa Ozçelîk û heyeta wî pîroz dikim. 

Bersîv, têkilîyên di navbera heq, huquq û qanûnan binxet dike, huqûqê navnetewî destnîşan dike. Pirsa meşrûîyetê di vê çerçewê de dinirxîne, daxwaz dike ku Tirkîye qanûnên xwe li gor vê realîtê biguhurîne. Di civînê de hat gotin ku, ji bilî vê parastinê, bersivek dinê ji bo mahkemê hatîye şandin. Ciyê dilxweşîyê ye ku di vî warî de gelek huquqnasên Kurdîstanî mil dane proseyê, bi taybetî, akademîsyeneka me ku li Brîtanîyayê dijî, dersek baş daye dozger.

Ji aliyê dinê bersiv, pirsa ideolojîya netewî û sîyaseta netewî ji hev cuda dike. Herçî ideolojîya netewî ye, li ser cografya sîyasî, bi desthiladarîya neteweyî blî dibe. PAK, bi zelalî, ifade dike ku Kurdîstan navê welatê milletê Kurd e û milletê Kurd divê, bi ekalîyetên dinê re, li ser cografya xwe bibe desthilatdar. Bi rêya vê desthilatdarîyê sîyaset bilî dibe. Ev yek jî tekabulê hêz û şertan dike. Beyî ku hedefa ideolojîk were şolî kirin, warê sîyasetê guherbar e, bi gelek forma rû dide.

Di civînê de car dinê hat ifadekirin ku ev karwanê ku bi pêşengîya Ahmdê Xanî, çarsed sal berê, bi rêketîye ew dê bighîje menzîla xwe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin