RSF: Li Tirkîyê % 90 Medya Nêzî Hikûmetê Ye

RSF: Li Tirkîyê % 90 Medya Nêzî Hikûmetê Ye

.

A+A-

RSFê ragihand ku li Tirkîyê 90 ji sedê medya di destê karsazên nêzî hikûmetê de ye.

Li gor daxuyanîya RSF’ê di sala 2020’an de 1358 lînk yan jî nûçeyên onlayn ji alîyê ‘’biryara dadgehê, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, kurê wî Bîlal Erdogan, zavayê wî Berat Albayrak’’ yan jî ji alîyê ‘’karsazên nêzî hikûmetê’’ û sîyasetkaran ve hatine jê birin.

Wê rêxistinê da zanîn ku li Tirkîyê di nêzî 5 salan de 3436 rojnamevanan karên xwe hinda kirine ku bi tenê sala borî 215 rojnamevan bê kar mane.

RSF’ê dîyar kir ku di sala 2020’an de 48 rojnamevan bi kêmî 1 roj desteserkirî man ku ew jiber nûçeyên ser koçberên Sûrî, tedbîrên dijî vîrusa korona û kêşeya Kurdan hatine desteser kirin.

Tirkîye di lîsteya RSF’ê ya ser azadîya medya de, ji nav 180 dewletan di rêza 154’an de ye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin