Romana Ahmed Bilge KERPÎÇ

Romana Ahmed Bilge KERPÎÇ

Mişkên belengaz ji ber tirs û xofa vî cinawirî, bêçare mabûn xwe avêtibûn ber derîyê Sêrebenda pîr.

A+A-

Perîn Esmeroglu

Xem û xof û tirsek bê nav û meçhûl ketibû dilê şênîyên koridor û menzelan. Tirsek kû wan bi xwe jî navê wê nizanibû.

Qeştoyê reben gepek penêr di nav devê wî da, postê serê wî jê rabûyî ji mirinê jî xerabtir xwe ji nav lepê cinawir xelas kiribû. Bi xêra dergevan, ku jê re derî vekiribû, xwe avêtibû hundir.

Ji xwe ji Tevnê û ji dermanê wê yê ji hezar kulîlk û çêreyan nebûya, xelasbûna Qeşto tunebû.

kerpic.jpg

Sêrebendê guhdarîya wan kir û li kitêba pîroz nihêrî ku têde navek li vî cinawirî hatîye danîn; Kafxelo.  Xwedê û Xwedawendan ew ji dojehê şandibû ser van mişkên munafiq.

Hirço ku di nav mişkan de yê herî gir û xurt bû, xwest gelê xwe ji wî hovê dirinde yê perincokî û nehperûşk, xelas bike. Hirço bi xatirxwestin û halan û tilîlî û sirûd û stranan berê xwe da malên însanan ku Kafxelo li wir dima.

Sêlê ya jina Hirço dest li hewa bi lavayî û dua û niyazan li benda Hirço bû. Lê Hirço li hember Kafxelo ji mirinê xelas nebûbû, hûrdiryayî, parsûşikestî û serî lê pelixî bû.

Şênîyên korîdor û menzelan bêçare mabûn, rîsipî û kezîsipî û çend aqilmendan biryar girtin da ku ji birayên xwe yên çolê alîkarîyê bixwazin.

Bi hezar zehmetî Qeşto xwe gihandibû cem birayên xwe yên çolê. Mişkên çolê ji ber ku girtir û xurttir bûn, di nav mehlûqatên xeternak da dijîyan û li hember van dirindeyan li ber xwe didan.

Dînoyê mişkê çolê hatibû hawara birayên xwe, lê mixabin Kafxeloyê dirinde ew jî parçe kiribû. Şênîyên korîdorê ji ber tirs û xofa Kafxelo, bêhêvî û bêçare mabûn. Dîsa vegerîyan cem Sêrebendê û xwe avêtin bextê wê

Sêrebendê qesreke mezin bi mişkan da çêkirin, li gor dilê xwe jî hinek mişk ji bo qesra xwe hilbijart, hinek bûn karmend û hinek bûn leşker û hinek jî serleşker.  Û piştî demekê Sêrebendê bi riya van mişkên qesrê,  jiyana şênîya mişkan ji mirinê jî xerabtir kir.

Yên ku li hember Sêrebendê derdiketin, simbêlên wan dihat rûçikandin û guhên wan dihatin jêkirin, yan jî dihatin kuştin, yan jî diavêtin korîdora mirinê.

Rojekê ji şênîyan yek meytê Kafxelo dibîne û tê ji mişko Kewarê berpirsyarê embarê re dibêje ku Kafxelo mirîye.   Lê mirina wî tê veşartin û bi varyanteke din tê behskirin. Ji bo ku bawerîya şênîyan neşikê û her alîkarîya Sêrebend û Xweda û Xwedawendan bikin.

Qeşto û yên ku hatibûn avêtin bo korîdora mirinê, yekîtîyek çêkirin û bi alîkarîya şênîyan serî hildan û ketin qesrê.

Vê carê jî şêniyan ji bo Qeşto û serhildêran qesrek mezintir ava kirin. Û divê rewşa şênîyan êdî baştir bibûya.  Lê mixabin qet welê nebû, mişkên feqir feqîrtir bûn, yên birçî birçîtir bûn, yên bêçare zeîftir bûn Yên li qesra mezin jî bi xwarin û vexwarinê, bûbûn wek hûtan û ji ber qelawîya wan qesr û perestgeh û dadgehên wan xwe hilnegirtin û hilweşîyan.

Mirov hemû hestên însanî û mişkanî wek ken, girî, kêf û şahî, tirs û xof, rezîlî û belengazî, bindestî û serdestî, kuştin û mirin, qelsî û xurtî, mervantî û dostanî, dijminatî û neyartî, xwebexşandin, serhildan, berxwedan û raperîn, bêbextî û hevaltî, jiyaneke xedar, hiyerarşîyeke bêsînor di vê berhema hêja de dibîne û pêre dijî.

Qehremanên berhemê bi xwe jî bi navê xwe û bi karên xwe pir balkêş in.

Rindêya Dadger li hember neheqîyan derdikeve lê bi tenê dimîne û xwe dikuje. Lê zimanê fermî dibêje ku ji ber ”pirsgirêkên derûnî” dawî li jiyana xwe anîye.

Dodoyê Tembûrvan ew jî ji ber zilm û neheqîyên ku li şênîyan dibe, berê xwe dide korîdora mirinê.

Qoloyê wênesaz poçika xwe jêkiribû kiribû firçe, mezinan jê dixwestin ku wêneyê wan çêke lê wî tiştên din çêdikir. Kesî ji tabloyên wî fam nedikir.

Navên din yên ku balkêş in: Pûrto, Îsko, Hirço, Kewar, Zîvoyê Nivîskar, Reşoyê Şanoger, Çûro, Zîvê, Zûro, Sênco, Qeroyê Çilek, Zigo, Zengoyê Guhmezin, Zûroyê Rûşewitî, Peşko, Hêko û gelek navên din.

Berhemeke pir serkevtî ye, herikbar û hestyar e, îronîk e.

----------

Ahmed Bilge: ji 1994an û vir de di zindanê de ye. Kerpîç, roman, Weşanên APECê, 2020, Stockholm, 206 r

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin