Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rojavayê Kurdistanê û PKK!

A+A-

Demek dirêj e, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di navbera  “Rêveberîya Rojava" û ENKSê de ji bona rêveberîyek hevpar, hevdîtin berdewam in.

Ji bona nêzîkbûnen sîyasî û sîyasetek Kurd bi Kurd re li ser avakirina mala Kurd, di hinek xalan de nêzîkî hev bûne. Tehamûlek dan û stendinê derketîye holê. Mixabin, hîn ev nêzîkbûn, ne gihîştîye astek hevdîtina xalên bingehîn. Bi dahfek ji dervê kurdan bi sponsorîya rayedarên Emerîka û Fransa dimeşe. An jî saya wan dimeşe!

Xalên girîng, ku li ser nakokî berdewam in, xalên serete yên avakirina “Rêveberîyek Hevpar” a ajenhdeyek nû ji bona Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev jî hîn derneketina asta giftûgoyek parvekirinê.

Yek ji van Xalan; “di rêveberîya vî beşê Kurdistanê de bikaranîna îradeya kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê” bi xwe ye. Ev tê çi manê? Beşek mezin ji Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê li henber wê derdikevin ku; PKK vî beşê Kurdistanê bi rêve dibe:

PKK nikare bi qadroyên ne ji vî beşî re bireve bibe û PKK di saziyên Çapemenî, Darayî, Perwerde, Jin, Ciwanan, çavkaniyên bin erd û dîplomasiyê û îstîhbaratê de xebatkarên xwe bi cî bike!

Ez baş dizanim ku girseyek mezin Ji ber hebûna “mufetîşên PKKê” li Başûrê Rojavayê Kurdistanê karmendên herêmî pirr aciz in.

Her çiqa di van rojên borî de çend caran, li ser navê HSDê Mazlûm Evdî, bi şîveyek eşkere gotibe; “divê Kurdên Sûrî Rojava birêve bibin”(!) û ev wek peyamekê ji PKK re hatibe fêhmkirin jî, di vî warî de helwestek û zelalîyek eşkere derneketîye ber me.

Li ser vê peyamê, medya PKK li hember van xebatên hevpar helwestek tûnd girt û bi zimanekî êrîşker eşkere kir ku “emperyalîst û hevkarên wan dixwazin PKK tavfîye bikin”(!) Di virde hat xwîyakirin ku PKK, wê bi hêsanî, vî beşê Kurdistanê ji kurdên vî beşî re nehêle û wê rêveberîyê nede destê wan. Ev jî tê wateya ku ev xal, sîyasetek Kurd bi Kurd re li ser avakirina mala Kurd dixe tehlûkê. Her çiqa di asta rêveberîyê de 50/50 ji % lihev kiribin jî, di piratîkê de ku li ser “dûrxistina PKK” astek îradî dernekeve holê, bicîhkirina vê lihevhatinê di tehlûkê de ye.

Li ser vî xalê girîng, Mazlum Abdî li dij derketina hebûna PKK daxwazekê tîne ziman, lê helwesta wî bi xwe di vî warî de hîn ne zelal e. Mazlûm Evdî dibêje:

“Her kes dipejirîne ku divê Rojava di nav yekparebûna axa Sûriyê de ji hêla Kurdên Sûriyê ve were rêve birin. Rêveberîya wê ji hêla Kurdên Sûrî ve were damezrandin, hemî biryar ji hêla Kurdên Sûrî ve werin girtin, ev biryar bi zelalî bihên girtin û pêşxistin û xurtkirina nasnameya Kurdê Sûrî de em yêk fikrîn”(!) (https://www.al-monitor.com/pulse/originals/2020/11/syria-mazlum-kobane-sdf-mediate-pkk-us-election-biden-trump.html)

Lê Mazlûm Evdî hin bi navkirina “kurdên Sûrî“ û hin bi navkirina ku, kî li henber vê daxwazê ye, eşkere helwestê danayne! Lê eşkere dibêje; “Li bendê nebin ku em aşkere, eşkere bersiva PKK ê bidîn.”(!) Başe ku hêzên li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê eşkere, bersîva PKK nedin wê kî bide? Wê kî van xalên girîng bipejirîne? Lê ez baş dizanim, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê daxwaza ku, Başûrê Rojavayê Kurdistanê “ji hêla Kurdên Sûriyê ve were rêve birin.”(!) daxwazek, ku PKK wê zû bi zû û bihêsanî qebûl neke ye.

Xala din ya girîng jî rewşa hêzên leşkerî û avakirina “hêza parastina ewlekarîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê“ ye. Ji bona vî beşê Kurdistanê, sê hêzên leşkerî hatine damezirandin. Yek ji van hêzan YPG ye û li gor stratejîya xwe, di nav xwe de hêza jinan jî bi navê YPJ dihewîne. Ev hêz, bi carekê de, di bin bandora PKK de ye. Hêza din HSD ye. Ev hêz ji pir pêkhateyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê têt holê. Hêza sêyem jî Pêşmergên Roj in. Li Başûrê Kurdistanê hatine damezirandin û di şerê li henber DAÎŞ de cîhekî serete girtin û pir cangorî dan. Mixabin PKK nehişt ku ev hêz, di şerê parastina axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê de jî cîhê xwe bigire. PKK, hebûna vê hêzê “sebeba şerê navxweyî“ îlan kir! Pêşmergên Roj, di bin bandora ENKS de ne.

Di dan û stendinan de wê ev çawa bêt çareserkirin?

Ev ne dîyar e. Bi qasî dişopînim, têt xwestin ku: “Pêşmergên Roj wek pêkhateyek ji yên HSD, di nav HSD de cîh bigire”(!) Ev, avakirina “hêza parastina ewlekarîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê” dixe tehlûkê. Ku ev metod, di dan û stendinan de bêt qebûlkirin, wê hêzên leşkerî ji bin bandora hestên partîzanî rizgar nebin û wê derî ji perçebûnê re veke.

Sibe ku pirsgirêkên sîyasî serî hildan, dikarin Pêşmergên Roj ji HSD veqetin, an jê bên avêtin û ev jî bibe sebebê nakokîyên şer. Ji bona ku rê nedin van îhtîmalan, a rast ewe ku, ji serî de li ser artêşek Kurd û Kurdistanê û hevbeş rawestin. Bikaribin vê hêza milî derxin holê. Mixabin, di vî warî de jî hîn lihevhatin çênebûye û terefek bi wêrektî vê xalê jî nayne ser maseya lihevhatinê. Hîn ev jî di astek sohbeta nav terefan de ye.

Ez serkevtinê ji xebatên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku, ji bona avakirina “Rêveberîyek Hevpar” û “artêşek Kurd û Kurdistanî, ku ji hestên partîzanî dûr“”dimeşin re dixwazim.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin