Riataza: Hêvî û Heval: Yilmaz Guney

Riataza: Hêvî û Heval: Yilmaz Guney

Gava ku Yilmaz Guney bileyîsta salon heta dawîya fîlmê bi balkêşî û bi sazdarî disekinî, gelek cara di dawîyê de me çepik li hevdidan, me şahî û hezîyên xwe nîşan dida

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Di salên 80 yan de li Dutaxê saloneke sînemayê hebû
Xwedîyê wê Îsmet Adan bû
Malbata Îsmet bi eslê xwe Ereb bû
Waxtê de ji Sêrtê hatine, li heremê cambazî û bazirganî kirine, her wiha li Dutaxê cîwar bûne
Yê ku ji civaka Dutaxê beled in, dizanin
Dutax, bajarokeke piçûke ku tê de him Kurd him jî Tirk dijîn
Di navbera Kurd û Tirkên polîtik de dubendî ya sîyasî heye
Tirkên polîtîk bi giştî dewa nîjandperestî ya Tirka dikin û piştgirê Partîya Tevgera Nîjadperest (MHP) in
Lê di nav wan de yên çepger jî hene
Yên wek Yusif Beyazitlî, Nevzat û Omer Polat, Mehmet Akalin wek çepgerên Tirkên Dutaxê tên zanîn
Lê hejmara wan gelek kêm in
Civata Tirka bi giranî nîjadperest e
Xêncî Tirka, malbata Îsmet Adan jî, her çiqas Ereb bûn, lê xwe li ser Tirkan digirtin û dewa nîjadperestîyê dikirin
Ji xwe di Dutaxê de malbata yekta yê Ereb, ew tenê bûn
Ji bo van sedeman Îsmet bi piranî fîlmên Cuneyt Arkin dianî
Me jî ji fîlmên Cuneyt Arkin hez nedikir
Lê ku bihata em dîsa jî diçûn me lê sêrdikir
Fîlmên ku Cuneyt Arkin tê de dileyîst bi giştî propaganda nîjandperestîyê dikirin
Gava li ser perda sipî ya salona sînemaya Îsmet, Cuneyt Arkin li hespê siwar dibû qaşo diajote ser Bîzansan ji bo me problem ne bû, ji ber ku hesp û şerê şûra xweşa me jî diçû
Lê kîngê ala ku li ser sê heyvok hene diçikandine qaşo sûrên kela Bîzansa, wê demê di salonê de jî şer derdiket, me li hev dida, fîlm nediçû serî
Ji ber ku ew ala ku di fîlmê de dihate nîşandan di heman demê de ala MHPê bû û me qebûl nedikir ku di bajaroka me de hezkirên wê bi dilek şahî bi wê şabin
Gava ew ala bi sê heyvok derdiket ser perdê me li fiqê dida, me kevir û zibil, dar, texte, tebax, îskan çi destê me de hebe me hildida diavîte perdê
Nîjadperestan jî ku dengê xwe bikirana îcar me bi wan re şer dikir, salona sînemayê serûbinê hev dibû
Gelek caran Îsmet gazî cendirmeyan dikir, cendirme dihatin nijadperestan ji salonê derdixistin, ji destê me xilas dikirin
Lê carna Îsmet xwe şaş dikir çi dikir, fîlmên Yilmaz Guney jî dianî
Gava ku Yilmaz Guney bileyîsta salon heta dawîya fîlmê bi balkêşî û bi sazdarî disekinî, gelek cara di dawîyê de me çepik li hevdidan, me şahî û hezîyên xwe nîşan dida
Her wiha di bajoraka me de sêrvan ên sînemaya Îsmet bibûn du qetan; yên ku ji Cuneyt Arkin hez dikirin, xwe “Cinohez”û yên ku ji Yilmaz Guney hezdikirin jî xwe wek “Yilohez” bi nav dikirin
Êdî Îsmet dizanibû, mesela ku fîlma “Batal Gazi” were wê şer derê
Lê “Zagona Sînoran”, “Seyîdxan” yan jî “Qralê Kirêt” her seans bê şer û bê dew, bi aramî derbas dibû diçû
Welhasil me di atmosferek wiha de Yilmaz Guney naskir
Me ji kesayetên ku leyîstîye yên wek Xidir, Seyîdxan û Qralê Kirêt hez kir
Sêrvanên sînemayê û hezkirên Yilmaz Guney di demajoyên paş de bûn şahidên ber hîmên sereke yên wek “Hêvî”, “Heval”, ”Bir”, ”Rê” û “Dîwar” Yilmaz Guney, di sala 1937an de li Yenîce ya Edenê hatîye dinyayê
Bavê xwe Kurdek Zaza yê Siwêrekê, dîya xwe Kurdek ji Vartoyê ye
Bi xwe li Edenê mezin dibe
Ji bo zanîngehê diçe Stenbolê
Li zanîngehê dest bi nivîsa çîroka dike
Di wan deman de Atif Yilmaz nas dike û pê re hevaltîyê dike
Bi desteka Atif Yilmaz dest bi xebatên li ser sînemayê dike
Di sala 1959an de seneryoya “Zarên Vî Welatî” û ”Gakûvî”dinivîse û biderhênarîya Atif Yilmaz ve rol hildide
Di fîlma “Evîna Karacaoxlan” de dibe cîgirê derhêner
Yilmaz Guney di heman demê de di kovarên wek “Asoyên Nû” û “Sêzdeh” de hey çîrokan dinvîse
Di sala 1961an de bi sûcdarîya propagandaya komunîzmê ceza dixwe û du sala tê girtin
Piştî girtinê dîsa dizvire ser karê xwe yên sînemayê
Di wan deman de bi giştî fîlmên wek macera dikşîne û li hember otorîteyan, serhildana “Zara Enedolê” nîşan dide
Di wan deman de fîlma herî girîng “Zagona Sînoran”e ku derhênerîya wê Lutfî Akad kirîye
Bi vê fîlmê Yilmaz Guney êdî digihîje hostatî û hunerîya lîstikvanîyê
Di sala 1971an de bi tawanbarkirina alîgirîya Mahir Çayan û endamên din yên Partîya Rizgarîya Gel ya Tirkîye (THKP) du salan dîsa tê girtin
Yilmaz Guney di wan salên xwe yên girgtîgehê de li ser sînemagerîyê dixebite û nivîsan ji kovara xwe ya “Guney” re dişîne
Piştî du salan ji hepsê dertê
Di sala 1974an de fîlma “Heval” dikşîne
Di heman salê de, bi navê “Xem” dest bi fîlmek teze dike
Di demên kêşanîyan de li navçeya Yumurtalik ya Enqerê, di gazînoyek de dadgerê navçê dikuje û bi qasî 19 salan ceza dixwe
Heta pênc salan radizê
Di girtîgehê de seneryo ya fîlma “Bir” û “Rê” dinvîse
“Bir” ji alîyê derhêner Zekî Okten tê kişandin, “Rê“ Şerîf Goren çê dike
Bi taybetî “Rê” li derva eleqeyek mezin dibîne û di Festîvala Fîlman ya Cannes de xelat hildide
Di sala 1981an de ji girtîgeha nîv vekirî ya Sparta fîrar dike diçe Fransayê û li wir cîwar dibe
Li Fransayê jî navber nade xebatên xwe û fîlma “Dîwar” dikşîne
Ew dibe fîlma wî ya dawî
Yilmaz Guney, salên xwe yên dawî li Parîsê derbas dike
Lê li wir bi nexweşîya pençeşêrê dikeve
Di 9 Îlon 1984an de li Parîsê jîyana xwe ji dest dide
Gora wî li Goristana Pere-Lachaise di beşa 62an de ye
Em di 83 salîya wî de ev hunermendê nemir, birêz jibîr tînin


Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin