Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

REWŞENBÎRÎYA KURDÎ Û SEDEMÊN PAŞBINGEHÊN BÛYERAN

A+A-

 

 

Maruf YILMAZ, doktoremend, lêkolîner, mamoste

 

Paşbingeh û sedemên derketina şerê ku di navbera PKK û PDK´ê de destpê kirîye, dikare çi be?               

Mirov ji bo çi şer dike û armanca şerî çi ye?                 

Di şerî de serkeftina kurdan dikare çi be?                   

Ma em dikarin bêyî xerabîya YNK´ê li Kerkûk´ê qencîyê têbigihîjin? 

Ji me re delîl hemce ne ku em di derbara şerê PKK-PDK´ê de rastîyê bizanibin?

Rastî çi ye?                                                          

Em çawan dixwazin bijîn?

Rewşenbîr kî ne?

 

1.1 REWŞENBÎR, RONAKBÎR

 

Ez di vê nivîsara xwe de du metodên cuda bikartînim; zanista giştî û hizra mentalîteta civaka paşketî.

Ez wekî rewşenbîrekî kurd bêalî û alîgirê tu siyasetê nî nim û herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî nim. Em kurd dirust nî nin, li dijî hevûdu ne û gorên (mezel, qebr) hevûdu dikolin. Divê kurd ji bilî avakirina dewleta xwe tiştekî din nehizrin. Heke partîyek ala Kurd û Kurdistanê nexwaze û wê bilind neke, hingê seqetîyeke wê heye ango Tirkiye/îran gotinên xwe pê dide gotin û kirin.

Em çawan dikarin rastîya paşbingehên bûyeran bizanibin?

 

Dema ku du-sê kurd tên ba hev, hingê ew şerekî mezin li dijî hev derdixin û dilê dijminên xwe şad dikin. Heke tu ji gund gavanan an qereçîyan bînî, bikî berpirs dê ji berpirsên partîyan baştir bin. Kurd ne dirust û ji hevre ne rast in, ji kurdan bêxwedîtir tu xelq/kes tune ye. Rewşenbîrî ne ew e ku tu xwe teslîmê dewletek an partîyekê bikî û bibî koleyê/koleya wê. Divê rewşenbîr bixwe ve girêdayî be (ne Tirkiye, ne Îran, ne Amerîka û ne jî Ewropa). Heke dostekî/hevalekî/e mirov ê/a swêdî hebe, ew heta bi heta dost e û dost dimîne. Lê mirov ê dostê kurdekî/e be, dema yê/ya kurd karê xwe bi mirovî/ê diqedîne, hingê wê dostanîya salan dixe bin pêyên xwe û xwe davêje hembêza/partîyek ango kesekî/e din. Kesên ehmeq û belezgaz bêwijdan, dilkevir, kîndar û parastkarên şer in û "şer jî tawaneke însanî ye. Hin kurdên Bakur ehmeq in û ji lewre jî rewşa wan xerab ango bêserûber e. Helwest pir girîng e. Nimûne: Helwesta Mehdî ZANA ya di dadgeh û girtîgeha Amedê de pir balkêş e, wî sond xwaribû ku ew dê di dadgehê de tenê "zimanê Kurdî" bipeyve. Lê helwesta Necmeddin BÜYÜKKAYA jî balkêş e, ew wekî Sokrates ji bo hizr û ramana xwe berbi mirinê çû... Bi dehan kesên wisan hebûn. Rewşenbîr (întelektûel) û ronakbîr di hemanekê de dihê bikarhanîn, lê du wateyên wan cuda ne. Herçendî di wateya hemanekê de bihê bikarhanîn jî, du peyvên cuda ne û du wateyên cuda didin. Rewşenbîr (întelektûel) kesê /a bi aqil, "zeka", zanist, zanistî û fêrbûyînê ji xwe re bingeh digire. Rewşenbîr (întelektûel) dizane, lê ronakbîr dihizre. Her rewşenbîr ronakbîr e, lê her ronakbîrekî/e kurd ne rewşenbîr e. Rewşenbîr li ba gelê bindest e û li dijî bêdadmendîyê ye. Herdem rastîyê diparêze û piralî dihizre. Gava ku em gotûbêjîyê di derbara rewşenbîr û akademîkarên kurd de dikin, pêşîn çend nav dihên bîra me, ew nav jî ev in:

Qanatê KURDO, Mehmed E. BOZARSLAN, Şamil ESKEROV (bavê Hejarê ŞAMÎL), Celadet BEDIRXAN...

 

Hin nivîskar ango rewşenbîrên kurd ên ku li Swêdê dijîn, ev in:

Eşref OKUMUŞ, Çetin ÇEKO... Dilşa DEMIRBAG-STEN, Firat CEWERÎ, Kazim BUDAK, Kemal GURGU, Kurdo BAKSÎ, Maruf  YILMAZ, Mahmud LEWENDÎ, Mehmed Emîn BOZARSLAN, Murad CIWAN, Osman AYTAR, Rojen BARNAS, Rohat ALAKOM, Salih ÎNCE, Serdar ROŞAN, Seyran DURAN, ÖZZ NÛJEN...

 

Hin nivîskar û welatparêzên kurd ên wekî Alî KUT, Bûbê ESER,  Haci KARDOXÎ, Hesenê METÊ, Lokman POLAT, Mustafa CIZIRÎ Silêman DEMÎR,  Şîlan XIZAN, Zinar SORAN... xizmetên baş dikin.

 

HIN JI AKADEMÎKAR, NIVÎSKAR,  REWŞENBÎR Û ZANYARÊN KURD ÊN KU NIHA DIJÎN, EV IN: Omar SHEIKMOUS, Hamit BOZARSLAN, Knyaz Ibrahim MÎRZOYEV, Moskov AMARYAN, Osman AYTAR, Nadir NADIROV, Sadedin MELE, Yekta UZUNOGLU, Obeid AHMED, ronakbîr û siyasetmendar, Shilan FUAD, Dursun Alî KÜÇÜK, Aslika QADIR,  Tosinê REŞÎD, Seîd VEROJ,  Shahînê BEKIRÊ SOREKLÎ, Maruf YILMAZ, Najmaddin KARIM, Tengîz SIYABEND...

 

1.2 HIZR Û DÎTINÊN CUDA

Prof. Noam CHOMSKY, Prof. Slavoj ZIZEK, Fîlozor, Prof. Bernard - Henrî Levy, Dr. Îsmaîl BEŞIKÇÎ...

 

Prof. Noam CHOMSKY dinivîse, dibêje: "rewşenbîr ew in ku di rewşekê de derew, sedem, plan û armancên veşartî yên dijminên xelqê eşkere dikin û anaîze dikin daku bikaribin plana dijminên xwe têkbidin, hingê ew dibin rewşenbîrên gelê xwe. CHOMSKY di nav rewşenbîrên (întelektûel) amerîkayî de pir bi bandor e û ew bi helwesta xwe ve mezintirîn rewşenbîr e. Ew Erdogan kurdkujek ango komkujek û zarokkujekî/ê dibîne û daxwaza CHOMSKY ew e ku kurd bigihîjin mafên xwe yên neteweyî. Prof. Martin van BRUINESSEN di derbara kurdan de xebateke hêja kirîye û ew dixwaze pirsa kurd bi rêya diyalogê çareser bibe. Kar û xebatên wî kom dibin ser van xalan: etno- neteweperwerîya kurd, çand, ziman, edebiyat (folklor, civakên kurd,  axa, Şex, desthilatdarî).  Ew rewşenbîrekî navneteweyî û bi helwest e. 

 

Dr. Îsmaîl BEŞIKÇÎ fenomenologê nasnameya kurdî û herwisan jî ew parastkarê hizra neteweya kurd û "Dewleta Kurdî" ye. Ji  zêdetir mafên  diparêze. Lê li cîhana akademîk mirov dikare rexneyên çêker li Îsmaîl BEŞIKÇÎ bigire  û wî rexne bike. Dîtinên îsmaîl BEŞIKÇî yên salên 1970 û 1980î ne. Lê divê mirov  li gorî zanista teorîya rexnegirîya civakî ya "postmodern"ê (piştînûjen, paşnûjen, postmodern kritisk teori) wî rexne bike daku ew ji salên 1970 û 1980î derbas bibe û li wir nemîne. Rexne pir girîng e, lê zimandirêjî û êrişkarî tiştekî din e. Gava ku Serekwezîrê Swêdê Stöfan LÖFVEN  ji alîyê rojnamevan û xelqê ve tê rexnekirin, hêrs nabe û li gorî wî rexne dibin alîkar ji bo ew çewtîyên xwe bibîne.  Li gorî min, Swêdê dayîka demokrasîya cîhanê ye û divê em jê sûd werbigirin.

 

Fîlozof, Prof. Slavoj ZIZEK jî li dijî terorîzma dewleta tirk û dashê dûnyayê dihejîne û piştevanîya  dike. Ew bi helwesta xwe ve rewşenbîrekî (întelektûel) mezintirîn e.

Prof. Francis FUKUYAMA rexnegirekî amerîkayî û wî pirtûkek bi navê; "Dawiya dîrokê û mirovê dawîn" nivîsîye. Bi rastî mirovahî ji demekê derbasî demeke nû dibe û li wir kurd wekî qereçîyan li hev nakin û dema ku du kurd tên cem hev şerekî  li dijî hev derdixin. Ev taybetmendiya  dihêle ku bawerîya mirov bi wan nayê. Îro dûnya weke kamera li bêdewletbûna  dinêre, ji ber ku ew dizane ku dijminê kurd herî dijwar ji hundir e. Belê dijminê herî xedar kurd e.  Dijminên kurd ên herî mezin ne tirk û ne jî faris in; dijminê kurd ji hundir e û kurd bi xwe ye. Tirkiye û îran dijminên piçûk in. Nexweşîya lihevnekirina  wekî nexweşîya "mîkrobiyom"ê ye. Kurd ji sedî 99,75% (procsent) ji bakterîya xwe pêk tên. Mîkrobiyoma celebên bakteriyan li ser çermê kurd dijîn.

 

Martin Heidegger (1987) û Sigmund Freud (2007) û di derbara xem û tirsê de wekî hev dihizrin û dibêjin: xem û tirs piştre dibe xofeke mezin. Di rewşenbîrîyê de pirsên ehlaqî pir girîng in. Sokrates dibêje: "tu kesekî/e bizanebûnê xerabîyê nake. Xerabî ji nezanîyê diafire. Sokrates rewşenbîrê etîk û exlaqê ye. Li gorî Martin Heidegger (1987) tehdît dikare bibe xofeke mezin û bandorê li mirovî/ê bike. Heidegger bervederî dike û dinivîsîne: "xof, tehdît û tirs dikarin narihetiyeke mezin çêbikin." Em dizanin ku rewşênbîrên kurd li Bakur ji dewleta tirk ditirsin, ji lewre jî bê helwest dimînin.

 

Rewşenbîrên navdartirîn di qata navneteweyî de dûnyayê dihejînin bêyî ku gelê kurd hay ji wan hebin, hin ji wan ev in:    

Fîlozor, Prof. Bernard- Henrî Levy bı helwesta xwe dûnyayê hejand: ”Erdogan mirovkuj, gelkuj...

Fîlozof, Prof. Dr Noam Chomsky: ”Erdogan kurdkujek, komkujek, zarokkuj e..ç"                  

Tomas Thorén (Lêkolîner): ”Erdoğan niha ji berê bêhtir desthilatdariyê li ba xwe kom dike."       

Şimon Tisdall (lêkolîner): ”Erdogan dikare bibe destpêka dema tarîtiyê li Tirkiyê."                     

Lindsey Graham dibêje: "Tiştê ku Trump ji  re kir xîyanet bû."                                               

Anligelîna Jolie: Kurd qehreman, gernas, mêrxas û neteweyeke mêvanperwer e."

 

Michel Foucalt (1993:37, 148) qala hizra relasyona (relation) navbera zanyarî û zanînêdike. Hêz bi hewceyî têkilî ye. Hêz tenê dikare bi têkilîya di navbera du aktoran (hêz) de hebe. Foucaul îdîa dike ku hêz zanînê çêdike. Desthilatdarî ne tiştek e, hawayê desthilatdarîyê girîngtir e, mînakî, xwedîkirina hêza şîdetê û parastina wê. Foucalt (2005: 32-33) dinivîse, dibêje: "rewşenbîr rolên xwe zêdetir li dijî hawayên desthilatdariyan dileyîzin." Yek ji hîmdarê teoriya pirr zîrekiyê" profesorê Prof. Howard Gardner e (1999) ku ew behsa "zeka" û zîrekîyê dike. Li gorî wî du nîşanên mezin ên zîrekîya rewşenbîrîyê hene. Ya yekem di mijarên wêjeyî, civakî û siyasî de eleqe û meraqeke jixweber e. Rewşenbîr ew kesê/kesa ku ji xwe haydar e û ew aqilê xwe bikartîne. Bi gotineke din rewşenbîr kesekî/e têgihîştî, fêrbûyî, biwijdan û ne hisî ye. Kesê /kesa ne rewşenbîr hisî dihizre, netêgihîştî û teng dihizre. Lê rewşenbîr ew kes e ku bi çalakîyên zanistî ango edebî ve mijûl dibe.

Bi rastî zanist çi ye? Bi rastî çi zanistî ye?

 

1.3 Rewşenbîrên Partî û Rêxistinên Kurd

 

Rewşenbîrên partî û rêxistinên kurd hene, lê rewşenbîrên Kurdistanê tune ne. Divê rewşenbîrên kurd serbixwe, "otonom" û bi xwe ve girêdayî bin û di şûna propaganda siyasî de agahdarîyê (înformasyon) bigihîjin gelê xwe û ji bo pêşveçûna mirovahîyê bixebitin. Nivîskarên kurd xwe rewşenbîr dibînin, lê ne rewşenbîr in û hin berhem an pirtûkên wan malên çopê ne. Heke mirov nexwîne mirov nikare pirtûkeke baş binivîse. Ji ber vê yekê, rewşenbîrên kurd nikarin bibin James Joyce, Aristoteles, Platon, Sokrates, Kant, Nietzsche, Hegel, Shakespeare... û nikarin bibin Mehmed UZUN jî, ji ber ku nivîskarên niha mirovên salên 1970î û 1980î ne û li wir dijîn. Nivîskar û hunermendên kurd nîv-ronakbîr in, lê ne rewşenbîr in, rewşenbîrî tiştekî din e. Kesên ku bi zanist û qabîlîyeta hunera nivîskarîyê ve mijûl dibin, ji wan re rewşenbîr ango ronakbîr dihê gotin. Lê her nivîskar ne rewşenbîr e. Rewşenbîrî di nav kurdên Bakur de mirîye û divê ew ji nû ve bizê. Divê rewşenbîr lehegên gelerî bin. Li gorî rewşenbîrîyê (întelektualist) her tişt di bingeha xwe de watedar e. Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd dengê gelê xwe ne û li dijî siyaseta çewt dengê bilind bikin. Bêguman êrîşa PKK´ê ya li dijî hêza pêşmergan zirarê dide  û dilê dijminên şad dike. Şerê giran ê PDK û PKK´ê ketîye rojevê. Di şerî de mirov dikuje ango mirov dihê kuştin. Rewşenbîr ew kes e ku li dijî her cureyî şerî be û ew li ser rastiya civakê bi rexnegirîya zanînê, lêkolîn û ramanên cuda ve mijûl dibe û dixwaze pirsgirêkên mezin ku di civakê de hene, bi rêya dîyalogê çareser bike. PDK, PKK û YNK sê hêzên mezin in û divê pirsgirêkên xwe bi rêya dîyalogê çareser bikin. Divê em ji dîrokê dersên mezin fêr bibin. Belgeyên nû yên ku derdikevin holê û ew pirr girîng in. Heke PKK partîya dewletê be jî, dîsan divê xwe biguhirîne û rêya dîyalogê hilbijêre. Em dibînin ku PKK dev ji hizra serxwebûna Kurdistanê berdaye û wê avêtin çopê û niha ji bo demokratbûna Tirkiye, îran, Îraq û Sûriyê dixebite. Ev dîtina wan ji bo wan rast e, lê ji bo min ne rast e.  Ji bilî vê jî, dibe ku têkilîyê Qendîl û Îranê stratejîk bin û ev bûyerên ku li Başur diqewinin di pişt wan bûyeran de ne tenê Qendîlê hebe. PKK, PSK û partîyên Bakur kêm-zêde wekî hev in û divê ew dev ji mentalîteta xwe ya kevnar ber bidin. Dewleta Federal a Kurdistanê, parastkara mal û hêlîna hemû  e û divê em mala xwe teslîmê biyanîyan (xerîb) nekirin û em di mala xwe de bin. Gelekî kesên hesûd, dexes, dexso, zikreş û çavnebar hene û ew bihevre Bekoyê Mem û Zînê ne. Ew dixwazin PDK û PKK-ê bînin hemberî hevûdu. Di nivîsên wan de jî xuyaye ku dijminên kurd gotinên xwe bi wan didin gotin û kirin.

 

Pirs:

Di derbara şerê ku di navbera PDK-Iraq, PDK- îran û YNK´ de çêbûbû, hûn çi dihizin/dizanin?

Paşbingeh û sedemê derketina şerê di navbera PKK û PDK´ê de dikare çi be?                                           

Mirov ji bo çi şer dike û armanca şerî çi ye?             

Di şerî de serkeftina  dikare çi be?

Ji me re delîl hemce ne ku em di derbara şerê PKK-PDK´ê de rastîyê bizanibin? Rastî çi ye?                                       

Em çawan dizanin ku helwesta PDK´ê rast ango ne rast e?                                                                                          

Ma em dikarin bêyî xerabîya PKK ango YNKê qencîyê têbigihîjin?                                                     

Zanîn çi ye û hûn çawan zanînê ji kesên din werdigirin?

Hûn dixwazin Kurdistanekê çawan avabikin?

Em çawan dixwazin bijîn?

                     

Divê rewşenbîrên kurd, gelê xwe bihizrin û giranîya xwe bide ser tevahî, tevde, lihevkirin, rastîya civakê, "logîk", heqîqet û yekitiya xwe çêbikin ji bo avakirina dewleta xwe. Bi ya min rastîya Yekitiya Neteweyî di zimanê siyasî de weke konstruktîvîzmê hatiye çêkirin û ne "logîk" e. Rastîyeke din heye, ji ber ku di navbera partîyên  de lihevkirineke neteweyî ya ku ji dil be, tune ye. Erka rewşenbîrên kurd ew e ku ew dewleta Federal a Kurdistanê mîna mala xwe biparêzin heke digel kêmasîyên wê hebin jî. Em wekî rewşenbîrekî/ê dikarin ji mîrasa demokrasîya Fransayê sûd werbigirin. Şoreşa Fransî monarkiya serdest a sala 1789´an hilweşand û bandora wê li  jî bû. Axaftina Lincoln a di derbara hukûmeteke gel de, ji gel û ji bo gel." (Historiska händelser: Orage AS, 2019: 8). Di vê kovara de behsa 50 bûyerên mezin ku dûnyayê guhartin, tê kirin. Ji antîka yûnanî heta 11ê meha îlonê (meha nehan), teqandina bûyera terorîzmê li Amerîkayê. Yekitiya Sovyetê di Kanûna 1979´an de Afganistanê dagir kir. Lê mixabin kurdên Bakur piştgirîya dagirkirinê dikirin li Amerîkayê. Ev helwesteke çewt bû. Ji rewşa Afganistanê El-Qaîde derdikeve holê û ji Misilmanan daxwaz dike ku beşdarî Şerê pîroz ê 1988´an bibin. Di bombebarana Navenda Bazirganîya Cîhanê de şeş kes tên kuştin. Şer li dijî terorîzmê îrak û Afganistanê dest pê dike. Osama bin Laden di 2ê gulana 2011an de ji hêla hêza Dewletên Yekbûyî ve tê kuştin.

 

1. 4  HIZR Û RAMANÊN CUDA

  Prof. Pierre BOURDIEU, PLATON, SOKRATE,  ZERDEŞT,  Prof. Qanatê KURDO...

 

Prof. Pierre BOURDIEU di dema xwe de dûnyayê dihejand û digel tevgera rewşenbîrîyê şoreşa hizrî çêkir û derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Rewşenbîrên kurd nikaribin bibin Aristoteles, Platon, Sokrates, Kant, James Joyce, Nietzsche, Shakespeare... Prof. Qanatê KURDO (1990: 8) girîngîya "Kurdnasên Rûsan L. Zahurskî, S. A Eriazarov û A. Jaba dinivîse û dibêj: "Zimanê kurdî zimanekî serbixwe îspat dikin." Ev karê rewşenbîran e.

 

1.5 AKP-TRT Şeş: Murad CIWAN, Sertac BUCAK, Îbrahîm GÜÇLÜ, Binalî YILDIRIM, Muhsin KIZILKAYA, Mehmed METINER, Orhan MÎROGLU, Mehdî EKER, Galîp ENSARÎOGLU...

 

Zanîna wext, dem û wextê ku di dema vekirina TRT Şeş-ê de hatiye jîyandin, divê ji nû ve bihê analîzekirin. Em dikarin çawan û çi bi hawayî jê sûd werbigirin? Ew kesên ku ji xwe re digotin serokên kurd bi daxwaza AKP-ê hezar 'tekle' avêtin, çûn ba AKP-ê û bûn karmendên wê. Di nav wan de Murad CIWAN, Sertac BUCAK, Îbrahîm GÜÇLÜ û gelekî kesên din hebûn. Gelo plan, daxwaz, şert û lihevkirineke wan di derbara çareserkirina pirsa kurd de hebû ango tersê? Rewşenbîr ew kes e ku pişta xwe netewîne û xwe wekî koleyekî nebîne. Sokrates rewşenbîr bû û ew ji bo dîtinên xwe hate tawanbarkirin û di dadgehê de tawana mirinê wergirt, lê Sokrates ji bo dîtinên xwe rêya mirinê hilbijart. Li gorî Sokrates mirina herî xerab ew e, ku mirov dev ji dîtinên xwe berbide. Cîhan hemû dizane ku kurd mafdar in ku ew doza mafên xwe bikin. Kurd ji hemû mafên xwe bêpar in, lê dûnya bêdeng e. Demokrasîya Tirkiyê dişûbe ya berê Antîka Yûnanî û dema şıkeftan. Lê kapasîteta berpirsên partîyên kurd pir nizm e û nikarin bigihîjin qata navdewletî. Partîyên siyasî ji kesên ehmeq hez dikin, lê ew ji rewşenbîran (întelektûel) hez nakin. Ji salên 1980î heta 2000î çalakîyên edebî, çandî û zimanî hebûn, lê hemû wenda bûn, çûn û di şûna wan de propagandaya siyasî derket holê. Berê komeke întelektûel ango rewşenbîrên kurd li Swêdê hebûn û di wê komê de Mehmed UZUN, Salîh ÎNCE û Eşref OKUMUŞ pir çalak bûn. Bi siyasetkirina Enstitûya Kurdî ya Stockholm, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholm, Konseya Kurdî û hemû komeleyên Federasyona Kurd li Swêdê bi partîyan ve hatin girêdan û ew bûn kujerên çand, edebiyat û hêjahîyên kurd. Ez bawerim pêwîstîyên me bi sazî, dezdeh û avahîyên sivîl hene û divê rêxistinên sivîl avabikin, ne yên siyasî. Rewşenbîr kesekî/e afirîner, zana û zîrek e. Li ba wî/wê qabîliyeta têgihiştin û encamgirtinê heye. Rewşenbîr û ronakbîr du peyvên ji hevûdu cûda ne û wateyên wan jî...

 

1.6 SÊ BÛYERÊN KU BINGEHA KURDAYETÎ DANÎN, EV IN:

a) Eposa neteweyî ya Ehmee XANÎ Mem û Zîn (1651-1707)

b) Şerefnameya Şerefxan BÎTLÎSÎ (1597)

c) Mîr Celadet BEDIRXAN: Alfaba HAWARÊ, Kovara Hawar (sal 1932), Ronahî (1942-1944), Roja Nû (1942-1945), Kamuran BEDIRXAN...Qanatê KURDO jî zimanzan û akademîkarekî mezin bû û niha cihê wî vala ye. Têbînî: Dîroka rewşenbîrîya kurd de bûyerên girîng hene ji wan ev in:

Tealî Cemiyetî, DOZA 49´an (50 kurd hatibûn girtin, yek ji wan mir, 49 kes man), DOZA 23´an, DOZA DDKO...).

 

Hin nivîskarên kurd ên berê ev in: Elî Herirî, Feqîyê Teyran, Meleyê Cizirî, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî (soranî), Nalî (soranî), Pîremend, Selim (siranî)... Rojnameya ewilî "Kurdistan" di sala 1898an de derket û bandora wê heta niha jî heye. Hewcedariya rewşenbîrîyê ji mirovan re bingehîn e û ji bo dînamîkên civakê girîng e.

 

1.7 ŞOREŞA FRANSA Û BANDORA WÊ LI DÛNYAYÊ

 

Rewşenbîrî berhemeke Fransî Rewşenbîrî berhemeke Fransî ye, lê bandora fransayê li dûnyayê û li kurdan jî bûye. Ew di sedsala 1700î de li salonên jinên çandî, ku li wir, nivîskar, hunermend û fîlozof li hev diciviyan û ramanên xwe diguheztin, xebatên xwe pêşkêş hevûdu dikin, lê em hay jê hene ku têgîna "rewşenbîr" cara yekem têkiliya xwe bi bûyera dadkirina Dreyfus a sedsala 1800î ve têkildar e, herçendî wisan be jî, destpêkarên întellektuyalîzmê yên sedsala 1700î Voltaire û Rousseau bûn û ew bi helwestên xwe ve dikarin bi rewşenbîrên îroyîn re bihêne qiyaskirin. Ronakbîr tiştekî din e û rola wê/wê cuda ye. Lê rewşenbîr pir dixwîne û rast têdigihîje. Ew dikare bi hêsanî ramanên nû jî çêbike. Ew têdigihîje û ji çareserkirina pirsgirêkên dijwar re rêyekê dibînin. Lê rola ronakbîrekî/e cûda ye. Ronakbîr danasînek ku hewceyê ravekirinê ye. Ji kesên zana, zanist û akademîkaran re dibêjin ronakbîr, lê ev ne rast e. Koka peyva întelektûel ê ji peyva latînî "intellectus"ê û dihê mateya têgihîştinê (têgînek). "Intellingens" Entelijansiya bi îngilîzî "enlighned", swêdî "upplyst/upplystning" e û kurdîya wê ronîkirin e.

 

2. Zayîna Demokrasîyê li Mezopotamyayê

 

Reforma Solon Demokrasîya Mezopotamyayê 2000 sal BZ hebû. Demokrasî ji Mezopotamyayê derbasî Yewnanê bû û li wir pêşket. Bi zimanê sumerî ji demokrasîyê re digotin "ukkin". "Ukkin" sembola demokrasîya rasterast (direk demokrasî) ya beşdarîyê bû. Peyva demokrasîyê wekî pêweng (hacet) dihê bikaranîn ji bo bidestxistina desthilatdarîyê.

 

2.1 REFORMA SOLON

Zayîna demokrasî li Atînayê, 508 sal BZ

Zayîna demokrasîyê li Yewnana kevnar û li wir yekem car hikûmeta gel a demokratîk bû desthilatdar. Wateya reforma SOLON ev e ku divê hemû niştecihên Atinayê di sala 594an de beşdarîya hilbijarinê bibin. Rewşenbîrê reformîst KLEISHENES berî zayînê di sala 508an de mafên wekhev destnîşan dike.

 

3. Fîlozof Arîstoteles, Prof. Pirre Bourdieu, Prof. Martin Heidegger, Prof. Antonio Gramscî, Èmile Zola....

 

Fîlozof Arîstoteles ji hemîyan baştirîn dihê nas kirin. Ew xwendekarê Platon û mamosteyê Alexanderê Mezin çêbû. Arîstoteles di felsefeya Rojavayî de yek ji wan kesayetên herî girîng dihê hesibandin. Gava ku em behsa zayîna întelektulîzmê dikin, hingê sê nav girîng in, ew nav jî ev in: Aristoteles, Platon û Sokrates. Ez bawerim pêwîstiyên  bi fîlozof, zanistên mîna Prof. Pirre Bourdieu heye. Bi bawerîya min niha fîlozofên kurd û sîstema wan tune ye, lê felsefezanên kurd hene. Em dîsan vebigerin li ser kapasîteta berpirsên partîyên siyasî û ramana Prof. Pirre Bourdieu. Pierre Bourdieu (1994) giranîya xwe dide ser sermayeya çand, sermayeya sembolîk û sermiyaniya civakî ya ku bi bandor e û di vê wateyê de siyaseta kurd li Swêdê bêbandor e. Prof. Martin HEIDEGGER (1996) behsa mîrasa çand û rola wê ji bo avakirina nasnameyê girîng e, dike. Prof. Êmile Durkheîm û teorîya funksiyonalîzma wî ya ku ew civakê mîna organîzê dibîne û divê mirov ji teorîya wî sûd werbigire ji bo têgîna yekitiya neteweyî. Prof. George Herbert Mead behsa întersubjektê dike û li gorî vê teorîyê ezbûm dikare bi kesên din re parve bibe; bibe întersubjekt.

 

Raman û dîtinên Prof. Antonio Gramscî û Prof. Pierre BOURDIEU di derbara ronakbîr û întelektûlan de balkêş in û divê em jê sûd werbigirin. Li gorî Gramscî heke întelektûel tevê çalakîyan nebin, rewş xerab e. BOURDIEU li dijî desthilatdarîya naguhartbar e û ew bi çavekî rexnegiriyê li dewletê mêze dike. Prof. Pierre BOURDIEU û Prof. Jean Franois Revel du rewşenbîrên fransî yên bi bandor bûn û wan fransê dihejandin. Wan di derûdora salên 1960 - 1970î de dûnya û fransayê bi tevgera ciwanan ve dihejandin. Li Parîsê întellektûelên mezin ên mîna Prof. Jean Paul Sartres, Prof. Claude Lévi- Straus û gelekî kesên din bi helwestên xwe ve dûnyayê dihejandin ji bo guhartinên siyasî. Di vê wateyê de pêwîste tevgera "Diasporaya Kurdî a sivîl avabibe û rola xwe bileyîze. Tu afirîner î? Bêyî afirînerî û kapasîteta rewşenbîrîyê, tu nikarî bibî rewşenbîr, lê tu dikarî bibî koleyê/a partîya xwe. Rewşenbîrên kurd îdeolojîk dihizrin; rewş wisan e. Digel vê yekê jî, rewşenbîrên kurd, bi çewtîyên xwe ve, di dîroka xwe de ji gelê xwe re bûne pêşeng. Niha helwesta du rewşenbîrên kurd Dursun ALÎ KÜÇÜK û Hejarê ŞAMIL bi Kurdistanê girêdayî ye û ew îdolojîk nehizrin. Helwesteke baş e. Divê rewşenbîr ji bilî başîyê tiştekî din nehizrin.

 

Felsefeya ZARDEŞT ji bo me girîng e. Sê Bingeha felsefeya Zardestî hene, ew jî ev in:

•Hukhta: ZIMANÊ BAŞ / ZIMANXWEŞ

•HUMATA: HIZRÊN BAŞ / DÎTINÊN BAŞ

•HUVARESHTA: KIRINÊN BAŞ (DANÛSTANDINÊN BAŞ)

 

3.1 Prof. Albert EÎNSTEÎN

 

Einstein (1991) gotiye:"Rewşenbîr pirsgirêkên civakan çareser dikin û pêşiya wan digirin". Ew behsa sedem, paşbingeh, bandor û encaman dike. Hin ji dîtinên Albert EÎNSTEÎN kom dibin ser van xalan:

1. Ji têkçûnên xwe fêr bibe.

2. Ramanên xwe binirxîne.

3. Ji xeletiya xwe vebigere.

4. Dilşada xwe çêbike.

5. Li gorî ku tu dihizî wisan bike.

 

3.2 DÎTIN; HIZR; RAMANÊN CUDA, DEMA RONÎKIRIN Û  Èmile ZOLA

 

ZOLA nivîskar û rewşenbîr bû û di gotara xwe ya sala 1898an de ew bi protestoyeke tûj li dijî serokkomarê Fransa û biryara Dadgehê ya di derbara karmendê Cihû Alfred Dreyfus de nivîsîbî û bi vê nivîsê Fransa hejîya. Alfred Dreyfus ji bo xîyanetê hatibû tawanbarkirin. Èmile ZOLA serî li serokkommarê Fransayê da û jê got: "Alfred Dreyfus bêtawan (bêsûc) e û neheqî lê bûye, ji ber vê yekê pêwîste bê berdan. Gotara Èmile ZOLA ji ber vê yekê navdar e û hêjahîyeke nû derxist holê. Provakasyon ji alîyê dijminên Èmile ZOLA ve hatibû orgalîzekirin (çêkirin)... Helwesta navdar a nivîskarê fransî Èmile ZOLA di skandala hiqûqî ya dadgeha Fransa û hiqûqîya wê de deng veda û Alfred Drefus ji cezayê rizgar bû; hat berdan. Èmile ZOLA bi helwesta xwe ve derbasî dîrokê bû.

Çima ji bo dîroka rewşenbîran ewqas girîng e?

Ji ber ku Èmile ZOLA bi helwesta xwe kete rojeva dûnyayê. Ji bo Prof. Michel FOUCAULT, rewşenbîrê/a gerdûnî mîna zanistî / wijdana her kesî ye. Gelo rewşenbîrên kurd dema agahîyê ango dema ronahîyê li Ewropa ango Kurdistanê jîyane? Dema agehîyê (ronîkirin) li Ewropayê di sala 1700î de hat jîyandin û di wê demê de rewşa  çi bû? Rewşa rewşenbîr, hunermend û nivîskarên kurd di wan salan de çi bû? Nivîskarên dema agehîyê ango dema ronahîyê yên wekî Locke, Voltaire û Rousseau rakiribûn ser pêyan û wan dûnyayê dihejandin. Ew li dijî desthilatdaran ango dîktatoran bûn. Renesansa kurdî, jinûvazayî, vejî û xwe nûkirin pêwîst e. Nivîskarên "Renesansa Ewropayî" ji salên 1300î heta 1500î pir bi bandor bûn. Di wê demê de yên wekî Dante, Boccacio, Rabelaîs û Urasmus Ewropayê dihejandin. Min nûçeya serkeftına sê yaryarên  bihîst û ez bi serkeftina wan şad bûm.

 

Sê zanyarên Kurd di nav lîsteya cîhanê ya zanîngeha Stanford a DY de cih girtin û ez biserkeftina wan şad bûm. Ew zanyar ev in:

Prof. Dr. Hemin kOYÎ (Unîversîta Uppsala´yê).

Prof. Dr. Peroş Azîzî (Unîversîta Uppsala)

Prof. Dr. Sadoon Morad (Unîversîta Khalifa´yê).

 

Kesên stalînîst, lenînîst û maolîst li dijî rewşenbîran dixebitin, ehmeq in û ew li dijî BARZANÎ/PDK´ê ne. Ji bo min nazîst çi bin, kesên prîmîtîvîst, populîst, lenînîst, stalînîst û maoîst jî ew in. Kesên ku li dijî întelektüelan bin netêgihîştî, nezan û hestyar in. Ronakbîrên kurd ên çep bêwijdan in. Kurd dikarin li ber çavên wan bimirin; xwe naleqînin mentalîta wan ya tirkan e. Li gorî min hişmendiya nirxan a ronakbîrên kurd kêm e. Ola îslamê kevneşoyeke dogmatîk e, lê kemalîzmê jî wisan e, ew jî dogmatîk e. Diaspora ji peyva yewnanî "diaspora" ‘belavbûn’ dihê û têgînek ji bo komeke etnîkî ya ku li derveyî herêma erdnigarîya welatê xwe dijî ku mirov di komê de wekî welatê xwe dijîn. Divê "Diasporaya Kurdî" ji alîyê rêxistinên civîl ve bihê avakirin û organîzekirin(peyva civiʹl bi latînî "civilis" ango " civis" 'hemwelatî'), ku ew behsa hemwelatîyên sîvîl dike, ne yên leşkerî û yê dewletê). Îro Medya Kurdî tune ye, lê ya partîyan heye û ew kesên nezan, paşketî û cahîl didin pêş û bi  dileyîzin. Pêwîstîya me bi "Medyayeke Kurdî" ya bi rêk û pêk, hûr û kûr, rast û durist heye. Divê Medya li ser xeta bingehîn ya bêalî, alînegir, tanegir,”bêteref” û xwezayî be, lê ji bo mirovahî û avakirina Kurdistanê be.

 

4. KURTEYA NAVEROKÊ

 

Bêyî afirînerî û kapasîteta rewşenbîrîyê, tu nikarî bibî rewşenbîr, lê tu dikarî bibî koleyekî/ê partîya xwe.  Rewşenbîrên kurd pirsgirêkên civakên xwe çareser dikin û pêşiya wan digirin". Rewşenbîrên gerdûnî mîna zanistî û zanyarîyê wijdan bi xwe ne. Rewşenbîrên kurd, bi çewtîyên xwe ve, di dîroka xwe de ji gelê xwe re bûne pêşeng. Gava ku mirov behsa rewşenbîrîyê dike, hingê şoreşa Fransayê dihê bîra mirovî/ê. Alfred Dreyfusê yahudî, serbazê fransayê bû û ew bi tawana sîxurîyê ve hat tawanbarkirin, lê piştre dadgeha fransayê biryar da ku ew ne sîxur e, ew ronakbîreke mezin e.  Divê PDK, YNK û partîn din lihev bikin, bihevre durist bin, heta divê mirov ji zarokên xwe re jî durist be. Em xatir û qîmeta hevûdu nizanin ji ber vê yekê dijmin bi me dileyîze û bi me dikene. Em kurd dirust nî nin, li dijî hevûdu ne û gorên (mezel, qebr) hevûdu dikolin. Dema ku du-sê kurd tên ba hev, hingê şerekî mezin li dijî hev derdixin û dilê dijminên xwe şad dikin. Ez wekî rewşenbîrekî Zaza/kurd bêalî û alîgirê tu siyasetê nî nim û herwisan li dijî tu hêzekî siyasî jî nî nim. Heke partîyek ala Kurd û Kurdistanê û "Dewleta Kurdî" nexwaze, hinge seqetîyeke wê heye û ew gotinên dijminên kurd bi  dide gotin û kirin. Gelo AKP dikare gotinên xwe bi kesên wekî Îbrahim GÛÇLÜ, Kemal BURKAY, Zekeriya YAPICIOGLU, Ishak SAGLAM û bi kesên wisan bide gotin û kirin ango tersê?  Gelo Îbrahîm GÛÇLÜ dikare dualî "AKP - PDK" bileyîze yan jî tersê? Yên ku ji hêla Erdogan ve hatin pêşnîyarkirin û "Elîtên Kurd ên AKP´ê ne, ev in: Binalî YILDIRIM, Muhsin KIZILKAYA, Mehmed METINER, Orhan MÎROGLU, Mehdî EKER, Galîp ENSARÎOGLU...

 

Ez hizra azad a rewşenbîrîyê diparêzim, mînak:

1. Kesekî/a rewşenbîr, îdeolojîya siyasî nahizre, lê dîtina wê/wî dikarin di derbara siyasê de hebe:

2. Ew mezhebeke olî nî ne.

3. Ew îdeolojî nî ne.

4. Ne beşek ji atmosfera siyasî ya heyî ye. Lê ew asmosfera Kurdistanê ye.

5. Ew bi siyaseta rast ango çep ve girêdayî nî ne. Lê xwedî dîtineke xwe ye.

6. Ew kesekî/e serbixwe, otonom bi xwe ve girêdayî ye û di hizrên xwe de azad e.

7. Ew agahdarîya zanistîyê bingeh digire û li dijî propagandaya siyasî ye.

8. Azadî mafê ku mirov pê bipeyve, bihizre û wekî mirov bixwaze wisan bijî.

 

5. Çavkanî û referens

D.N. Freud, Sigmund (2007). Föreläsningar-Orientering psykoanalysen. Stockholm: Natur och kultur

Gardner, Howard (1999). De sju intelligenserna.

Heidegger, Martin (1987). Konstverkets ursrung. Göteborg. Daidalos

Historiska händelser, Orage AS (2019: 8). Stockholm Kurdo,

Qanatê (1990)., Prof. Gramera Zimanê kurdî. Stockholm: Roja Nû

Sheikmous, Omar & Wernefeldt, M. (1999). "Etnisk väckelse bland kurder": Lärarhögsklolan.

Yilmaz, Maruf (2017). Serkeftin û Serbilindîya Romana Kurdî. Ankara: Ar Yayınları

Yilmaz, Maruf (2005). Modersmålsundervisning: Lärarhögskolan i Stockholm

Tênîbî:

Hemû çavkanî û referens nehatin nivîsan.

kopîyakirin qedexe ye.

26.12.2020, Stockholm

Maruf YILMAZ: [email protected]

...........................................................

--------------------------------------------------

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar