Rapora erdhejê ya Serokkomariya Tirkiyê: Zerer 2 trîlyon lîre ye

Rapora erdhejê ya Serokkomariya Tirkiyê: Zerer 2 trîlyon lîre ye

.

A+A-

Serokkomariya Tirkiyê raporeke berfireh derbarê erdhejên 6ê Sibatê de belav kir û ragihand ku wan erdhejan li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 2 trîlyon lîre ku dike 103.6 milyar dolar zerer gihandiye aboriya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Di raporê de tê pêşbînîkirin ku ev zerer ji sedî 9ê dahata niştimanî ya 2023an a Tirkiyê pêk bîne.

Serokatiya Budce û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyê roja Înê 17ê Adara 2023an derbarê erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê û erdheja Hatayê de raporeke berfireh belav kir ku li 11 parêzgehên Bakurê  Kurdistan û Tirkiyê bibûn sedema wêrankariyek mezin û canjidestdana zêdeyî 48 hezar welatiyan.

Serokatiya Budçe û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyê di rapora xwe de amarên zerer û ziyanên aborî, hejmara kesên ku li navçeyên erdhejê dijîn, hêza kar a wan navçeyan û bandora erdhejê bi giştî li ser aboriya Tirkiyê eşkere kirine.

Li gor raporê nifusa 11 parêzgehên erdhejê 14 milyon kes in û ji sedî 16.4ê tevahiya nifusa Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêk tînin. Ji sedî 96.7ê vê nifusê ku dike 13.5 milyon kes li navendên bajar û navçeyan bicîh bûne û beşa mayî jî li gund û mezrayan bicîh bûne. Herwiha milyonek û 738 hezar kesên li navçeyên erdhejê koçberên di parastina demkî de ne ku piraniya wan koçberên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê ne.

Li gor amarên sala 2021ê li 11 parêzgehên erdhejê 3.8 milyon karker û karmend hebûn û ev yek ji sedî 13.3ê tevahiya karker û karmendên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tînin. 2.3 milyon kesên ku kar dikirin, bi fermî navê wan tomarkirî ye û bi bîme ne, lê 1.5 milyon kes jî ji derveyî tomaran bê bîme kar dikin. Li navçeyên erdhejê rêjeya karkirina ji derveyî tomarên fermî ji sedî 39 bû.

Di raporê de hatiye eşkere kirin ku erdhejê bi giştî 2 trilyon lîre ku dike derdora 103.6 milyar dolar zerer gihandiye aboriya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û hatiye pêşbînîkirin ku ev zerer ji sedî 9ê dahata niştîmanî ya sala 2023an pêk bîne. 1.07 trilyon lîreyên wê zererên xanî û avahiyên welatiyan in. Rêjeya zerara xanî û avahiyan bi giştî ji sedî 54.9ê zerera giştî ye. 242.5 milyar lîre jî ku dike 12.9 milyar dolar jî zererên bînasazî û avahiyên dewletê ne. ji bilî yekeyên niştecihbûnê 222.4 milyar lîre ku dike 11.8 milyar dolar zererên taybet ên wek pîşezazî, enerjî, dibistan, ragihandin, esnafên biçûk û îbadetxaneyan in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin