Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PYD li Rojavayê Kurdistan çi daye ber xwe?

A+A-

Her nexweşîya ku dema wê derbas be, dîtina çareserîyê ji bona wê nexweşîyê hîn zahmettir dibe. PYD ji destpêkê de wek nexweşîya penceşêrê ket laşê Kurd û Kurdistan. Ji bona di herêmê de bicîh bûn û bihêz bûn a xwe, çi metod hebûn bikar anî. Bi hêza BAAS ku navdar "Emîn Dewlê" re di têkilî de, ev karesatên xwe li angora metodên liberçav bikar anî.

Tevger û Partîyên ku li herêma Rojavayê Bâşûrê Kurdistan hebûn xist bin tomet û metodên paramilîtêrî. Kujt, bi riya "Emîn Dewlê" da girtin, da kujtin û bi terorîze kirina van partî û tevgeran re rê li ber xwe vekir(!)

Piştî demekê, bû qîre qîra van hêzên ku ketin bin teror, metirsî û karesatên PYD ya ku bi "Newala Beka" ve girêdayî bûn; lê dengên wan ji beşên din yên Kurdistan têra xwe nehat bihîstin. Her di nav rewş, çevtî û bêçaretîya xwe de neçar bûn. Vê qêrîn a wan cîhê xwe negirt.

Partî û rêxistinên Başûrê Rojavayê Kurdistan; di bin metirsî û terorîze kirina partîyek ku milê xwe dabû "Mûxaberat a Sûrîyê" de li çareserî gerîyan. Hinek hêzan çare di nêzîkbûna vê hêzê de dît, hinekan li henber sekinîn û pir tişt dan ber çavên xwe. Qadroyên wan yek bi yek hatin îhbarkirin û ketin zîndanan. Hinek ji wan hatin kujtin û derketin dervê welat.

Lê damezirînerên PYD li "Newala Beka" bi Serokê PKK A. Ocalan re ev metod û stratejî çêdikirin û metod berfireh dimeşand. Di destpêkê de PKK berê daxwaza wan xortên şerkir yên Rojavayê Başûrê Kurdistan da Qandîl û "şerê li bakurê Kurdistan" û di vî warî de pir şervan jî derxist ji PKK re.

Bi destpêkirina şerê nav xwe yê Sûrîyê re PYD bi carekê de wek hêzek çek didest de derket qada şer. Rêxistin, tevger û partîyên ji dervê PYD, ne ji karesatên PYD û ne jî ji dîroka bûyerên çend salan ku li ber wan bû, ders dernexistin. PYD wek partîyek kurd û Kurdistanî didîtin, bi wê re li çareserîya pirsgirêkan digerîyan û tedbîrên xwe ne distendin. Di vê pêvajokê de çend qadroyên hêja bûn hedef ji gule û kemînên PYD re. Ev metirsî bû sebeb ku pir serok û qadroyên Başûrê Rojavayê Kurdistan, derbasî Başûrê Kurdistan bibin û bi dîtina çareyekê re xwe bi hêvî kirin.

Di virde jî metod nerast bûn. Hêzek derketîye û bi çekan herêmê terorîze dike, metirsîyê radike û hertiştî dixe destê xwe. Çareserî ne ewbû ku ji vê hêzê birevin, an xwe bidin alî û xwe ji şer bidûrxînin. Divê pir tişt bidana ber çavên xwe û li henber PYD kozikên xwe, bingeha xwe biparastana û wan jî di herêmê de hêza xwe a parastinê derxistana holê. Sînga xwe ji êrîşan re vekirana û welatê xwe biparastana. Di nav şerê li henber El Nusra, El Kaîde û DAİŞ de cîh bigirtana, îro ewqes bi hêsanî PYD ew ji ser axa wan sirgûn nedikir!

Ji ber hinek sebeban karên parastinê ne meşandin û karên ku piştî demekê li Başûrê Kurdistan derxistin holê jî, ji bona derbaskirina Başûrê Rojavayê Kurdistan PYD bû asteng û ji wan re got: "eger hûn bixwazin werin li rojava şer bikin, pêşî divê hûn bi me re şer bidin berçavên xwe. Em bê şer nahêlin hûn werin Rojava!" Xwestin hinek pêşmergên xwe derbasî Başûrê Rojava yê Kurdistan bikin, "Asayîşa PYD" ewgirtin, bin çavkirin 3u çekê wan ji destê wan girtin.   

Ev helwesta PYD bû neçareyek ji bona derbaskirina Hêzên Pêşmergên Rojavayê Kurdistan.

Dan û stendin û lihevhatinên ku li Başûrê Kurdistan di bin çavdêrîya Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî de pêk hatin jî, yek bi yek ji bona meşrû kirina PYD hat bikar anîn(!) PYD dema ji Başûr bi "programa ênîyek Kurdistanî" vegerîya Başûrê Rojavayê Kurdistan; di heman demê de got; "vaye Tev-Dem heye, YPG heye. Werin di nav van sazîyan de hin karê civakî û hin kar û barên leşkerî bimeşînin, hewcedarîya ênîyek din a hevpar tuneye!"

Ev dihat wateya ku "em nahêlin hûn li vir bibin xwedî hêz û kar û barên siyasî û muhalîf bimeşînin"(!)

Xeta PYD, xeta PKK bû. Tevgerek ku li ser erkên "yek partî, yek îdeolojî û yek serok"(!) hatibû damezirandin. Tu şensê xetek din, bê ku bi wan re şerr bide berçavê xwe û li herêmê bicîh bibe tunebû. Lê hêzên dervên PYD ev rastî baş nenirxandin û her wek hêvîyekê girtin destê xwe.

Heta ku PYD bi tena serê xwe bû "xwedîyê Başûrê Rojavayê Kurdistan!" Nîvê nifûsa herêmê, herêm terk kirîye. PYD û asayîşa xwe dest danîne ser mal û milkên van kurdên ku herêm terikandine. Difroşin Ereban û Ereb li dewsa wan di herêmê de bicîh dibin. Demografîya herêmê têt guhertin. Hêzên mayî jî terorîze kirine. Niha lîstik û metodên xwe dikişînin "gerdena cizîrê" ku bingeha Kurdperwerîyê ye. Ji hêlekê de bi bombe û teqemenîyên DAİŞ laşên zarokên kurdan ji hev perçe perçe dibin, ji hêla din ve jî PYD bi quweta çekan zor danîye ser kesên mayî û wan bi; "ya hûnê di bin emrên me kevin, yan jî hûnê herêmê biterikînin!"re xistine bin metirsîyê.

Bûyera herî dawî êrîşa ser ofîs û cîhkarên partî û rêxistinên Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan e. Wek ku em dizanin: Di vê êrîşê de Ala Kurdistan binpê bibû, ser boyax kiribûn û li dîwarên van vargehan bi sloganên nebaş û peyvên tehdîdkar hatibûn lewitandin. Di daxuyanîya xwe de jî gotibûn  "emê wan bigirin û bi sûcê îxanetê wan ceze bikin, bavêjin dervê welat û dest deynin ser mal û milkên wan!"

Piştî rojekê jî Asayîşa Qamişlo ya ser bi PYD'ê ve di saetên êvarî de Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro û Berpirsê Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê Silêman Osê girtin. Bi qasî agahîyên ku ketine dest, Silêman Osê doh êvarê berdane û İbrahîm Biro jî bi şev avêtine dervê sînor û sirgûn kirine Başûrê Kurdistan. Berê jî ev metod hatibûn bikaranîn. EV gavên bi tehlûkene ku dawetîyê ji şerê Kurd bi kurdan re dike. Ji şerekî birakujî re rê vedike û ti çareyên din nahêle. Ya divê Kurdên ku ne ji PYD û PKK ne, welat biterikînin û her tiştê xwe, welatê xwe ji wan re bihêlin, yan jî divê vî şerê Kurd bi Kurdan re bidin ber çavê xwe. Ev jî  Xeterîyek mezine ku derketîye pêşberî tevgera Kurdistan. Ku pêşî li vê neyê girtin, wê tevgera Başûrê Rojavayê Kurdistan bi carekê de wunda bike.

Bi milîyonan Kurd ne PYD, PKK û ne jî kirinên wan diparêzin, Ma wê gişan ji welatên wan derxînin û bavêjin zîndanan? Dijminên Kurdan ev kar bi hêsanî nekirîye, wê PYD û PKK bike?  

14.08.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin