PSK û PAK bi rewşenbîrên xwe re şevbêrkek pêk anî

PSK û PAK bi rewşenbîrên xwe re şevbêrkek pêk anî

PSK û PAKê li Swêdê bi dost û piştgirên xwe re civîneke şêwrê pêk anî. Mijara civînê piştî encamên hilbijartinên herêmî û di metirsiya girtina partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de heye, rewşa bakurê Kurdistanê û perspektîfên pêşerojê bû.

A+A-

Duh li Kitêbxana Kurdî PAK-Swêd û PSK-Swêd bi dost û piştgirên xwe yê rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar re civînek pêk anî. Civînê seroka PAK-Swêdê Seval Mert vekir. Seval xêr hatina mêvanan kir, mijara şevbêrkê da nasîn û hin agahdariyên praktîk da. Civîn piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê derbasî mijara xwe ya sereke bû.

Şevbêrk bi du beşan pêk dihat, di beşa yekem de li ser navê PSKê Kovan Amedî û li ser navê PAKê Nîmet Mumtaz Aydin axifîn.

Kovan Amedî di axaftina xwe de li ser hilbijartinên 31 Adarê û encamê wê peyivî û got ”Me xwest em xeta netewî û demokratîk pêrgî gelê xwe bikin. Me dizanibû em tu şaredarî bi dest naxin. Lê me xwest ji dervayê partiyên dewletê û HDP, xeta sêyemîn derxin. Hevalên me bi wêrekî kar kirin, daketin kolan û qadan, dengê xwe gihandin gel”. Kovan Amedî bi kurtî qala pêvajoya resmîkirina PSKê û herweha heman demî de pêvajoya hewla girtina PSKê kir.

nimet-aydin-kovan-amedi.jpg

Li ser navê PAKê Nîmet Mumtaz Aydin axifî. N. Mumtaz Aydin di axaftina xwe de li ser helwest û encamên hilbijartina 31ê Adarê rawestiya û got: ”Helwesta me ya 31ê Adarê gelek berê diyar bû. Di hilbijartinên giştî de me pêşniyariya hevkarîyê bir HDPê û em 5 partîyên ku di hevkarîyê de bûn hemfikir bûn. HDPyîyan bi germî ber bi pêşniyariya me hatin û heta me li hev jî kir, lê dû re yê ku li ser HDPê xwedî biryar bûn, mudaxele kirin û pêş hevkarîya hazirî lê dihat kirin rawestiyan. Ji ber Rêvebirên HDP ne bi destê xwe bûn, tu hevkarî çênebû. Dema hilbijartinên 31 Adarê ket rojevê helwesta me diyar bû, ya emê bi bername, bi reng û gotarên xwe derketana qadê ya jî me yê wek cara bi navê serbestberdana alîgirê xwe piştgiriya HDPê bikira. Me li gor hêz û karîna xwe daket sûk û kuçeyan bi deng û rengê xwe, xwe da nasîn”.

Nîmet Mumtaz Aydin bi kurtî qala kronolijiya avakirin û heman demî de ji aliyê dewletê ve hewla girtina PAKê kir û got: ”Li Tirkiye huqûq bûye aparatek rêveberiya dewletê. Dewlet dixwaze partiyên ku di navê wan de bêjeya Kurdistan heye bigre. Her çar partiyên ku di vê kategorîyê da ne. Prosesa dozvekirina wan her çiqas cûda be jî wisa dixwazin eyar bikin ku hemûya bîne heman radê, ku bikaribin bi hev re bigrin. Prosesa doza girtina PSKê jî wek me di sê merhela da derbas bû û çi bigre bi ya me re paralel meşiya. Ya PDKT 7 meh berê parastina dawîn hatiye şandin û heta nuha jî Mahkema Qanûna Esasî tu biryarê negirtiye. KKP wek hun dizanin di Kongreya xwe ya dawîn de navê xwe guherandin, bêjeya Kurdistanê li navê xwe kirin. Doza girtina partiya wan hîn bi lez, bi sureet meşiya, bêyî her du merhelên pêşî, yekser derbasî merhela sêyem yanî ya dawîn bû”.

pak-psk-swed1.jpeg

Di dawiya Axaftina xwe de Aydin got: ”Yê tê qedexekirin ne navê PAK û PSK ye, yê tê qedexekirina navê me ye, navê bav û kalê me ye, navê welatê me ye. Ji ber vê yekê pirs ne tenê pirsa partiyên tê qedexekirin, pirs ya hemû Kurdistaniyan e. Lê mixabin wek mesela Hesenkêfê, di vî warî de jî em wek rewşenbîr, wek milet bêdeng in.

Kovan Amedî û Nîmet Mumtaz Aydin cihê cihê spasî Kurdên Swêdê yên ku ji aliyê maddî û ji aliyê piştgiriyê ve di kampanya hilbijartinê de ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat re bûne alîgir, kir.

Di beşê duyem de beşdarên şevbêrkê peyivîn. Li dor 15 kesan mafê axaftinê girtin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin