Piştgirên PAKê li Ewropa Kongreya xwe ya 2em li ser dijîtal platformê çêkir

Piştgirên PAKê li Ewropa Kongreya xwe ya 2em li ser dijîtal platformê çêkir

.

A+A-

PAK-Ewropa, xebatên xwe yên di navbera du kongreyan de nirxand, bernameyeke nuh a xebatê da pêşîya xwe. Hin sîmayên nuh ji bo Meclîsa nuh hatin hilbijartin. Yê herî girîng rêjeya jinan di Meclîsa nuh de bilindtir bû.

PAK Ewropa duh (28.11.2020)kongreya xwe ya duyem li ser dijîtal platformê pêk anî. Kongreya Duyem a PAK-Ewropa diviyabû meha Nîsanê li Almanya pêk bihata. Lê ji ber pandemîna covid-19yê kongre paş de hatxistin. Meclîsa Ewropa di meha îlonê de biryar girt ku kongreya xwe ya duyem li ser dijîtal platformê di 28.11.2020an de pêk bîne.

Kongre bi beşdarîya 50 nûnerên ku ji welatan hatibûn hilbijartin pêk hat. Serokê Giştî yê PAKê birêz Mustafa Ozçelîk û ji Rêvebiriya Navendî ya PAKê, Mehmet Gul, Kasim Ergun, Vahit Aba, Zafer Kizil û Evîndar Tekîn jî beşdarî Kongreyê bûn.

Kongre bi sirûda Kurdistanê û bi rêzgirtina pakîya canê şehîdên doza Kurdistanê vebû. Piştî vekirina kongreyê, hilbijartina Rêvebirên Kongreyê hat kirin. Reşîd Azaro, Roza Kurd û Feysel Taşkiran wek Rêvebirên Kongreyê hatin hilbijartin. Rêvebiriya Kongreyê, rojeva kongreyê bi hin guhertinan da pejirand û dû re Serokê Rêvebiriya Kongreyê Reşîd Azaro Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk ji bo axaftinê vexwend.

Birêz Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe de weha got:’’Li gel van şerdên xerab ên pandemîya koronayê jî, li darxistina 2yemîn Kongreya Piştgirên PAKê yên li Ewropayê, nîşana îrade, berdewamî û lêxwedîderketina keda PAKê ye. Herweha, nîşana azadî û demokrasîya di nava PAKê de ye jî.

PAK, bi hişmendî û sîyaset û nasnameya xwe ya netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî, li Bakurê Kurdistanê navendeke esasî ye.

PAK, bi kultureke nû, wek Partîya Fedakarên Kurdistanê, deng û rengekî nû ye…

Di van şerdên herî xerab de jî, PAK li Bakurê Kurdistanê bi pêşniyarîyên xwe, bi afirandina sîyaseta xwe ya nûjen û bi helwestên xwe yên çêker, bibiryardar û niştimanî wargeheke esasî ya gelê me ye.

Çi li welêt çi li dîyasporayê, divê gotin û kirayarên me yek bin, hevdu bigirin. Divê em bibin partîya gêncan, jinan û ya hemû pêkhateyên civata Kurdistanê.

Kongreya 2yemîn a Asayî ya PAKê ji bo rê li vê xetimandina li sîyaset û rewşa Bakurê Kurdistanê bê vekirin biryar û pêşniyarîyên guncaw, girîng û rast wergirtîye.

Divê em hemû PAKî li gorî wê bernameya ku Kongreya me ya 2yemîn daye ber me, bi potansîyela herî berfireh ya netewî, demokratîk a Bakurê Kurdistanê, bi hevre hewldaneke nû destpê bikin.

Li Ewropa û li dîyasporayê divê em xebateke berfireh ya dîplomasîyê bihûnin, divê ji bo ku em dostên miletê Kurd zêde bikin, dijminê miletê Kurd kêm bikin, bi hemû cûreyên meşrû û maqûl xebatên xwe geştir bikin.

PAK ji bo yekitî, tifaq û dîyalogên navxweyî, niştimanî jî divê her li ser vê rêbaza xwe bimeşe:Yêndikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarinhevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin;yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin bila dijminatîyahevdu nekin’’.

EndamênRêvebiriya PAKê jî bi kurtayîhêvî û daxwazên xwe anînziman.

Dû re Serokê Meclîsa Ewropa Nîmet Mumtaz Aydin axafinek kir. N. Mumtaz Aydin di axaftina xwe de

weha got: ”Hun hemû bi xêr hatin Kongreya Duyem a Piştgirên PAKê li Ewropa. Ez li vir silavê xwe yêtaybet ji bo Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê û endamên nuhhilbijartî yê Komîteya Rêvebirre dişînim. Hun bi xêr hatin nav heval û piştgirên xwe yên li Ewropa.

… Hevalên hêja me wek PAK Ewropa 2 sal û 10 meh berê li Berlînê Kongreya xwe ya damezirandinê kir, di kongreyê deji xwe re nîzamnameyek amade kir. Me li gor nîzamnameyê, di ronahîya armancên ku me ji xwe retesbîtkiribû heta nuha kar û barên xwe dikin.

Hîn dema ku me dixwest xwe birêxistin bikin, em di bin deng û dumana şerê hendek û barîkata deman. Bi yek carê buhar li me bû zivistan. Ew ba û hewa nerm li me bû serma û seqem. Kin be jî meperiodek ku xwe bighên xelkê û cîlên nuh ku bi deh salan tevgera netewî ku ji qadê dûrketibû, nedît.

Divê em ji aqilê xwe derxin carek din emê periodek wek perioda 6 salên di navbera 1974-1980 bi destnexin. Wê tu car dewleta Tirk wê nekeve rehaveta wî 6 sal î. Helbet sedemên wê hebûn. Statukayodinya du blok ji xwe pêşîya Kurda girtibû. Tu rê me dernedixist ser tu riyên esasî. Em di şiveriyan de lidor xwe diçûn û dihatin, bêyî ku bighên tu derî.

Di rewşê weha de mirov li hember pêlan avjenîye dike. Roja em derketin sala yekem mirov jê derxeher em li hember pêlan avjenîyê kir. Loma me deng ji xwe derxist, lê me nikaribû li gor dengê xwemezin bibûna. Carna konjoktur ji qabîliyetê bi hukumtir e.

Halbukî di demên weha de birêxistinbûn ji her demî girîngtir e. Dema guhertinên mezin li herêmê dibin tune bi rêxistin bî ji bo demek weha wek milet carek din bijî, carna 50 sal 100 sal derbas dibin. Evperiodên guhertinê dikare demek dirêj dom bike. Ji ber van sedeman Kurd ji her demê bêtir îro divêbi rêxistin bin. Ji her demê bêtir realîst bin, ji her demê bêtir dive reel siyasetê bikin. Di dema herî tarîde rola mûmeke zenûn jî heye.

Helbet li gel şerdên me yên objektîf ku kêmtir tesîra me ya guhertinê li serê heye, tiştên mirovdikaribû baştir bike jî hebû û heye”.

Di civînê de Rapora xebatê û ya aborîyê ya PAK Ewropa haton tesdîq kirinê. Ji bo di du salên pêşîya me de programaxebatê, ku ji 5 xalan (1-Karên Rêxistinî, 2. Xebatên bi dam û dezgehên Kurdistanî û sazîyên  sivîl re, 3. Xebatên di nav Ewropiyan de, 4. Xebatên enetelektuelî ûweşanî, 5-Xebatên aborî) pêk dihat hat erê kirin.

Kongreya dijîtal 7 saet kişand û di kongreyê de li ser babetên cûda gelek axaftin hatin kirin.

Di dawiya kongreyê de Komîteya Rawêj lîsteya berendamên Meclîsa nuh pêşkêşî kongreyê kir. Dikongreyê de hin sîmayên nuh ketin Meclîsa nuh û ciyê kêfxweşiyê ye rêjeya hejmara jinan zêde bû. Jisedî 38êMeclîsa Ewrûpa ya PAKê ya nuh jin in.

RÛPELA NÛ

7-042.jpg

2-005.jpeg3-003.jpeg4-004.jpeg1-010.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin