
Encûmena Bilind a Îslamî: Êdî ti hincet ji bo hebûna komên çekdar li Iraqê namîne
.
Berdevkê encûmenê Elî Defaî di bernameyek telefizyonî dediyar kir, kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve, bi wê wateyê ye ku peywendiya di navbera rêberên siyasî û komên çekdar de bidawî dibe, bi mercê ku rêberên qadê û çekdarên wan di çarçoveya saziya Heşda Şeibî de kar bikin.
Defaî amaje bi wê kir, pêkanîna serweriya temam û parastina asman, ax û biryara neteweyî ji aliyê dewletê ve, çekên koman dike hêzek ji bo dewletê. Defaî got: "Êdî ti hincet ji bo hebûna rêberê komeke çekdar namîne."
K24
Li gorî gotina Defaî, kesayetiya siyasî dê berê xwe bide karê siyasî û rêberê qadê jî ligel çekdarên xwe di nav Heşda Şeibî de dimîne; bi awayekî ku yasaya saziyan rêkxistina pile û pênasên leşkerî û yasaya xanenîşîniyê ya taybet bi Heşdê yekcar dike. Defaî tekez kir jî, bi temamkirina van mercan, diyardeyek bi navê komên çekdar namîne.
Di dawiyê de Defaî destnîşan kir ku vekişîna hêzên biyanî, serweriya temam a Iraqê pêk tîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin