
Komele: Bi 3 dronan êrişî kampa me ya li Sûrdaşê hat kirin
.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku serê sibeha îro bi 3 dronan êrişî kampa malbatên Komeleyê ya li Sûrdaşê hatiye kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê Elî Rencberî da zanîn ku êriş vê sibehê saet 04:40î pêk hatiye.
Rencberî li ser zerer û ziyanên êrişê got "Xweşbextane ti ziyanên canî nînîn û malbat û hevalên me baş in lê ziyanên madî çêbûne."
"Ji bilî jin û zarokan ti kes li wê derê nîne"
Elî Rencberî diyar kir ku ev êriş li ser hev tên kirin û anî zimên:
"Ev êriş di demekê de tên kirin ku li wî cihî ji bilî jin, zarok û xelkê sivîl, ti baregeha leşkerî yan partiyî nîne."
Li aliyê din, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî da zanîn ku ji ber êrişê hejmareke baregeh û xaniyan şewitîne lê bi saya amadebaşî û tedbîrên parastinê, Pêşmergeyên Komeleyê kariye xwe biparêzin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin