
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
.
Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorfê, roja şemiyê 08.08.2026, şevek helbestê li darxist û helbestvan Hefîz Ebdulrehman wek mêvan pêşwazî kir.
Di vê civîna çandî de girîngiya helbestê, nivîsînê û rola wê di pêşxistina hişmendiya civakê de hatin destnîşankirin.
Rêveberiya civînê ji aliyê rêvebirê Kombûna Zanyarên Azad nivîskar Rêber Hebûn ve hate kirin.


Di destpêka şevê de, Rêber Hebûn li ser pêwîstiya kombûna li dora ronakbîr, rewşenbîr û afirêneran rawestiya û bang kir ku ji bo avakirina vejînkirina tevgera ronakbîrî û çandî pêdivî bi gavên berdewam heye.
Di vê çarçoveyê de, wî bal kişand ser girîngiya zanînê, dialogê, azadiya ramanê û afirandinê.
Di beşa sereke ya şevê de, li ser serboriya helbestvan Hefîz Ebdulrehman di warê nivîsandina helbestên bi zimanê Kurdî de hate axaftin.
Helbestvan qale xebata xwe ya wêjeyî û serpêhatiya xwe di warê helbestê kir û ramanên xwe bi rêya xwendina helbestê diyar kir.



Di dema şevê de, helbestvan hin ji berhemên xwe ji bo amadebûyan xwendin. Berhemên wî di navbera helbesta azad û helbesta klasîk de cûrbecûr bûn û aliyên cuda yên berhema xwe yê helbestî nîşan da.
Şev bi beşdariya çandî û hunerî ya amadebûyan berdewam kir û di dawiyê de, hunermend Hozan Ferat bi awaz û stranên xwe ve beşa hunerî ya şevê pêşkêş kir.
Bi awaz û stranê ve, ev şeva helbestê bi atmosferke hunerî û germ hate dawîkirin.
Ev çalakî di çarçoveya xebatên Kombûna Zanyarên Azad de hat lidarxistin, ku armanca wê piştgirîkirina nivîskar, helbestvan û hunermendan e û afirandina qadeke çandî ji bo hevpeyvîn, zanîn û afirandinê.


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin