
Artêşa Pasdaran a Îranê li Tengava Hurmizê li belema Amerîkayê xist
.
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê li belemeke Amerîkayê ya bêmirov xistiye.
Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku belemeke bêmirov a hêzên Amerîkayê ji aliyê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran ve rastî êrişê hatiye.
Li gorî daxuyaniyê, ew belem "bi niyeta derbasbûna herêma parastî ya Tengava Hurmizê bûye."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tengava Hurmizê wekî "rêyeke avê ya stratejîk" di bin birêvebirî û kontrola Îranê de ye.
Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da û got, "Em dê bi tundî bersivê bidin tevgerên hêzên Amerîkayê."
Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran a Îranê her wiha da zanîn ku hemû liv û tevger û gavên hêzên Amerîkayê di bin çavdêriya hûr a Hêza Deryayî de ne.
Aloziya li herêmê berdewam dike
Ev daxuyanî di demekê de tê ku aloziyên li Tengava Hurmizê berdewam dikin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) doh ragihandibû ku wan li 3 keştiyên petrolê yên Artêşa Pasdaran xistiye.
Amerîkayê ev êriş piştî wê yekê pêk anî ku Îranê bi mûşekan li 2 keştiyên şer ên Amerîkayê yên li herêmê xistibû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin