Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PAUL DAVİS û Kurdistan!

A+A-

Şopandina min î li ser rexne, munaqeşe û pêşniyarên ji bona Başûrê Kurdistan dom dike.

Du nivîsên bi tirkî derketin pêşberî min: Yek ji wan bi nave "rojnamevanîyê" Tolga Tanış'ê tirk, li ser rewşa Iraq û Başûrê Kurdistan, raporek ji devleta xwe re nivîsî bû. Bi devê nijadperestîya tirkan. Rapor bi tirkî bû û ez mecbûr bûm ku bi tirkî nerînên xwe î li ser vê raporê binivîsim..

Ya duyemîn jî roportaj a Berpirsiyara Komela SEED Sherri Kraham Talabani bû. Vê ciwanika ku qîza dewlemendekî Amerîkî û bûka Kurdan, lê ji dil, dilsoza Kurdan bû. Min rexneyên wê yên ji dil, pêşkêşî xwendevanan kir. Pir rexneyên rast û ji dil, di röportajê de derdiketin pêşberî me. Tilîya xwe datanî ser kêmanî, çewti û divêtîyên Kurdan, û digot: "Divêtîya kurdan bi rexnê heye, ez bi hêvî me, wê ev gengeşî û asteng bên derbaskirin, pêşeroj a kurdan e"!

Îro jî ezê li ser nivîsareke bi kurdî bisekinim ku xwedîyê nivîsarê jî ji xwendevanan re xerib nayê. Her piştgirîya avakirina dewleta Kurd kirîye.

Paul Davis: Lêkolînvanekî amerîkî ye. Şêwirmendê îstîxbarata Amerîkayê ye. Pisporê karûbarên Rojhilata Navîn û Pirsa Kurd e. Di vê derheqê de pir gotarên Paul Davis derketine. Di gotarên xwe de her piştgirîya serxwebûna Kurdistan kirîye.

 Mijara min îro yek ji wan gotaran ku 01.07.2016 an derketîye.

Paul Davis bi vê paragrafê dest bi nirxandina xwe dike:

„Ezmûna kurdan bi demokrasiyê re li pêşber xaçerêyekê ye: Yan ber bi hukmdariya hevbeş diçe, yan di dîktatoriyê de wer dibe. Min ji mêj ve berevaniya daxwaza kurdan bo serxwebûnê kiriye, lê bêguman ez ne Kurd im û ne jî dikarim bi dilgermiya kurdekî biaxivim. Tiştê ku ez dikarim bikim, ew e ku ez bi aramî biaxivim û hêvîdar bim ku asoyeke derketina ji krîzê bê dîtin."

Peyvek mezinan heye: "Dost û destbirak rast dibêjin, lê gotina wan î rast bi me tal tê." "Yan hukûmdarîya hevbeş" an jî têkçûnek malxerab! Kurd di xaçerêkek wusa re derbas dibin. Kurd wê pirsgirêkên nav xwe, wek civatek medenî, di warekî aramî û aştîyane de çareser bikin, an wê vê huzûra xwe jî xerabikin û bêpersiyarîya wan bibe sebebê tofanên mezin? Paul Davis wek pîsporekî nejtera xwe derdixe û bi devê wê neştera serî tûj datîne ser sebebên alozîyan û dibêje:

"Girtina dezgehên ragihandinê û tor û malperên civakî xizmeta sîstema demokratîk nake. Bêguman nabe siyaseta fermî ya welêt li ser dogma û çewtkariya hizbî birêve biçe."(!) Neşter piçûk û devê wê tûj wek nuqtakê ye, lê têsîra ku ji gotina wê derdikeve pir mezin û bibandore. Hêjaye ku em li ser bisekinin.

Bi şîweke zelal ji kurdan re dibêje; dev ji "çewtkarîya hizbî" berdin ku xizmetê ji dewletbûnê re nake. Ji bona avakirina sîtemek damekratîk û bi pêşde birina îstemê, dive hûn dev ji "Girtina dezgehên ragîhandinê û tor û malperên civakî" berdin. Gavên çareserkirina pirsgirêkan û avakirina sîstemek demokratîk, di berjewendîyên helwesta netewî de bibînin. Heger hûn dezgehên fermi, gavên dewletbûnê dernexin pêş, hûn nikarin bi van metodên çewtkar û partîzanî dewletê ava bikin û xwe biparêzin.

Neştera rexnê dirêjî Kurdan dike û dibêje: "Şîdeta li ser kolanê tenê wê çaxê bibandor e, dema bixwaze tevahiya hikûmetê têk bibe û bêguman xwepêşandanên bi vî awayî li dijî reformên demokratîk in."

Wek ku em dizanin: hinek rêxistinên li Başûrê Kurdistan, di vê pêvajoka xerab de, bê ku li hev rûnên û ji bona berjewendîyên Kurd û Kurdistan pirsgirêkên xwe çareser bikin û li ser ajenda ku li ber wan e kar bikin; "şiddeta kolanan" wek rêyek çareserîyê derdixin pêş. Ofîsên partîyên din bombe dikin, êrîşan dibin ser ofîsên çapemenîyê û bandora tevlihevîyê derdixin hole. Aramîya ku di herêmê de heye dixin bin bandora têkçûnê. Di virde Paul Davis dibêje; wê ev metod „hikûmetê têk bibe û bêguman xwepêşandanên bi vî awayî li dijî reformên demokratîk in." Jî. . „Lê tiştê li ba min giringtir ew karvedana fermî bû ku peyda bû"! 

Belê „civatek azad bê medya nabe"! Lê dive medya Kurdî role xwe yên demê baş bilîze û bizanibe wê xizmetê ji çi re bike!

Paul Davis bahsa tecrûbe û zanistîyên xwe dike û ji me re dibêje:

"Bawernameya min di siyaset, dewletdarî û bazirganiyê de heye. Ez bi serkeftin di nav dinyaya bazirganî û holên hikûmeta Amerîkayê de derbas bûme û nêzîka 30 salan xizmeta min a leşkerî heye. Di salên şêstî de, ez agehdarî wê şîdetê bûm ku li welatê min derket. Mebesta min ew e ku ez bêjim, wekheviyeke mezin di navbera rewşa niha a Kurdistanê û rewşa wê çaxê ya Amerîkayê de heye. Ez dizanim em dikarin ber bi pêş ve herin." (!)

Belê em „dizanim em dikarin ber bi pêş ve herin." Lê çawa?

Divê Kurd berî her tişî neteweperwer û niştimanperwerbin. Tu caran berjewendîyên hizbî û partîzanî dernexînin pêşberî van berjewendîyên pîroz.  Ji bona avakirina dewletek serbixwe, divêtî bi sazîyên navendî yên dewletê ve heye. Divê di her gavavêtinê de berjewendîyên dewletbûnê derkevin pêş û bibin sebebê bingeha parastina hevpar. Bibin gavên sereke.

Paul Davis, piştî ku tecrûbeyên xwe û dîroka Amerîka û Brîtanya ji me re wek dersderxistinên dîrokî nirxand, dibêje:

"Kurdistan jî niha tê testkirin û dibe ku ber bi serxwebûnê here. Kurdistan niha beşek ji Iraqa Federal e. Lê xuya ye ev rewş dê zêde dom neke. Dibe ku şêweyeke din derkeve holê. Divê krîza serokatiya herêmê û bandora partiyên siyasî li ser hikûmetê bê yekalîkirin. Yekem testa giring ew e ku pêşmerge û polîs bêne jêr rikêba hikûmetê û ji partiyan bên veqetandin."

Divê sîstemek damokratîk û hevpar bêt avakirin ku tu kes, tu rêxistin û partî xwe di ser berjewendîyên sîstemê re nebînin. Ev jî tenê yasayan tê avakirin. Paul Davis di virde dibêje:

"Pêwistiya Kurdistanê bi hêzeke yekgirtî heye ku bikare birînan derman bike." Lê ev jî bi demê ve girêdayîye. Lê "Dem hem dost e û hem dijmin e. Gava dem derbas dibe cudahiya nerînan dibe rik û kîn û gotûbêj dixetimin. Lê dem dikare birînan jî derman bike." Ev jî bi helwesta rewşenbîr, siyasetmedar, leşker, karmend, dewlemend, partî û rêbazên civaka Kurd ve girêdayî ye. Kî erkên demê neyne cîh wê poşman bibe û dibe sebebê têkçûnê. Êdî poşmanî jî wê fêde neke.

Di avakirina "demokrasî"yê de tiştekî wek "hêzên çekdar yên partîyan"(!) tuneye. Divê roj berî roj Kurd hêzên leşkerî ku dibin bandora partîyan de ne fesix bikin û bikin hêzên ewlekarîya netewî, niştimanî.

Paul Davis, peyva xwe bi van hevokan re diqedîne:

"Divê Kurdistan welatekî yekgirtî be. Divê serxwebûna xwe ragihîne û hikûmetekê li jêr yasayeke bilind pêk bîne. Pêwistiya Kurdistanê bi hêzeke yekgirtî heye ku bikare birînan derman bike. Divê elîta Kurd bo berjewendiya giştî bibin yek û eger nikarin bila xwe bidin alî. Rêya duyem her ew e ku hev tune bikin û li jêr fermana desthilatdarên ne Kurd bimînin."

Belê, gotina tal ji devê dostan derdikeve!

Lê dost her tim erkên xwe jî tînin cîh, wek ku Paul Davis dibêje: ".. ku hemû Kurd bi hev re paşerojê bidin aliyekî û ber bi pêşerojê herin. Beriya ku xwîn li vê navçeyê mîna cokê biherike, nehêlin xwîna kurdan bê rijandin!" û riya serkevtinan bikin kar ji xwe re..

10.07.2016

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin