Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da

Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da

.

A+A-

 Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, biryar da ku Ermenistan di 20’ê hezîranê biçe hilbijartina pêşwaxt. 

Li Ermenistanê, ji ber têkçûna şerê li Qerebaxê yê di navbera wan û Azerbeycanê de alozî derketibû û ji aliyê muxalefetra Ermenistanê ve li dijî serowkezîr Nîkol Paşînyan çalakî dihatin lidarxistin. Herî dawî Artêşa Ermenistanê jî biryara îstifakirinê li Paşînyan kiribûn. Paşînyan bi awayekî tund li dijî vê banga artêşê derketibû û weke darbeyeke leşkerî nirxandibû. 
 
Paşînyan, piştî civîna ku wezîrên xwe re li dar xist bi armanca ku aloziya li welatên xwe bi dawî bike biryara hilbijartina pêşwax da. Wê li Ermenistanê hilbijartin di 20’ê hezîranê de pêk werin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin