
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew amade ne li gel Ukraynayê li ser bingeha lihevkirinên 2022yan ên li Stenbolê dest bi dan û standinên aştiyê bikin.
Putin diyar kir ku ew ti sedemê nabîne ku ji lihevkirinên Stenbolê dûr bikevin.
Serokê Rûsyayê helwesta welatê xwe ya ji bo dan û standinan wiha pênase kir: "Pêvajoya Stenbolê û prensîbên ewlehiya dualî", "rastiyên li qadê" û şertên ku wî sala 2024an di axaftina xwe ya li Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de anîbûn zimên.
Putin diyar kir ku êrişên asmanî yên Ukraynayê yên li Rûsyayê nikarin rewşa li eniya şer biguherin.
Putin îdia kir ku hêzên Rûsyayê deverên niştecihbûnê "yeko yeko rizgar dikin" û got ku birêvebiriya Kîevê bi van êrişan tenê hewl dide nîşan bide ku di dan û standinan de xwedî helwesteke bihêz e.
Putin got, "Rastiyên li eniyê bi temamî cuda ne" û diyar kir ku gavên leşkerî yên Ukraynayê rêya giştî ya şer naguherin.
Pêvajoya Stenbolê çi bû?
Şandeyên Rûsya û Ukraynayê, demeke kurt piştî destpêkirina şer 2022yan li Stenbolê rasterast dan û standin kiribûn.
Di van hevdîtinan de hatibû rojevê ku Ukrayna dev ji endamtiya NATOyê berde û statuya bêalîbûna mayînde qebûl bike; li beramberî vê yekê jî garantiyên ewlehiyê yên navneteweyî wergire.
Di çarçoveya reşnivîsê de mijarên wekî ku Ukrayna nebe xwediyê çekên nukleerê, li ser xaka xwe baregehên leşkerî yên biyanî ava neke û ewlehiya wê ji aliyê welatên garantor ve were parastin hebûn.
Her wiha hatibû nîqaşkirin ku statuya Qirimê ji bo dan û standinên demdirêj were hiştin lê belê ev pêvajo di demeke kurt de sekinî.
Mijarên herî mezin ên nakokiyê; çarçoveya garantiyên ewlehiyê, rola Rûsyayê ya di van garantiyan de, statuya Qirim û Donbasê û sînorê vekişîna hêzên Rûsyayê bûn.
Di wê serdemê de belavbûna dîmenên komkujiya sivîlên li Buçayê, bingeha siyasî ya lihevkirina Ukraynayê ya bi Rûsyayê re gelekî lawaz kir.
Moskova ji wê demê ve reşnivîsa li Stenbolê wekî belgeya bingehîn a ji bo dan û standinên aştiyê yên pêkan nîşan dide.
Lê Kîev diyar kir ku daxwazên Rûsyayê serwerî û yekparçeyiya xaka Ukraynayê lawaz dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin