Parlamantoya Fransayê biryara naskirina jenosîda dijî Kurdan pesend nekir

Parlamantoya Fransayê biryara naskirina jenosîda dijî Kurdan pesend nekir

.

A+A-

Di rûniştina parlamentoya Fransayê de ji bo naskirina jenosîda li dijî Kurdan a li Başûrê Kurdistanê, 17 parlamenteran deng li dijî projeyasayê da û nehat pesendkirin.

Rûniştina Parlamentoya Fransayê roja Şemiyê birêve çû û 26 parlamenter di civînê de amade bûn. Dengdan li ser projeyasaya ji bo naskirina jenosîda dijî Kurdan a li Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Di encama dengdanê de 9 parlamenteran dengê `Erê` û 17 parlamenteran jî dengê `Nexêr` da û bi vî awayî projeyasa nehat pesendkirin.

Parlamenterên ku li dijî pesendkirina vê projeyasayê derketin daxwaza lêkolînên yasayî yên zêdetir kirin û gotin, divê dîroknas karên zêdetir di vê derbarê de bikin û carake din pêşkêşî parlamentoyê bikin.

Ew ên ku deng li ser projeyasayê dan û ew ên ku deng  li dijî projeyasayê dan ser bi partiyên derveyî hikûmetê bûn û peyamnêrê Rûdawê yê li Fransayê Zinar Şîno li ser sedema pesendnekirina vê biryarê ragihand, “Projeyasa ne ji aliyê baskê hikûmetê ve hatibû pêşkêşkirin, ev jî sedemeke sereke bû.”

Li gor peyamnêrê Rûdawê sedemeke din a sereke ji bo pesendnekirina vê projeyasayê, eşkerekirina belge û giftugoyan e û vê yekê jî peywendî bi dewleta Fransayê ve heye û eger wê biryarê derbixe, ev yek “erkê dewletê zêdetir dike.”

Berpirsê Rêxistina Berevanîkirinê li Mafên Qurbaniyên Enfalê Çiyayî Emîn ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di hewlên xwe de berdewam bin.

Çiyayî Emîn eşkere jî kir ku egera wê zêde ye pêşkêşkirina vê projeyasayê bo parlamentoyê bo cara duyem, bikeve piştî hilbijartinên Serokomariya Fransayê.

Li gor projeyasaya naskirina jenosîda dijî Kurdan, pêwîst e Encûmena Nûnerên Fransayê;

Yekem: Tawanên hikûmeta Iraqê beramber Kurdan wek jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê bide nasîn

Duyem: Jenosîd û tawanên dijî mirovayetiyê şermezar bike û piştîvaniya xwe bo gelê Kurd tekez bike

Sêyem: Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike daku bi fermî wan tawanên hikûmeta Iraqê beramberî Kurd kirine, bi tawanên dijî mirovayetiyê û jenosîdê bide nasîn û şermezar bike

Çarem: Daxwazê ji hikûmeta Fransayê bike, eger pêwîst kir, di çarçoveya peywendiyên dualî û firealî ligel Iraqê kar bike, da ku derd û êşên Kurdan û endamên malbatên qurbaniyan ku dîtine qerebû bike.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin