Papa Francis Kesên ku Guh Nadin Pîvanên COVID-19 Rexne Dike

Papa Francis Kesên ku Guh Nadin Pîvanên COVID-19 Rexne Dike

.

A+A-

Papa Francis îro Yekşemê kesên ku bo bêhinvedanê diçin derveyî welêt ku ji tedbîr û qedexeyên dijî vîrusa korona birevin rexne kir.

Wî got ku divê ew kesanan ji êşên kesên din pirtir haydar bibin.

Francis pîrozîya xwe ya nîvro ya heftane, got ku wî nûçeyên rojnameyan yên di derbarê kesên ku jibo pîvanên hikûmetê birevin çûne û li cîhên din li kêfê digerin, xwendîye.

Papa di navnîşanek vîdyoyê ya ji pirtûkxaneya Qesra Apostolic ya Vatîkanê got ku ev bi rastî wî xemgîn kirîye.

"Ew di derbarê kesên ku li malê dimînin, ser pirsgirêkên aborî yên gelek kesan ku jiber girtinan bi dijwarî bandor bûnin û, rewşa mirovên nexweş nefikirînin. Ew tenê li ser çûyîna pişûyê û kêfê difikirîn," papa got.

Pîrozbahîya kevneşopî ya Angelus di normalê de ji pencereyeke ku li meydana St. Peter dinêre de tê dayîn, lê ev car bi armanca pêşîgirtina kombûna mirovan û sînordarkirina belavbûna COVID-19 hat veguheztinê hindur.

Papa got:

"Em nizanin 2021 dê çi ji me re bîne, lê ya ku em hemî dikarin bi hev re bikin ev e ku hinekî bêtir hewildanek bidin da ku em hev û din biparêzin. Xapînokek heye ku em tenêberjewendîyên xwe biparêzin, "

Hejayê balkişandinêye ku gelek welatan ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona tedbîr û qedexeyên xurt ragihandin.

Li gor ragihandina herî dawî ya Reutersê heya niha jiber vîrusa korona 1.83 mîlyon mirov jîyanên xwe ji dest danin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin