Dijetirora Kurdistanê: Hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê êxistin

Dijetirora Kurdistanê: Hêzên Hevpeymanan 8 dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê êxistin

.

A+A-

Dijetirora Kurdistanê ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kariye hejmareka dronên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê têk bibin û bixin xwarê, bêyî ku çi zirarên canî jê peyda bibin.

Dijetirora Kurdistanê di daxuyaniyeka fermî de aşkere kir ku îşev (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) di navbera saet 20:53 heta 21:20 de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi rengekê serkeftî kariye 8 dronên bombekirî li asmanê bajarê Hewlêrê têk bibin û bixin xwarê.

Li gorî wê daxuyaniyê, ji ber van êrîşan tu zirarên canî çê nebûne û niha rewşa paytextê bi tevahî aram e.

Ji aliyekê din ve jî, Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo Kurdistan24ê eşkere kir ku pêvajoya rabûn û dadana balafiran li gorî bernameya wan a diyarkirî bi rê ve diçe û qada asmanî ya paytextê parastî û normal e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin