Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Panoramaya Kongra PAKê

A+A-

PAKî û piştgirên PAKê ji hemî welatên Ewrûpayê di navbêna rojên 27-28.01.2018an de  li bajarê Berlîn a paytextê Almanya ya Federal kongreya xwa ya yekemîn li dar xistin. Her du rojan jî bernameya kongreyê gelek dagirtî bû. Ji gelek welatên Ewrûpayê piştgirên PAKê beşdarî kongreyê bûn. Beşdarên kongreyê bi rastî li gora pirr rengî û pirr dengî ya wesfên partiyê bûn û ev yek hêjaye pesindayinê ye.

Ev ji sê salan zêdetir e Partiya Azadiya Kurdistanê ava bûye û xebata siyasî û rêxistinî dike. PAKê ji roja ava bûye heta nûha li Ewrûpayê jî bi kar û barê xwe rabûye. Keda sê salan encamê xwe da kongreya piştgirên PAKê. Li kongreya  Ewrûpayê jî bingehek qewîn hate danîn. Di kongreyê de  rewşa sîyasî ya Kurdistanê û xebatên PAKê yên li Ewrûpayê hate nirxand.

Serokê Giştî  yê rêzdar PAKê Mustafa Özçelik û endamên Komîteya Birêvebirîya Navendî, rêzdaran Mehmet Gül, Kasim Ergün û Feyaz Ekmen jî ji welat beşdarî kongreyê bûn.

Bêguman xezeb û fermana dijmin ya li ser bajarê Efrînê tesîrek giran li ser me hemû beşdarên kongreyê kir û atmosfera kongreyê bi gişti guhert û hewa gelek giran bû. Xemgînîyek giran  li rûyê hemû beşdaran aşkere xuya dibû.

Kongre bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Roja pêşin, bi axaftin û nirxandina sîyaseta PAKê li welat û kar û xebatên li Ewrûpayê hatine kirin, niqaşkirin. Rêzdar Mustafa Özçelîk di axaftina xwe de, li  ser kar û xebata PAKê  bi giştî sekinî. Zilm û zordariya  rejîma Erdoxanî, xeletî û felaketa şerê xendeka li Bakur, bê vîcdanîya Mele û Ayatolayên Cimhurîyeta Îslamî a Îranê ku rojane xort û keçên kurda dardixin, ketina Kerkukê, îxanet û xençera jehrî  kû li pişta kurda ket.

Rêzdar Mustefa Özçelik axafina xwe de got ku “dîsa li me kurda ferman e” û  êrîşa hovane ya  Efrînê anî ziman. Her weha  pêwistîya yekbûnî û îtifaqên nû li hemû perçeyên Kurdîstanê, li gora şert û mercên wan anî ziman û bangî rêxistinên kurdên Bakur ji bo “Bloka Kurdî  ji bo hilbijartinên 2019”an  kir. “Got ku: Dijminên me çawa li dijî me dibin yek  û hemû dijminatîyên xwe yên  din didin alîyekî û fermana kurdan radikin, dibê em kurd jî, êdî  li ser bernameyeke asgarî ya netewî û demokratîk rêz û dengê xwe bikin yek”.

Roja din zêdetir li ser destûr û rêbaza Kongreya piştgirên PAKê ya Ewrûpayê hate rawestandin. Organên kongreyê ji bo kar û xebata du salên pêşerojê hatin nîqaşkirin. Meclîsek ji bo karê pêşerojê hat hilbijartin. Hilbijartina meclîsê de, hejmara jin û mêran, xort û salmezina hat berçavkirin. Meclîs di du salên pêş de xebata xwe dê di nav kurdên Ewrûpayê de bimeşîne û xebat û xwestinên PAKê di nav Kurdên Ewrûpayê û Ewrûpîyan de  bide naskirin. Dîplomasîyê bo pirsa kurda li dervayî  welat dê xurt bike û lobî bike. Îmkanên  malî peyda bike.

Ji ber ku kongre bes kongreyeke navxweyî ya PAKê bû ji bo kongreyê weke mêvan kes nehatibû dawet kirin. Lê di roja duyemîn de, ji Partiya Alman ya çep “Die Lînke” , berdevkê integrasyon û sîyaseta navxweyî, Hakan Taş axaftinek kurt kir û got: “ Kurd û Kurdîstanî wek hemû gelên din xudanê heqê serxwebûna xwe ne, ew mafê wan  divê neyê nîqaşkirin. Tirkîye neheqîyek mezin dike û leşkerê xwe divê zûtirîn wext ji Afrînê vekişîne. Sebeba êrişa tirka tu eleqa wê bi parastina sînorên wan nîne, ew  tenê ji bo destkeftinên kurdan ji destên wan derxin. Ev  yek nayê qebûlkirin”  Êrişa Efrînê li  ser navê partîya xwe bi tûndî şermezar kir.

Piştî  du rojên dirêj û berhemdar kongre bi bernameyek ji bo rojên pêş dagirtî û encamên ji bo xebata di riya azadiya Kurdistanê de bi awayekî berhemdar bi dawî bû.

Stockholm  05-02-2018 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar