Salîm Çelîker

Salîm Çelîker

yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

NETEWEPERWERÎYA KURDÎ TERÎTORYAL E

A+A-

 

Têgehên (kavram) ”neteweperwerî” û ”welatperwerî” du têgehên bi hev re têkildar in. Ew ne li dij hev in. Lê em dibînin ku li Kurdîstanê, li van herdû têgehan, ji bal hinek kesan ve, wateyên cuda têne barkirin û wek alternatîfên hev têne bikaranîn.

Em wan kesan dikarin dabeşê du grûban bikin. Grûba yekem, ji wan kesan pêk tê ku bawer in ku fikra proja avakirina civatek neteweyî, neteweperwerî ye. Lê ji ber ku ev têgeh, ji bal sîstemên totalîter ve hatîye îstîsmarkirin û lewûtandin, herwusa, dikare çewt were fahmkirin, ew, xwe ji vê têgehê dûr dikin. Grûba duyem, ew kesin ku ji ber nêrînên xwe yên îdeolojîkî, li dijî vê têgehê ne. Herçî ew gûba duyem e, ew, tên fahmkirin. Jixwe, ew şêl, di civatek demokratîk de, azadîya xwe îfadekirinê ye, tercîh e.

Di vê nivisarê de ez ê li ser şêla yekem bisekinim. Bi vê aramncê, ez ê têkilîyên di navbera cografyayê (axa welat), welaperwerî û neteweperwerîyê binirxînim. Herewha, ez ê bikevim nava lêgerîna bersîva van pirsan:

· Hevgirêdanên netewe û cografya neteweyî çi ne?

· Neteweperwerî û welatperwerî du têgehên çewa nin û çi tesîrê li hev dikin?

· Çima neteweperwerîya Kurd terîtoryal e?

Neteweperwerî fikra desthilatdarîya netewe ye

Di tarîxê de qewm û cografya qewman, pêşîyê, ji alîyê “yên dine” ve tên bi navkirin. Yên ku ew bi nav dikin, gelek caran, netewe û grûbên etnîkî yên cîran in. Ew qewmê ku ji alîyê ”yên dinê” ve tê binavkirinê, piştî demeke, ew bi xwe dighîje hişmendîya ku ew kî ye. Bi goteneke din, ew xwe bi nav bike, xwe tarîf dike. Ev hişmendî, destpêka fikra neteweperwerîyê ye. Andrîan Hastîngs, civata xwedî hişmendîya ku bi daxwaza kontrolkirina cografya xwe tevdigere, wek netewe tarîf dike. Ew, vê rûdanê wek noqteyek esasî, ku netewe û gruba etnîkî ji hev cuda dike, dinirxîne (1).

Ew cografya neteweyî, ne erdek an cîyek laletayîn e. Ew, ji bo netewe, bi gelek taybmendîyên xwe, ji cîh û bejayîyên dinyayê cuda ye. Netewe, şîn û şayîyên xwe li ser wê cografyayê derbas kiriye. Ew cografya, bi çem û rûbarên xwe, bi deşt û zozanên xwe reng daye çîrok û stranên netewe. Edebîyata devkî û ya niviskî berhemên wê cografyayê ne. Herwûsa, ev cografya, bingeha hafiza kollektîv a neteweyî ye. Loma jî netewe, cografya xwe perçeyek ji nasnama xwe dibîne. Jixwe gelek caran, cografya bi navê netewe tê binavkirin; Kurdîstan, Turkîye, Katalanya, Almanya ûwd.

Têkilîyên netewe û cografya sîyasî (Terîtoriya)

Têkildarîya netewe bi terîtoryê re bi du asta da ye. Yek ji van astan objektîf e; netewe li ser wê cografyayê dixwuliqe. Fizîka vê cografyayê, bi gelek cîyên xwe, ji bo niştehcîyek xwedî hişmendîya neteweyî, cuda ye. Li alî din, ev cografya bûye bingehê aborî û struktura civakî ya netewe jî. Asta dudiya ku netewe bi cografyayê ve girê dide, ya subjektîf e; ev, çand, ziman, mîtên hevbeş û tarîx in.

Li gor John Etherington, ev proseya tarîxî li ser sê elementan ve dimeşe. Ev element, çand, dîrok û kevneşopî (tradîsîyon) ne. (2)

 

Mediating elements in the relationship nation-territory  

Elementên ku netewe û cografyayê bi hev ve girêdidin..

Çavkanî: John Etherington, Nationalism, National Identity and Territory

Çanda neteweyî, ew dewlemendî û rûmetîyên maddî û manewî, ku di pêvajoyeke dîrokî de, ji alîyên endamên wî neteweyê ve têne afiradin. Ev afirandin, ji ziman, huner û edebîyatê bigre heta cûrên hilberîna maddî temsîl dike. Li vîr tiştê grîng ewe ku ev çand li ser cografyakê dîrokî pêk te. Ev cografya, axa bav û kalan e, welat e.

Dîroka neteweyî, haviza pirsên wek ”em ki ne”, ”çewa hatine heta îro”, ”di rojên kevn de çi hatîye serê me” ye. Bersîva van pirsan ji bo hişmendîya neteweyî ya di derheqê dîrokê de muhîm e. Bûyerên ku reng didin hişmendîya netewe, li ser vê cografyayê qewimî ne. Cografya, bûye, qada şîn û şayîyên netewe. Li alî din, gelek bawerî, fikir û edetên rojane xwedî kokên kevnare ne.Loma jî, hişmendîya dîrokî, ji bo naskirina dema nû jî pêwist e.

Kevneşopîyên neteweyî, pirek e ku di navbera jiyan bav û kalan û nesla îroyîn de hevgirêdaneke pêk tîne. Gelek ji wan kevneşopîyan, wek sembol, ji alîyê neteweperweran ve ji nû ve têne nirxandin û jîyandin.

Di vî pêvajoyê de zimanê neteweyî ye ku hevahengîya çand, dîrok û kevneşopîyan pêktîne.

Netewe, bi rêya çand, dîrok û kevnşopîyên neteweyî, reng dide cografyayê. Bi vê yekê, di navbera cografyayê û niştehcîyên wê de hevgirêdanek manewî çê dibe. Bi gotineke din, cografya ji bo niştehcîyên xwe dibe welat. Ev danûstendin, bi xwe re aîdîyetek tîne vucudê. Ev aîdîyet, bingehê sosyolojîk ê nasnama neteweyî ye.

Nasnameya neteweyî li ser cografya neteweyî tê avakirin.

Di vê pêvajoyê de, netewe dibe yê cografyayê, cografya jî dibe yê netewe. Di nava van têkilîyan de elementek dinê, ango nasnama neteweyî dixwuliqe. Ev nasname, ku ji bo milletek tê wateya xwe binavkirinê, bi hişmendîya neteweyî re geş dibe, Herwusa, têkoşîna ji bo desthilatarîya neteweyî, dibe pêvajoya avakirina nasnamê ye jî.

Xwedîyê nasnameyek bi vî rengî, ew kes e ku, ji bo axa bav û kalan,doza desthilatdarîyê dike, neteweperwer e. Ew, xwedî hişmendîyek kollektîf e; pêkanîna îrada netewe li ser wê cografyayê, sebebê hebûna xwe dibîne.

Ji bo neteweperwerek, hizkirina netewe û ya welat bi hev ve kelandî ye. Yek ji wan bêyî ya dine nabe. Sedeqeta ji bo netewe û ji bo welat dibe hestek hevbeş. Lê divê were binxetkirin ku di pêvajoyê da kirde (özne) neteweperwerî ye. Loma jî, neteweperwerî, welatperwerîyê jî di nava xwe de dihewîne.

Doza netewe bi neteweperwerîyê dighîje armanca xwe

Di dinya îroyî de, têkilî û huqûqa navneteweyî li gor hebûna neteweyan hatîye organîzekirin. Ev huqûq, neteweyên xwedî dewlet tarîf dike. Neteweyên ku bûne xwedî dewlet ji vê rewşê sûd werdigrin. Ew, herwusa, rêgirê berfirehikirina vê qadê ne. Bi

gotineke din, ew naxwazin ku netewyên ku ji alî wan ve hatine dîlgirtin, bibin xwedî statû û bi wan re bibin wekhev.

Lê, neteweyên bê dewlet jî, di hewildanek mezin da ne. Li her derê dinyayê zor didin statûkûya ku ew dil girtine. Di van dehsalên dawî de gelek neteweyên bêdewlet gihîştin azadîya xwe. Başûrê Kurdîstanê jî, di hazirîyek mezin da ye, ku bighîje vî karwanî.

Di vê pêvajoyê de, divê hinek şert, ku ji alîyê rêxistinên navneteweyî de hatine formulekirin, were bicîhanîn. Ew şert; bi xetên giştî, beyana îradeya desthilatdarîyê, jîyankirina li ser cografyayê, xwedî qabîlîyeta birêvebirina sîyasî û îdarî, taqeta xwe parastinê û pesendkirina platforma navnetewî nin.

Divê were binxetkirin ku ev huqûq, di derca yekem de, ne cografya, lê netewe destnîşan dike. Ew fenomena, ku wê ji vî hûqûqî sûd wergire û bibe deshilatdar, netewe ye. Fikra pêkanîna vê projeyê, neteweperwerî ye. Bi gotineke din, neteweperwerî fikr e, lê welatperwerî, hizkirin e, hîs e. Loma jî, nabe ku ji dêlva neteweperwerîyê ve, welatperwerî were îkame kirin.

Neteweperwerîya Kurdî terîtoryal e

Paradîgmayên ku pirsa netewe û neteweperwerîyê dinirxînin, li ser pirsên ku ev fenomen ”çi çax”, ”çima” û ”çewa” hatine holê, ji hev cûda ne. Ger ku em paradîgma modernîst, ku vê pirsê di dawîya sedsala 18`an dide destpêkirin û bi pêşketina kapîtalîzme ya jî bi hilweşandina vê sazûmanê dide qedandin, deynîn alîkî, nêrînên ku vê pirsê bi perspektîveke tarîxî îzah dikin henin.

Li gor van nêrînan, li ser cografya xwe jîyandin, bi zimanê xwe edebîyat çêkirin û xwe tarîfkirin, destpêka pêvajoya netewebûyîn û hişmendîya neteweperwerîyê ye (3). Ew civatên ku ji alîyê ”yên dinê” ve dihatin bi nav kirin, êdî ew bixwe dest bi naskirina xwe kirine. Bêşik, ev pêvajo bi ronakbîrên neteweyan dest pê dike.

Ger ku em vê tespîtê ji bo xwe esas bigrin, Kurd ji sedsala 16`an û bi vir ve ketine pêvajoya netewebûyînê û hişmendîya wê.

Berî ku em vê hişmendîyê binirxînnin, divê bi çend gotinan be jî, qala bi nav kirina kurdan a ji alîyê ”yên dinê” bikin. Di vî warî de gelek nîrînên cuda hene. Ez ê vê serdemê bi gotinên dîrokzan û serleşkerê Yunanî Ksenefon bidim destpêkirin. Ew, di kiteba xwe ya bi navê Anabasîs (vergera 10 hezaran), qala ji paş ve vergera leşkerên Yunanî ber bi wealtê wan ve dike. Guzergaha wan, ji Îranê, bi ser Zagrosan ve derbasbûyîna Trabzonê û ji wir jî çûyîna Yunanîstanê ye. Li gor Ksenefon, ew, di meha mijdara sala 401 BZ, di welatê Kardukan de derbas dibin. Ew, vê cografyayê wek welatê Kardukan, ku sînordaşê Ermnîstanê ye, bi nav dike. Cîyê ku ew qal dike, li gor navên îroj, mintiqa Çemê Bota, Bedlîs û Mûş in (4).

Cogafya Kurdan, di sedsala 10`an de, bi wateya cîyê ku Kurd lê dijîn; wek Arz-i Ekrad, Sahra-î Kirad, Biladu`l-Ekrad, Cebelu`l Ekrad, Rem-î Ekrad, hatîye binavkirin. Piştî sedsala 12`an, ji alî ”yên dinê” va jî, gotina Kurdîstan hatîye bikaranîn (5). Li vir, divê navê  Selahaddînê Eyûbî (Selahadînê Kurdî) jî were gotin. Ew, dewletek Kurdî ava nekirîye, lê ev nav, bi sifatên xwe yên qenc, di tarîxa îslamê de, xwedî cîyek îstîsna ye. Ev nav, ji bo nasandina Kurdan a ji alîyê ”yên dinê” ve xîzmetek hêja kirîye.

Ger ku em werin serdema ku Kurd xwe tarîf dikin, divê navê Şeref Xan were destnîşankirin. Ev alim e, ku cara yekem bi zelalî, qewmê Kurd û welatê vî qewmê, Kurdîstanê, bi dinya dinya wê demê dide nasînê. Ev helwest, destpêka pêvajoya neteweperwerîya Kurdan e.

Ew bi gazinek dest pê dike: Tu yek ji wan niviskarên çûyî û heyî, bahsa Welatê Kurdîstanê û niştehcîyên wê nekiriye, di vî warî de tu kitêb nenivisîne. Bi armanca dagirtina vê valayîyê û nasandina Kurdan, li gor qeweta xwe, ez dê hewl bidim (...) Bi vî awayî, kirinên qenc yên malbatên mezin yên bi nav û deng veşarî nemîne (6).

Şeref Xan, neteweyê Kurd, bi mîrektîyên wê, bi eşîr û malmezinên wê, ziman û lehçeyên wê, wek bûyerek sosyolojîk dinirxîne. Cografya vî neteweyî ewha destnîşan dike:

”Sînorên axa Kurdîstanê, ji Kendava Besrayê, ku dikeve kenarê Okyanûsa Hîndê, dest pê dike. Ji wêderê xwe dirêjê welayêtên Meletye û Meraşê dike û li wêderê diqede. Li Bakûrê vê xetê, warê Farisan, Iraqa Ecem, Azerbeycan û Ermenîstan cîh digre. Li Başûrê wê jî Dîyarbekir, Musul û Iraqa Ereb cîh digre. Lê şaxên vî qewmî, li Şerqê û Xwerbê, xwe berdane gelek cîyan (7).

Şeref Xan, bi devê Mîrê Hekarîyê Îzeddîn Şêr, hevgirtin û parastina cîyên stratejîk yên Kurdîstanê, wek mîsegorîya serkeftina li hember îrişkarên bîyanî destnîşan dike: Ger ku kelehên Gurgil, Îmadîyê, Bay û Bedlîsê di destên me Kurdan de bin, tirsa me ji tu kesî nîne. Çadir û otaxên wan wê bibe ciyê ziblên hespên me (8)

Şeref Xan, li gor şertên wê demê, wek akademîsyenek dîrokzan tevdigere. Ew, ji blî helwesta xwe ya neteweperwer, sosyolojîya tarîxa Kurdîstanê dinirxîne.

Ehmedê Xanî, li ser şopa Şeref Xan diçe û di dawîya sedala 17`an de dibe hilgirê alaya neteweperwerîya Kurd. Tê texmînkirin ku Ehmedê Xanî hay ji ilm û medreseyên Bedlîsê herewha, ji Şerefnamê heye. Divê hilweşandina mîrektîya Ebdil Xanê Bedlîsê, ew pirr hêşandibe. Parvekirina Kurdîstanê di navbera Sefavî û Osmanîyan, êrişên van cîranan li ser ax û civata Kurd, dibe sebebê esasî ku ew helwest digre û daxwazîya serxebûnê dide pêş.

Ew, daxwazîyên xwe yên sîyasî di Mem û Zînê de, bi hunerek bilind, bi şeklê edebîyata mesnevî, tîne ziman. Ehmedê Xanî, cografya Kurdîstanê, wek axek ku ji aîyê Erebîstan, Gurcîstan, Tirk û Farisan ve hatîye dorpêckirin, tarîf dike:

Bifikir ji Ereb hetta ve Gurcan Kurmanîye bûye şuphê burcan

Ev Rom û Ecem bi wan hesar in Kurmancî hemî li çar kenar in

Ehmedê Xanî, rêya çareserkirinê, di dewletek netewî de dibîne.

Ger dê hebûwa me îttîfaqek Vêkra bikira me înqîyadek

Rom û Ereb û Ecem bi temamî Hemîyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ilm û hikmet.(9)

Babeta me ne Şeref  Xan e û ne jî Ehmedê Xanî ye. Loma jî em ê nîrînên van herdû aliman li vir bibrin. Lê cîyê gotinê ye ku serdema ku edib, şaîr û aliman li ser xanedanan dinivisî, Şeref Xan û Ehmedê Xanî cografya xwe ya netewî destnîşan dikin. Bi tayibetî, helwesta Ahmedê Xanî ya dewleta Kurdan, fikrek nû ya wê cografyayê ye. Ev yek, him Şeref Xan û him jî Ehmedê Xanî dike orijinal.

Ev agirê ku Şeref Xan pêxist, ji alîyê Ehmedê Xanî ve hat geşkirin. Daxwaza dilê Şeref Xan, bi Ahmedê Xanî rengek sîyasî û îdeolojîk wergirt. Ev pêvajo, bi Hecî Qadirê Koyî, bi Mele Mahmûdê Bazîdî, bi Şêx Ubeydillah, bi Şêx Seîd, bi Mîr Celadet û bi Mistefa Barzanî hat domandin û dewrê nesla nû bû.

Divê were binxetkirin ku nêrîna neteweperwerîya Kurdî, ji destpêkê heta roja me, pirsê tim di çerçewa cografya xwe ya sîyasî de nirxandîye. Bi gotinek din, pirsa desthilatdarîyê, bi satû û serxwebûna Kurdîstanê hatîye tarîfkirin. Loma jî, neteweperwerîya Kurdî terîtoryal e, Kurdîstanî ye. Ev yek, rê ji bo civatek demokratîk xweş dike. Di civatek ewha de, çi takekes û çi jî grûp, dikarin bi azadî, li gor nasnameya xwe bijîn.

10.08.2020

 

1-Andrian Hastings, The Construction of Nationhood, rû 3.

2-John Etherington, Nationalism, National Identity and Territory. The Case of Catalonia. rû 43.

3-Ev tespît lihevanîna nêrînên Adrian Hastings, Walker Connor, Anthony D.Smith û Will Kymlicka ne.

4-Faruk Aslan, Kürt Diyarının Bilinmeyen saklı Tarihi, sa 39.

5-Necip Mansız, Mugla Sıtkı Koçman Üniversitesi, nakleden, Selami Aslan,’ Kürtlerin Bitmeyen Birlık Arayışı”.

6-Şeref Xan, Şerefname, Kürt Tarihi, Farsçadan Türkçeye çeviri, Nûbihar, İstanbul 2018, sayfa 53.

7-Şeref Xan, Şerefname, sayfa 63.

Nameya Îdrîsê Bedlîsî, ku ji bo Padîşahê Osmanî Yavuz Selîm hatîye şandin jî, Cografya Kurdîstanê, kêmzêde, bi van sînorên ku ji alîyê Şeref Xan ve hatîye nîşandan, tarîf dike. Ev name teqrîben 80ê sal berî ku Şerefname were nivsandin, hatîye şandin. Ev yek balkêş e. Min vê name ji nivisara Veysî Köker, İlk Kürdistan Ordusu ve Çapakçur Prensi İsfahan Bey, BasNews, girt.

8-Şeref Xan sayfa 190.

9-Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Avesta Yayinlari, 2010-Îstanbul, rû 45

 

Önceki ve Sonraki Yazılar