Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ciwan, divê ji bo bidestxistina mafên jinan û ji bo wekhevîya jin û mêran, pêşengên têkoşînê bin

A+A-

Cano Amedî

Ciwan di mijarên wekî pirsgirêkên jîngehê, mafên mirovan, wekhevîya di perwerdeyê de û wekheviya zayendî de bi awayekî xurt rêxistin bibin û dikarin çalakiyên lobî yên bi bandor bimeşînin. Di nav civatê de rê li ber xebatên guhertin û pêşveçûnê vekin.

Gava em vegerin salên rabûrdû û tecrubeyên doyin di ber çav re derbas bikin, emê bibînin ku cîwan di warê domdarî û vîzyona siberojê de xwedî hêz û aktorên esasî ne. Dînamîk û guhertinxwaz in.

Ciwan li hemberî fikir û ramanên nû vekirî ne û dikarin zûtirîn bertekan nişan bidin. Nifşên nû di derbarê siberojê de, di warê mijara pejirandina prensîba domdariyê de bêtir bi hiş in. Di mijarên wekî parastina jîngehê, têkoşîna li dijî guherîna avûhewayê (îklim) û bikaranîna domdar a çavkaniyên xwezayî de, bi rola xwe ya aktîf pêşengiyê ji guherîna civakî re bikin. Bi afirandina vîzyoneke pêşerojê ya adilane, wekhevtir û azadîxwaz, dikarin civakê motîve bikin û bipêş bixin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin