Qubad Talebanî daxwaz ji Tirkiyeyê kir: Bila qedexeya li ser geştên Silêmaniyê rabe

Qubad Talebanî daxwaz ji Tirkiyeyê kir: Bila qedexeya li ser geştên Silêmaniyê rabe

.

A+A-

 Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Hewlêrê bi Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan re civiya.

Di civînê de daxwaza rakirina qedexeya geştan a Tirkiyeyê ya li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Alîkarê Serokwezîr, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî di civînê de amade bû.

Yek ji mijara sereke ya civînê qedexeya geştan a li ser Silêmaniyê bû.

Talebanî daxwaza xwe ya ji bo ducare vekirina qada asmanî ya Tirkiyeyê ji bo geştên ji Silêmaniyê û ber bi Silêmaniyê rasterast ji Balyoz Înan re ragihand.

Peyama piştgiriya ji bo pêvajoya çareseriyê

Di hevdîtinê de, pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî hat nirxandin.

Talebanî, pêngava PKKyê ya ji bo danîna çekan wekî “pêşhatineke dîrokî” bi nav kir û hêvî xwest ku qonaxên pêş ên pêvajoyê jî bi serkeftî bidomin.

Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mayîndekirina pêvajoya çareseriyê, amade ye her cure hevkariyê bike.

Behsa rêkeftina Hewlêr-Bexdayê hat kirin

Di civînê de pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê jî hatin gotûbêjkirin.

Talebanî, lihevkirina dawî ya ku dayîna meaşên karmendan û ducare destpêkirina hinardina petrolê li xwe digire, wekî “gaveke girîng a ji bo bihêzkirina pêwendiyan” nirxand.

Talebanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze li gel Bexdayê hemû pirsgirêkan di çarçoveya destûrê de çareser bike û anî zimên ku divê diyalog berdewam bike.

Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan jî kêfxweşiya xwe ya ji ber lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de anî zimên û hêvî kir ku pêwendî zêdetir bi pêş bikevin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin