
Îlham Ehmed: Bi Tirkiyeyê re pêwendiyên me yên rasterast hene
.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê ragihand ku pêwendiyên wan ên rasterast bi Tirkiyeyê re hene.
Îlham Ehmedê derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê û dan û standinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya navendî ya Sûriyeyê de pirsên BBC Tirkiyê bersivandin.
Îlhamê diyar kir ku ew rewşa aram a li Rojavayê Kurdistanê erênî dinirxînin û destnîşan kir ku “pêwîstiya wan bi diyalog û hevahengiyeke zêdetir a bi Tirkiyeyê re heye.”
Tirkiye gelek caran HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêwendîdar dike.
Rayedarên Tirk dixwazin ku di çarçoveya pêvajoya nû de ev kom jî çekên xwe deynin.
Îlham Ehmed li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê erênî axivî û tekezî li ser wê yekê kir ku şert û mercên li Sûriyeyê cuda ne, loma jî ji bo wan mijar ne çekdanîn lê entegrasyon e.
Îlham Ehmed di civîna 9ê Tîrmehê ya li Şamê de amade bû ku tê de Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack jî amade bûn.
Îlham Ehmedê ew şîrove red kirin ku digotin dan û standinên di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Şamê de têk çûne.
Wê anî ziman ku entegrasyona saziyên leşkerî û sivîl ên li herêmên wan yek ji mijarên herî zehmet ên van dan û standinan e û destnîşan kir ku di pêvajoyên bi vî rengî yên muzakereyê de derketina nakokiyan normal e.
Îlham Ehmedê derbarê rexneyên dawî yên Tom Barrack ên li hemberî HSDyê jî got, “Divê em bi wî re zêdetir diyalogê deynin.”
“Pêwendiyên bi Tirkiyeyê re hene”
30 gerîlayên PKKyê di çarçoveya pêvajoyê de 11ê Tîrmehê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandibûn.
Îlham Ehmedê ku li ser pêvajoyê jî got:
“Em hêvî dikin ku bersiva van gavan bi gavên dualî bê dayîn, bi vî awayî em hêvîdar in ku ev hemû pêngavên erênî hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo Tirkiyeyê encamên erênî bi xwe re bînin.”
Wê li ser pirsekê diyar ku demên dawî di navbera wan û Tirkiyeyê de pêwendiyeke rasterast heye û wiha axivî:
“Kanaleke vekirî (kanala ragihandinê) di navbera me de heye. Mijarên wekî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, pirsgirêka Kurdan û çareseriya siyasî li Sûriyeyê, herwiha mijarên ku Tirkiyeyê eleqedar dikin tên gotûbêjkirin.
Bi giştî, ev kanala vekirî tenê kanaleke hevahengiyê ye.”
“Pêwîstiya me bi hevahengiyeke zêdetir heye”
Tirkiyeyê salên dawî li Rojavayê Kurdistanê operasyonên leşkerî yên biçûk û mezin pêk anîbûn.
Îlham Ehmedê rewşa aram a niha wekî geşedaneke erênî nirxand û diyar kur ji bo avakirina baweriyê bi Tirkiyeyê re hîn jî gavên ku divê bên avêtin hene û wiha domand:
“Meseleyên têkildarî hebûna Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê jî hene.
Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, bi taybetî mijarên ewlehiyê yên ku her du aliyan eleqedar dikin, pêwîstima me bi diyalog û hevahengiyeke zêdetir bi Tirkiyeyê re heye.”
Îlham Ehmeda ku wekî rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sala 2013an çûbû Tirkiyeyê û di nav de rayedarên Wezareta Karên Derve jî bi gelek aliyan re hevdîtin kiribû, li ser pirsa "Gelo eger hûn bên vexwendin dê dîsa werin?" bersiva “Bê guman” da.
“Em ne behsa pêvajoya çekdanînê lê ya entegrasyonê dikin”
Rayedarên li Tirkiyeyê dibêjin ku divê di çarçoveya pêvajoyê de YPG û HSD jî ku ew wekî baskê PKKyê dibînin, çekên xwe deynin.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve li ser pirsa me ku gelo ew dê di çarçoveya van bangan de çekên xwe deynin got:
“Rewşa li Sûriyeyê bi rastî cuda ye. Di nav civaka Sûriyeyê de karaktereke me ya xweser heye.
Têkoşîn û berxwedana me ya li dijî DAIŞê xwedî cewhereke taybet e.
Ev kom hîn hebûna xwe didomînin û gef berdewam e. Ji ber vê yekê em li Sûriyeyê ne behsa pêvajoyeke çekdanînê lê belê behsa pêvajoyeke entegrasyonê dikin.”
“HSD dikare bibe beşeke xurt a artêşa Sûriyeyê”
Îlhamê her wiha anî ziman ku li Sûriyeyê hîn jî pirsgirêkeke ewlehiyê heye û got:
“Sûriye hîn ne xwedî destûreke mayînde ye. Rewşa ewlehiyê bi awayekî kaotîk berdewam dike. Sûriye hîn jî pirsgirêkên ewlehiyê dijî.
Ji ber vê yekê, HSD dikare bibe beşeke xurt a artêşa Sûriyeyê û di misogerkirina ewlehî û aramiya li seranserê axa Sûriyeyê de roleke çêker bilîze.”
“Danûstandinên bi Şamê re têk neçûn”
Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî 10ê Adarê peymaneke heşt xalî îmze kiribû.
Di çarçoveya peymana ku li ser hatibû lihevkirin heta dawiya salê bê bicihanîn de, dihat payîn ku HSD beşdarî artêşa Sûriyeyê bibe û herêmên di bin kontrola HSDyê de bi Şamê ve bên girêdan.
Her du alî ji bo bicihanîna vê peymanê 10ê Tîrmehê li Şamê li hev civiyan.
Îlham Ehmedê şîroveyên hinek dezgehên medyayê yên ku digotin dan û standin têk çûne bi bîr anîn û ev yek red kir:
“Dan û standin têk neçûn. Normal e ku di hinek civînên de di dema danûstandinan de şaşfêmkirin û nakokî çêbibin. Bi taybetî jî ji ber ku Sûriyeyî bi salan e di nav xwe de diyalogê nakin.”
Wê got, ji bo ku Sûriye derbasî rewşeke ewle bibe û Sûriyeyeke nû bê avakirin, divê ev hevdîtin bidomin.
Îlham Ehmedê derbarê civînê got, “Me nîşanên erênî dîtine.
Li ser mijarên berfireh ên neteweyî yên wekî yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekîtiya dewletê lihevkirinek heye.
Ev xalên bingehîn in ku dikarin wekî bingeheke hevpar bên qebûlkirin.
Lê belê, mijarên din jî hene ku ji bo gihîştina encamên cidî pêwîstî bi diyalogeke xurt heye.”
Modêleke çawa ya entegrasyonê pêşniyar dike?
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêvebiriya Xweser da zanîn ku entegrasyon yek ji sernavên herî zehmet ên dan û standinan e û wiha pê de çû:
“Helbet ev mijareke zehmet e lê ez di wê baweriyê de me ku biryareke hevpar a li ser entegrasyonê di peymanê de hatiye nîşandan.
Niyeta me nîne ku em li derveyî çarçoveya dewletê, çi di warê leşkerî de, çi di warê îdarî de, avahiyên alternatîf ava bikin.
Ya girîng ew e ku li Sûriyeyê modelek demokrasiyê bê parastin ku mafên jinan misoger bike û rêzê li maf û cudahiyên pêkhateyên cuda yên civakê bigire.
Her wiha, ji bo ku hemû desthilat di destê wezaretên hikûmeta navendî de kom nebin, divê desthilateke berfireh ji bajaran û herêman re bê dayîn.
Di nav vê çarçoveyê de, divê em ji bo pêvajoya entegrasyonê mekanîzmayan bi pêş bixin.”
Li ser rexneyên Amerîkayê çi dibêje?
Tom Barrack, piştî demeke kurt a ji civîna Şamê, diyar kir ku Washington piştgiriyê nade avakirina dewleteke cuda ya Kurdan li Sûriyeyê.
Barrack îdia kir ku peymana entegrasyonê ya ku 10ê Adarê di navbera rêveberiya Şamê û HSDyê de hatibû îmzekirin “bi kêr nehat” û got:
“Heke hûn li hev nekin, nekin, lê em dê heta hetayê li vir dayîktî û navbeynkariyê nekin.”
Li ser pirsa derbarê van rexneyan jî Îlham Ehmedê ev şîrove kir:
“Wî çend daxuyanî dan ku li gorî rewş û atmosferê hinekî cuda bûn. Lê çi dibe bila bibe, ez dikarim bibêjim ku cara yekem e rêveberiya Amerîkayê di mijara Sûriyeyê de bi vî rengî bi awayekî îdialî berpirsyariyê digire ser xwe.
Hewldanên Amerîkayê cihê teqdîrê ne. Hewldanên Fransayê jî wisa ne.
Dibe ku ev hevdîtin ji bo wan demeke dirêjtir bistînin lê bi rastî leza me Sûriyeyiyan heye. Em dibînin ku Sûriyeyî ji şer, kaos û koçberiyê westiyane.”
Wê got, ji bo ku şaşfêmkirin çênebin divê ew bi Barrack re di nav pêwendiyeke domdar de bin.
Gelo armanca serxwebûnê heye?
Tom Barrack, di heman daxuyaniyê de ev gotibû, “Durzî dixwazin bibe axa Durziyan hebe. Elewî dixwazin axa Elewiyan hebe. Kurd dixwazin Kurdistan ava bibe.
Şam jî dibêje ev yek nabe û hemû rê diçin Şamê: Yek welat, yek milet, yek artêş.”
Li ser pirsa vê yekê jî Îlham Ehmedê îdiaya ku armanca wan dewleteke serbixwe ya Kurdan yan jî federalîzm heye red kir û got:
“Dema modela netewe-dewletê êdî derbas bûye. Modelên îro bi pêşketîtir in û çi mafên çandî, siyasî, civakî yan jî aborî bin, mafên çand û komên etnîkî yên cuda bi temamî misoger dikin.”
Îlham Ehmedê her wiha eşkere kir ku ew ligel wê yekê ye ku mafên hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê di destûrê de bên naskirin û anî ziman ku ew piştgiriyê didin modelekê ku civakên herêmî bikarin pêwîstiyên xwe pêk bînin.
Wê li ser pirsa “Hûn modela ku tam daxwaz dikin çawa pênase dikin?” jî ev bersiv da:
“Di çarçoveya rêveberiya herêmî de, têgeha nenavendîtiyê (ademî merkezîyet) vê rewşa jiyana hevpar îfade dike.
Ev tê wê wateyê ku herêmeke we heye ku xwedî desthilatên nenavendî ye û ji aliyê hemû komên ku tê de dijîn ve tê temsîlkirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin