Dujarric: Divê Sûriye li ser dîmenên li Siwêdayê hesabê bide

Dujarric: Divê Sûriye li ser dîmenên li Siwêdayê hesabê bide

.

A+A-

 Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got, “Dîmenên li Siwêdayê şokdar in, divê hikûmeta Şamê hesab bide”

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, piştî şer û pevçûnên dijwar ên bi hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê re aloziyeke mirovî ya kûr rû daye.

Di encama van şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û herêm ji aliyê Rêbertiya Ruhanî ya Durziyan ve wekî “herêma karesatê” hat binavkirin.

Ev bûyerên dawî, tirseke mezin li ser paşeroja pêkhateyên Sûriyeyê çêdike û berpirsiyariya desthilata nû ya Şamê dixe bin pirsyarê.

Di nava van bûyerên trajîk de, belavbûna dîmenên vîdeoyî yên li ser medyaya civakî bûn sedema şok û hêrseke mezin.

Di wan dîmenan de, hêzên girêdayî hikûmetê bi awayekî simbêlên zilamên Durzî kur dikin.

Ji bo civaka Durzî, simbêl xwedî wateyeke kûr a çandî û rûmetê ye û ev kiryar wekî heqareteke mezin û hewldaneke ji bo şikandina îrade û rûmeta wan tê dîtin.

Ev êriş û binpêkirinên hovane rastî bertek û şermezarkirineke berfireh a navneteweyî hatin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi tundî bertek nîşan da û Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarric ji Rûdawê re ragihand ku ew dîmen “şokdar in û pir, pir acizker in”.

Gelek welatan bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku demildest dawî li van kiryaran bîne, lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin û kesên berpirsyar werin darizandin.

Tevî ku desthilatdariya Serokkomarê Sûriyeyê soz dabû ku dê mafên hemû pêkhateyan biparêze, van bûyeran ew soz xistin bin gumanê.

Neteweyên Yekbûyî jî tekez kir ku berpirsyarî li ser milê hikûmeta nû ye.

Stephane Dujarric ji Rûdawê re got:

“Rastî ev e ku ev hikûmet berpirsyarê dewletê ye û divê hesabê bide.”

Ev yek nîşan dide ku civaka navneteweyî li benda gavên berbiçav ên ji Şamê ye.

Tevî vê yekê, ev ne cara yekem e ku di bin desthilata nû de binpêkirinên bi vî rengî li dijî kêmîneyan rû didin.

Çend meh berê, li dijî civaka Elewî jî êriş pêk hatibûn û hatibû ragihandin ku zêdetirî 50 jinên Elewî hatine revandin û ber bi Îdlibê ve hatine birin.

Dubarebûna van êrişan li dijî pêkhateyên cuda, dilgiraniyên li ser siyaseta sîstematîk a li dijî kêmîneyan zêdetir dike.

Ji bo ku helwesta fermî û hûrgiliyên nêrîna Neteweyên Yekbûyî ya li ser bûyerên dawî û berpirsyariya hikûmeta nû were zanîn nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr pirsên xwe rasterast pêşkêşî Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric kir.

Pirs û bersivên axaftina bi Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric re:

Rûdaw: Nizanim we dîtiye yan na lê hin dîmen hene ku nîşan didin hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi jêkirina simbêlên welatiyên ji civaka Durzî wan şermezar dikin. Hûn dikarin vê bûyerê çawa şîrove bikin?

Stephane Dujarric: Me ew dîmen, wekî yên din, di nûçeyan de û li ser medyaya civakî dîtine. Ew dîmen gelekî cihê nîgeraniyê ne û ji ber vê yekê jî em bi awayekî gelekî tund bûyerê dişopînin, li ser banga hikûmetê ya ji bo lêpirsînê û her wiha li ser soza wan a ji bo hesabpirsîna ji kesên sûcdar. Dîmen mirov şok dikin û pir, pir aciz dikin.

Rûdaw: Pirseke din; hikûmeta HTŞyê nêzîkî çend mehan e ku desthilatdar e û ji wê demê ve me çend komkujiyên girseyî dîtin. Wekî mînak, çend meh berê me komkujiyek li dijî Elewiyan dît û hat zanîn ku zêdetirî 50 jinên ji civaka Elewiyan winda ne. Ew birin Îdlibê, ku keleha HTŞyê ye, û niha em komkujiyeke din li dijî Durziyan dibînin. Ji ber vê yekê pirs ev e; gelo Sekreterê Giştî baweriya xwe bi vê hikûmetê tîne? Ango, piştî van bûyeran û ji ber ku berê jî girêdayî El Qaîdeyê bûn, gelo ew niha dikare welatekî xwedî netewe û olên cuda bi rê ve bibe?

Stephane Dujarric: Rastî ev e ku ev hikûmet berpirsiyarê dewletê ye û ji aliyê civaka navneteweyî ve bi berfirehî hatiye naskirin. Ew niha berpirsiyar in. Li her welatekî, dema hûn berpirsiyar bin, berpirsiyariyên we hene. Ez wisa difikirim ku divê hikûmet niha wekî berpirsiyarê bicihanîna van erkên xwe ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê were dîtin û divê hesab bide.

Rûdaw: Wekî şopandin, we got ku Sekreterê Giştî daxwaza lêpirsîneke eşkere û zelal dike. Gelo Neteweyên Yekbûyî li ser bûyerên berê ti raporên zelal an jî encamên lêpirsînê wergirtine?

Stephane Dujarric: Ez dê kontrol bikim ka nûnerê me yê siyasî li ser vê mijarê çi agahî wergirtine.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin