
Mustafa Ozçelîk: Em piştgirîyê didin nameya hiqûqnasên Amedê ya ji Thomas Barrack re
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Em piştgirîya nameya ku hiqûqnasên Amedê ji Balyozê Emerîkayê yê Tirkîyeyê re şandine dikin
Endamê Baroya Amedê parêzer Sedat Çinar, ji ber helwesta wî ya li dijî daxwazên gele Rojavayê Kurdistanê, nameyek ji Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sûriyeyê Thomas Barrack re şand.Paşê Komeke hiqûqnasên ku endamê Baroya Amedê ne jî piştgirî danvê nameya parêzer Sedat Çinar.
Thomas Barrack demeke berê gotibû:
“Pêwîst e Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bêyî otonomî yan federalîzmê tevlî rêveberiya nû ya Şamê bibe yan Amerîka dê xwe ji navbeynkariyê vekişîne û HSD dê bi Tirkiye û Şamê re rûbirûyî pirsgirêkan bibe.”
Van hiqûqnasên endamên Baroya Amedê jî li himberî van gotinên Thomas Barrack nameyek ji wî re şandin:
Fethî GUMUŞ – Serokê Baroya Amedê yê Berê, Huseyîn TAYFÛN - Serokê Baroya Amedê yê Berê, Mustafa OZER - Serokê Baroya Amedê yê Berê, M.Emîn AKTAR - Serokê Baroya Amedê yê Berê, Ahmet OZMEN - Serokê Baroya Amedê yê Berê, Cîhan AYDIN - Serokê Baroya Amedê yê Berê, Av. Abdulkadîr GULEÇ - Serokê Baroya Amedê yê Nuha, Sedat ÇINAR - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Cemşîd BÎLEK - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Muslum DALAR - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Fahrî KARAKOYUNLU - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Cabbar LEYGARA - Endamê Baroya Amedê Sitki ZÎLAN - Endamê Baroya Amedê, Mehdî OZDEMÎR - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Bariş YAVÛZ - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Sabahattîn KORKMAZ - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Sabahattîn ACAR - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Sertaç BÛLÛTTEKÎN - Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Cemîle TÛRHALLI BALSAK- Rêvebira Baroya Amedê yê Berê, Mûrat SARI - Endamê Baroya Amedê, Hasan DAGTEKÎN - Endamê Baroya Amedê, Erdem GENCAN - Endamê Baroya Amedê, HalÎs AYÇÎÇEK - Endamê Baroya Amedê, Semîr GUZEL- Rêvebirê Baroya Amedê yê Berê, Zîlan VÛRAL- Endamê Baroya Amedê, Soran Haldî MIZRAK- Endamê Baroya Amedê, Vedat ERTEN - Endamê Baroya Amedê, YAKÛP KATAR - Endamê Baroya Amedê, Mahsûm BALÛR - Endamê Baroya Amedê, Îdrîs ATÛG - Endamê Baroya Amedê, Şîyar KIZIL- Endamê Baroya Amedê, Yahya EKMEN - Endamê Baroya Amedê, Cafer KOLÛMAN - Endamê Baroya Amedê, Îsmaîl Hakki IŞIK - Endamê Baroya Amedê, Mehmet YILDIRIM - Endamê Baroya Amedê, Ridvan DALMIŞ - Endamê Baroya Amedê.
Em piştgirîyê didin vê nameya van hiqûqnasên ku navên wan li jorê hatine nivîsandin û em îmze dikin, em helwesta Balyozê Dewleta Emerîkayê yê Tirkîyeyê û Nûnerê Taybet yê Emerîkayê yê Sûrîyeyê Thomas Barrack ya li dijî daxwaz û mafên xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em jî bangî wî dikin ku mafên meşru yên neteweyî yên miletê Kurd qebûl bikin, nas bikin.
Nameya ku Birêvebiriya Baroya Amedê jî îmze kiriye wiha ye:
“Wekî ku hûn jî dizanin, di çarçoveya polîtîkayên navendîkirina dewletê yên Împaratoriya Osmanî de, mîrektî û mîrnişînên Kurdan ji holê hatin rakirin û bi zorê bi navendê ve hatin girêdan.
Bi vê pêvajoyê re bingeha dîroka bipevçûn û biêş a du sedsalên dawî Kurdan hat danî.
Her çend ev têkoşîn tijî têkçûn, xwîn û hêsir be jî gelê Kurd înkar û koletî qebûl nekir û 200 sal in têkoşîna xwe ya ji bo hebûn, azadî û wekheviyê didomîne.
50 salên dawî li Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê zêdetirî 500 hezar Kurdan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest daye yan jî hatine kuştin.
Dema ku Kurdan wekî beşek ji koalîsyona navneteweyî li dijî dijminê hevpar ê mirovahiyê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê şer dikir, bi xwîn û canê xwe bedeleke nayê înkarkirin da.
Lêbelê, gotinên we ya 'yek milet, yek dewlet, yek artêş, yek Sûriye' ku daxwazên Kurdên Sûriye û Îraqê paşguh dike, ne tenê sîberê dixe ser vê têkoşîna birûmet, di heman demê de zererê dide prensîbên azadî û mafê çarenivîsa gelan ku felsefeya damezirandina Dewletên Yekbûyî ne.
Yek ji damezrînerên Amerîkayê Thomas Jefferson dibêje, 'Hikûmet meşrûiyeta xwe ji razîbûna gel werdigirin.'
Lê dema tu 'yekparêzî' û 'sîstema milet a Osmanî' diparêzî, armanc ne daxwazên wekheviyê yên nasnameyên cuda, lê armanca wê demê dibe xurtkirina amûra dewleta navendîparêz a tund.
Dema ku Kurdan li dijî dijminê hevpar ê mirovahiyê DAIŞê şer dikir, ne tenê ji bo azadiya xwe, lê li ser navê mirovahiyê jî bedel dan.
Paşguhkirina vê fedakariya Kurdên hevpeymanên we, bi gotina 'deynê me li hemberî wan nîne' ne tenê nankorî ye, di heman demê de korbûneke exlaqî ye.
Ya hê girantir, axaftina te ya navendîparêz cesatetê dide komên terorîst ên radîkal ên wekî HTŞyê.
Ev kom, nûnerên zîhniyetekê ne ku koletiya zayendî li ser jinên Êzidî û Xiristiyan ferz kir, Kurd, Erebên Elewî, Durzî û pêkhateyên din kirin hedef û kesên ku wekî wan nafikirin bi awayekî hovane tune kirin.
Gotinên we, dikarin êrişên nû yên van barbarên ku unîformaya DAIŞê ji xwe kirine û kravat girêdane, li dijî Kurd û civakên din ên cuda yên li Sûriyeyê rewa bikin, wan teşwîq bikin û zemînê ji pevçûnên nû re xweş bikin.
Ev helwest dê herêmê ber bi kaoseke kûrtir ve bibe.
Daxwazên statuya 'nenavendî' yên Kurdan ên wekî federalîzm û otonomiyê, ne îmtiyaz û cihêkarî ye, berevajî vê, ew daxwazên herî kêm in ku ji bo avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê pêwîst in.
Guhnedana van daxwazan, ne aştiyê lê pevçûnê geş dike. Em bi pênûsa hevnavê we Thomas Jefferson dipirsin:
'Hûn çawa hêvî dikin ku di dewleteke ku dê ji aliyê terorîstên barbar ên duh ve bê birêvebirin de, bi paşguhkirina îrade û daxwazên gelekî, sîstemeke adil ava bikin?'
Em bi hêrsa xwe ya li hemberî daxuyaniyên we yên dawî bangî we dikin: Rêzê li daxwazên rewa û heq ên gelê Kurd bigirin!
Ji ber ku senaryoya ku hûn hewl didin bêyî têgihiştina dîroka van xakan binivîsin, ne bi rastiya Kurdan û ne jî bi ya gelên din ên bindest re li hev nake. Edalet, bi guhdarîkirina dengê gelan pêkan e.
Hêviya me ji we ew e, bi pabendbûna bi ruhê hevpeymaniyê, bêyî jibîrkirina bedela giran a ku gelê Kurd daye, helwestekê nîşan bidin ku rêzê li daxwazên rewa yên gelê Kurd û civakên din ên li Sûriyeyê digire.
Em hêvî dikin ku hûn li şûna gotinên ku destê komên wekî HTŞyê xurt dikin û cesaretê didin zîhniyetên barbar, vîzyoneke ku cudahiyan hembêz dike, ewlehiyê komên dezavantaj diparêze û aştiyê dixe pêş derxînin holê.
Ev name, dengê hêrs û hêviya gelekî ye. Bi bibîrxistina ku di têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurd de, para mîrasa azadiyê ya Jefferson jî heye û em hêvî dikin ku hûn di axaftinên xwe yên ji niha û pê de guh bidin vî dengî.
Li gel rêzên me”.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin