Mustafa Ozçelîk: Divê hemû partiyên Kurdan bibin mixetabên pêvajoyê

Mustafa Ozçelîk: Divê hemû partiyên Kurdan bibin mixetabên pêvajoyê

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, "Divê hemû partiyên Kurdan, nûnerên saziyên sivîl û kesên qebûlbar di vê meseleyê de bibin mixetab."

Ozçelîk da zanîn ku ew piştgiriyê didin danîna çekan a PKKyê lê ew nêrîna Abdullah Ocalan û DEM Partiyê ya ji bo çareseriyê rexne dikin.

Siyasetmedarê Kurd bû mêvanê Bultena Bakurê Kurdistanê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Serokê Giştî yê PWKyê Ozçelîk diyar kir ku ew bi salan e piştgiriyê didin çekdanîna PKKyê û got, “Çekên di destê PKKyê de xizmeta gelê Kurd nakin û zererê didin tekoşîna gelê Kurdan a li Başûr, Bakur Rojava û Rojhilatê Kurdistanê”

Ozçelîk her wiha got, “Pirsa Kurdan û Kurdistanê ne pirsa çekdanînê ye. Ev pirs pirsa çarenivîsa miletê Kurd e û çareserkirina mafên neteweyî û demokratîk e.”

"Bila mesele ne li pişt deriyan be"

Serokê PWKyê diyar kir ku divê pêvajo bi awayekî şefaf û bi beşdariya hemû aliyan were meşandin û wiha pê de çû:

“Ne rast e ku ev mesele tenê di navbera Abdullah Ocalan, dewlet, DEM Partî û PKKyê de were gotûbêjkirin.

Ji îro pê de divê mesele ne li pişt deriyan be, divê bi awayekî şefaf were gotûbêjkirin. Mixetabê vê meseleyê gelê Kurd e, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Kurdan e.”

Ozçelîk bangî hemû partiyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê kir ku platformeke hevpar ava bikin da ku bi yek dengî daxwazên xwe pêşkêş bikin û wiha domand:

“Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Divê girtîgeh bên valakirin û girtiyên siyasî bên azadkirin.

Divê gerîlayên ku çekan datînin bikaribin vegerin nav malbatên xwe.

Divê Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Ocalan bên azadkirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Ozçelîk di dawiyê de got, “Ji bo çareseriyê kî gavan bavêje em dê pişthgiriya wî bikin.

Dema AK Partiyê TRT Kurdî vekir, dersên bijartî yên Kurdî da destpêkirin me got ‘gaveke baş e lê têr nake.’ Ji bo çareseriyê kî gavan bavêje em dê piştgiriya wî bikin.”

“Bila dewlet ji bo çareseriyê gavan bavêje”

Ozçelîk bangî dewlet û Abdullah Ocalan jî kir û wiha domand:

“Navê komîsyonê ne diyar e, ev komîsyon ji bo çekdanînê be ew karê wê cuda ye, pêwîst nake dewlet vê meseleyê bike geremol.
Em bangî dewletê dikin ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan gavan bavêje, heger dewlet bi awayekî cidî gavan bavêje em amade ne di her komîsyonê de biaxivin.

Beriya her tiştî divê dewlet dev ji wê siyaseta xwe ya ku ev 100 sal in dimeşîne berde.

Em bangî Abdullah Ocalan û DEM Partiyê jî dikin ev şêwaza heyî ya pêvajoyê xelet e divê hemû aliyên Kurdan û Kurdistanê bibin mixetabê vê pêvajoyê.”

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin