ÊZDİYÊN GUNDÊ ŞİMİZÊ KENGÎ HATİNE ALMANİYA YÊ
Ji ber ku min agahdariyên xwe ji ber zargotina rûspiyên Şimiziyan berhev kirine* û mijara me tenê li Êzdiyên gundê Şimizê ye, ez ê tenê navê Êzdiyên ji gundê Şimzî hatine Almaniya yê binivisînim.
Beriya ku, ez navên xanim û camêrên ku, di pey birêz apê Nayifê Himîd de hatine Almaniya yê binivisînim, ez tevan bi hurmet bibîrtînim û dibêjim, bila rahma Xwedê li kesên ku emrê Xwedê kirine be! Bejna xwe li ber kedan wan û yên niha li jiyanê ne di tevan ditewînim
Şimziyê yekemîn hatiye Almaniya yê birêz Nayif Ekincî ye, ew di sala 1965 de ji istanbulê bi tirênê hatiye bajarê München.
Şimziyên di pey birêz apê Nayif Ekinci de hatine Almanyayê, rahmetiyê Eskender Ekinci 1966, Heci Açlan 1968, Usiv Udun 1968. Hesen Yazgan 1968, Hiseyin Tolan 1968, rahmetiyê Mustafa Xelat-Basî 1968 û hwd.
Di vî wextî de, nav û dengê şixulkariya li Almaniya gelekî bi nebaşî dihate naskirin. Ji xwe ji ber wan agehdariyên çewt û xirab gelek kesan nizanîbûn û ne dixwastin hingê biçine Almaniya. Lê, ji karkerên Êzdiyan re wekî dinê tû çare di nava welat û Tirkiyê de ne mabû. Ji bo Êzdî karibin bijîn, ewan berê xwe dida hemû tehlûkan.
“Gava em weke karker dihatine Almaniyayê, me digote kulfetê xwe: emê herin çend salan li wirê bixebitin, gava em deynê xwe xelaz bikin, xaniyekî pak ji xwe re lêbikin, aboriya me hinekî sererast bive û whdê, emê careke dinê vegerin bêne ser ax û ava gundê xwe (gelek karkerên pêşîn hatine Almaniya)".
Dema hinek karkerên me Êzdiyan di destpêka sala 1965 de weke koçber(muhacir)an hatine rojava Almaniya yê, ewan hingê zêdeyî jiyana gundîtiya li Kurdîstanê pê ve, haj ji gelek buyerên li ser ruyê dinya yê û Almaniya yê di qewimîn tûne buye . Ew hingê ji jiyana kapîtalîzmê û bajarvaniya li welatê xwe re jî gelekî xerîb bûn. Ji xwe hingê ti kesên rewşenbîr û xwandevan di nava wan de tûne bûn e. Hinga ew hatine, ew weke pezê bê şivan û ji hevûdinê belabuyî ketine nava şûxil û karên jiyaneke gelekî nenas û welatekî nû. Ew hingê bi gelek zahmetan re rû birû mane.
Di pey nifşê yekemin ku , bi fermî û weke kar hatine Almanya yê pêve, di sala 1969 de her karkerî li Almaniya yê kardikir, dikarîbû bira, pismam, xuşk û merivên xwe bi daxwaznameyan bixwaze Almaniya.
Êdî nifşê Şimziyan yê duyemîn , weke : Ako Açlan, Elî Ekincî, Ibrahim Ekinci, Sileman Ekinc, Sabri Ekinci, Mehmet Tolan û hwd. hatine Almaniya.
Gava pêdiviya dewleta Almaniya yê di sala 1970 de bi karkerên mêr ne maye pêve, daxwazkirine, jinên ku, xwandin û nivîsandina wan heye dikarin di rêya serî lêxistin(muracaat)a xwe bidine daîreya ku karkeran dişînine Almaniya yê bikin.
Vêca jinên Şimziyan yên ku, xwandin û nivîsandina wan hebuye çûne bajarê Sêêrtê serî lêxistina xwe dane daîreya fermî a ku karkeran dişîne Almaniya yê. Weha xanim Xanim Açlan 1971, Gulê Akbaş, Perîşan Alataş, Ferfur Emer, Meyan-Xanim Açlan 1972, Gulê Tuku 1972 û hwd. bixêra xwandin û nivîsandina xwe hatine Almaniya û ewan jî piştre hevserên xwe bi fermî anînine Almaniya
Di pey re nifşê sêyemîn ji sala 1970 heta sala 1974 jî bi tirûstî hatine. Mînak: Rahmetiyê Feremez Tuku, Suleyman Odun û hwd.
Heta van salan de pêwîstiya hikumetê û miletê Alman gelekî bi karkeran hebû û kar gelek hebû. Lewma hemû karkeran, zarok û pismamên xwe yek biyek kişandine Almaniya yê. Karkeran li Almaniya yê dîtin ku, êdî kes hew seba dîn û netewa wan zordestiyê li wan dike. Gava destûra ku karker bikarin heval , dost û nasên xwe daxwazbikin, gotine wan, kî ji we bi tirûstê were Almaniya pêve, ew jî dikare here li firme û cîhekî de karekî jixwe ra bibîne û dûre here destûra rûniştinê-mahnê û karbike ji daîreyên fermî bigre. Vêca her kes li goriya mecalên xwe bi tirûstî hat û merivên xwe, yên ku li welat mabûn jî anînine cem xwe.
Piştî demekê rêya ku meriv bi tirûstî bê hate girtin. Êdî Êzdiyên ku, li Şimzê û di gundê Êzdiyan de mabûn û nikarîbûn weke berê karker bêne Almaniya yê. Hinek kesên di sala 1978 de biqaçaxî û di rêyên gelekî zahmet de hatin li Almaniya daxwaza paneberîtiyê kirin.
Bi van şêweyan her yekê ji me li goriya îmkanên xwe neferên mal û malbata xwe di bajarekî de bi cîhbûn û karkirin. Weha azadiya li vî welatî hinekî fersenda jiyaneke serbuxwe da me. Zarokên me çûne dibistanan û gelek ji me bûne xwediyê hinek karê pak. Li goriya ku gelek dahin û standinên me bi Lalişa Nûra nî re tûne bûn, dîsa çûhin û hatina di nava me de zêde bû û heta ji me hat me çanda bav-kalan li virê jî berdewam kir. Geleka ji me xwe ji wan urf û edetên feodalîzmê ku me bi xwere anîbûne virê dûrkirin û fahm kirin ku, êdî em hew dikarin încar zûbebizû cardinê vegerine ser axa bav-kalan.
Min ev agahdarî bi xêra alîkarî û zargotina apê min Heci Açlan, apê Nayif Ekinci, birayê Aqo Açlan, birayê min Hiseyin Tolan û hevjîna wî xanim Rihan Tolan, apê Hesan Yazgan û keçxala min Gulê ya Mecîd berhevkirine , ez gelek spasiya wan dikim!
Kemal Tolan, xemxwar û berhevkarê zargotin-kevneşopên Êzdiyatiyê
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin