Ji Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê biryara asayîbûnê: Karmend vedigerin

Ji Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê biryara asayîbûnê: Karmend vedigerin

.

A+A-

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan kar û barên balyozxane û konsulxaneyên xwe yên li Bexda û Hewlêrê asayî kiriye û karmend vedigerin ser karên xwe.

Balyozxane û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê vedigerin ser karê xwe yê asayî û hemû karmendên ku ji ber metirsiyên ewlehiyê yên şerê 12 rojî yê Îsraîl û Îranê karên xwe bi cih hiştibûn, dê vegerin ser kar.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê doh di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio biryar daye ku dawî li rewşa neasayî bîne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ji rojnamegeran re got:

“Ew karmendên ku bi awayekî demkî ji bo derveyî Îraqê hatibûn veguhastin, dê gav bi gav dest bi vegera li Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Hewlêrê bikin.”

Piştî ku Îsraîlê 13ê Hezîranê dest bi êrişên li Îranê kir, Amerîkayê jî 22yê heman mehê êrişî 3 navendên atomî yên Îranê kir.

Tehranê gefa wê yekê xwaribû ku dê berjewendiyên Amerîkayê yên li seranserî herêmê bike hedef.

Amerîkayê çend roj beriya êrişên Îsraîlê beşeke karmendên xwe û beşeke din jî piştî êrişên li Îranê vekişandibûn.

Tevî van rêkaran, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê û balyozxaneya wê ya li Bexdayê vekirî mabûn.

Li gel asayîbûna karê saziyên dîplomatîk, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê anî ziman:

“Rênîşandana Wezareta Karên Derve ya ji bo geşta ber bi Îraqê ve di asta çaran de dimîne ku tê wateya divê hûn geştê nekin.”

Tammy Bruceyê her wiha da zanîn:

“Em bi israr li ser bipêşxistina karên xwe yên pêşîn ên siyaseta xwe ya li Îraqê ne, ji bo bihêzkirina serweriya Îraqê, bipêşxistina berjewendiyên bazirganî yên Amerîkayê û hevahengiya li gel serkirde û xelkê Îraqê.

Wezareta Karên Derve, Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê dê berdewam bin li ser çavdêrîkirin û nirxandina ji nêzîk a rewşa ewlehiyê ya li seranserî Îraq û herêmê.”

Di êrişên Îsraîlê yên li Îranê de zêdetirî hezar kesî hatibûn kuştin ku di nava wan de bi dehan serkirdeyên payebilind ên leşkerî û zanayên atomî jî hebûn.

Her wiha beşek ji sazî û dezgehên atomî yên Îranê rastî êrişên wêranker bûbûn.

Îranê jî bi sedan mûşekên balîstîk û dronên bombebarkirî êrişî Îsraîlê kiribû.

Tevî ku sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê piraniya wan têk şikandibûn jî nêzîkî 30 kes li Îsraîlê hatibûn kuştin.

Her wiha Îranê 23yê Hezîranê bi mûşekên balîstîk êrişî Baregeha Asmanî ya Udeydê ya li Qeterê kir ku hêzên Amerîkayê lê dimînin.

Amerîkayê ragihand ku di êrişê de ti ziyan çênebûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin